Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Êrîşên Rêjîma Esed Li Ser Taxên Helebê Berdewam In Û Dareya Bi 50’î Bermîlî Bombebaran Dike

July 26, 2016
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Êrîşên Rêjîma Esed Li Ser Taxên Helebê Berdewam In Û Dareya Bi 50’î Bermîlî Bombebaran Dike

Duhî bêhtir ji 40 sivîlan hatin şehîdkirin û bi dehan hatin birîndarkirin, ji encama pêkanîna sê kuştaran bi êrîşên firokên rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiya, li ser taxên Helebê û gundewarê wê û li ser bajarê Dareya li gundewarê Şamê.

Herwiha duhî taxên rizgarkirî yên Helebê rastî rojek xwîndar hatin, ji egerê bombebarankirina avahiyin wê bi bermîlan, ku para bêhtir ji hejmara qurbaniyan li taxa Elmeşhid ket, û herwiha 15 taxên din rastî bombebarankirinê hatin.

Û bajarê Atarib bi zêdetir ji 30 mûşekên enqûdî û fisforî û yên deng ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya hat armanckirin, ku têde zêdetir ji 12 şehîdan û bi dehan birîndar ketin û hin zarok jî di nav qurbaniyan de hebûn, û 4 kesên din hatin kuştin di êrîşeka firokên Rûsiya de li ser bajarokê Abîn.

Û rêjîma Esed û milisên wê, taxên rizgarkirî li Helebê ji heyamê 19 rojan ve dorpêç dikin, piştî qutkirina otistrada kastîlo ya dibe take-dergeh bo bajêr û riya derbaskirina alîkariyên xwarinê û dermanan bo taxên rizgarkirî, ku rojane rastî bi dehan êrîşên hilîkoter û firokan dibin.

Duhî bi zêdetir ji 30 bermîlên teqîner bajarê Dareya hat bombebarankirin, û têde gelek ziyan li avahiyan bûn, herwiha li beyaniya îrojî bi 20 bermîlan hat bombebarankirin hevdem ligel hewlên hêzên Esed û milisên Hizibulaha terorîst bo ketina li nav bajarê dorpêçkirî ji sê salan ve.

Û taxên Der’a Elbeled rastî bombebarankirina mûşekên zemîn – zemîn û rokêtên topxane û tank û topên hêzên rêjîmê hatin, û têde 4 şehîd ketin, 2 ji wan zarok bûn, û li gundewarê rojava hêzên rêjîmê berdewam in li ser bomberêjkirina avahiyan li ser hêlên berokên bajarê Elyadûda, û rojane bi bombeçandina di xaniyekî yan du xaniyan de radibin û paşî diteqînin, piştî ku nikarîn derbas bibin nav taxên li ser hêla eniya yekê.

Duhî Ebdulehed Estêfo, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rêjîma Esed û dagîrkariya Rûsiya û Îranê, dixwazin bimînin berdewam li ser tawanên zêdetir yên şer û kuştina sivîlan û armanckirina nexweşxane û jinavbirina jêrxana aborî, li şûna çûna ber bi çareseriya siyasî.

Û Estêfo daxwaza dîtina mîkanizmeka rawestandina tawanên şer yên berdewam li ser destê rêjîma Esed û hevalbendê wê, ji dewletên piştgir ji çareseriya siyasî re kir.

Li aliyek din Adil Elcubêr, wezîrê derve yê Si’ûdiyê di peyva xwe di lotkeya komkara Erebî de li Newakşot got ku rêjîma Esed rijde li ser bicihnekirina biryarên navdewletî û kuştin û wêrankariyê û koçberkirina xelkê Sûriyê”, û got ku çênabe “rola Esed û her kesê destê wî di rijandina xwînê de heye di paşeroja Sûriyê de hebe “.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post
Hilmetên Leşkeriya Neçar Li Parêzgeha Hesekê Zêde Dibin

Hilmetên Leşkeriya Neçar Li Parêzgeha Hesekê Zêde Dibin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.