Ji bo rawestana li ser êş û azarên Sûriyê di dema behskirina doseya wê li ser astê navdewletî, û rewşa penaber û derbideran, û ew pirsgirêkên di navbera karê siyasî û yê rewşenbîrî de. Beşê Kurdî ji malpera Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, ev hevdîtina taybet bi nivîskarê Kurd yê li Nerwicê niştecî ye Hewas Mahmûd re pêk anî.
Berî çend rojan Opozisyona Sûrî nerîna xwe ya derbarê çareseriya siyasî li Sûriyê pêşkêş kir, gelo dewletên pewendîdar wê bi nerîna ji aliyê Riyad Hicab ve hatiye pêşkêşkirin bikin?
Hê doseya Sûriyê dibe qurbana berepêkan û paşxistina çareseriyê û valakirina wê ji wateya wê, ya bi şêweyekî kirêt tê kirin, ez ne bawer im ku kirîza Sûriyê ji aliyê dewletên eleqedar û dewletên din jî ve bête çareserkirin, û bi nerîna Riyad Hicab nakin tevlî nizimkirina asta daxwazan a diyar a ku têde hatiye kirin, û wek me got ev pirose tevde li ser agirekî hûr birêve dibin, û ew dewlet dilxweşin bi ahengên xwîna Sûriyan yên ku li pêş çavên dunyayê dibin û bêdengiyek exlaqî ya seyr û bêhempa derbarê wê dibe.
Li gor nerîna desteya danûstandinan pêşkêş kiriye, pirosêsa veguhestina siyasî ji 3 qûnaxên sereke û li gor daxuyaniya Cinêv ya 2012an pêk tê, ku daxwaz dike tu rola Beşar Esed di qûnaxa veguhêz de tune be, gelo tu dibîne ku rêjîma Sûrî ya ji serxweveçûyî, wê vî tiştî bipejirîne û wê daxwazên tên kirin pêk bîne?
Beşar Esed wan daxwazan napejirîne, wê ew û Rûsya û vîtoya wê ya şermezarkirî û dijî rûmeta Sûriyan û Cîhanê ye wan daxwazan red bikin. Diktator sûdeyê ji serborên xwe wernagirin, sînaryoyên wan naskirî ne, ew demekê hildikşin û hildikşin û paşre dikevin û dawî li wan tê.
Şahneşîna Nêrwicê xwedan giringiyeke navdewletî ye ji aliyê rola wê di aşitiya cîhanî de, û derfeta karê siyasî li pêş opozîsyona siyasî ya Sûrî têde vekirî ye, di nerîna te de çima opozîsyon sûdeya wek tê xwestin ji vê derfetê wernagire?
Ez bawerim ku opozîsyona Sûrî sûdeyê ta radeyekê jê werdigre, lê ne li gor tê xwestin, û nûnerên rikberiyê li vê de, li Oslo, hene û karê xwe bi şêweyekî azad dikin.
Li welatên penaberiyê revenda hemî gelên cîhanê heye û her yek ji wan komele û rêxistinên wan yên taybet hene, gelo kurd jî wek gelên din xwedan komele û sazî ne li wê derê?
Ew nakokiyên Kurdî /Kurdî yên li ser bingeha partîtiyê gihane hemî dewletên Oropa, û kurd perçeperçe bûne, ew nikarin saziyên xwe yên yeklaş û yekprogram û yeknerîn û yekarmanc ava bikin.
Di nerîna we de, cemawer tenê meydaneke rikaberetiyê ye ku rewşenbîr û siyasetmedar tê de dijetiya hev dikin?
Cemawer ne tenê meydan e, lê ew temaşevan e jî, her kes bazirganiyê bi navê cemawer dike, ji lewra ez rexneyan, li rewşenbîr, çalakvanan, li tevan dikim, û kêşeya di nav reşwenbîr û siyasetmedaran de pir aloz e, di civaka me de hê jî siyasetmedar serdest e, û rewşenbîr dide pey wî ji ber ku ew li navûdeng û pêşketina darayî digere, û ew tiştê lê digere li rex siyasî dibîne, û erkê xwe yê sereke yê hişyarkirina gel û rexnegirtina li siyasetmedaran ji bîr dike.
Derbarê bobelata Nemsa, gelo revebda kurd karîbû bandorê li raya giştî ya rojavastanê bike, an kula hevwelatiyê kurd tenê dîtina cihekî xwe ye li ser xaka Oropa, û paşre pişta xwe dide kêşeya gelê xwe û bi xwe û kesayetiya xwe ve mijûl dibe?
Derbarê komelkujiya kemyona penaberan li Nemsayê, ez ne bawer im ku revenda Kurd li Oropayê karîbû
Bi rola xwe rabe, ji ber ew sedemên kesayetî yên her koçberekî Kurd ên we gotin , her weha parçebûna siyasî ya ku niha gur bûye, bandora wê ya nerênî li her lebat û xebata tevayî heye.
Di gotareke xwe de we amaje kir ku Kurdên Sûriyê bê nexşerêyeke Kar in, gelo ew bi sedema kêmbûna hebûna wan di rêxistinan de ye, an jî ew bi xwe ne çalak û ne xwedî bandor in, di hundirê rêxistinan de û dervî wan jî ?
Mebesta min ew bû ku rewşenbîr xwe dide rexê aliyekî siyasî û bi xurtî berevaniyê di ber de dike, û kurd bi giştî bê nexşerêya kar in, bi taybetî PYD ya ku karê xwe li gor tektîkên demikî û bêyî istiratîciya dûr û dirêj dike, ji lewra her dem metirsî heye.
Di gotareke xwe ya din de, we bal kişandiye ser kêmasiyên sekretêrên partiyan û kesên rêzên pêş, ku ew dûrî têkoşîna kurdî ya rasyeqîne ne?
Emîdarên giştî û kesên rêza yekem û ya duyem, ji berê de û ta niha jî li gepa xwe ya hêsan digerin, û bidestxistina pereyan û payedariyê li ser pişta partiyên xwe û durişmên bêwate yên pê berevaniya gelê bindest dikin pêk tînin, ji bilî hejmarek kêm yên ku bi rastî xebatê dikin.
Te gotiye ku Oropa berî şoreşa zanistî û felsefî di şoreşa xwe siyasî de bi ser neket, gelo kêşeya me di rastiya şoreşê û armancên wê de ye, yan jî di kesên bi wê şoreşê rabûne de ye?
Arîşe di bingeha şoreşa Sûrî de ye, her weha di pirbûna destên derve û yên ku têwerdanê tê de dikin, bê guman destê Rêjîmê jî. vê bandoreke xwe ya pir mezin li şêwandina navûdengê Şoreşê de kiriye, ya ku hatiye dizîn ji xwedî û şoreşgerên wê yên rastyeqîne.
Di yek ji nivîsên xwe de tu pir li ser rêjîmên stemakar rawestiyaye, ma gelo ne mîratê bîr û baweriyên xwelkê yên stemkarî û çanda setemên kevin di mejiyê wan de, wê hiştiye stemkarî di nav me de berdewam bimîne?
Belê, stemkarî çandeke gelêrî ye, remanên ku civaka me li ser ava sibe û çanda nuha di nav me debelav e, fakterên serekî ne di çêkirina stemkariyê û stemkaran de, ew stemkarî bi alavên xwecihî û pifdaneke ji derveyî sînoran e.
Di nivîseke xwe ya din de, te gotiye ku karê niştimanperweî û netewî kurdî saz û durist nabe, eger kesê siyasetmedar xwe nêzîkî rewşenbîriyê neke wek berfirehiyek istiratîcîk, her weha nêzîkbûna rewşenbîran ji siyasetê re wek berfirehiyek tektîkî, gelo ev tişt di demek nêz de wê karibe pêk were?
Ana rewş aloztir bûye, û ti nirx ji rewşenbîran re nemaye, di dema van perçebûnan di nav yekîtiyê nivîskaran yên bi ser partiyên siyasî ve de, û rewşenbîrê xweragir û niştimanperwer ma xebata xwe ya tekane dike, piştî ku dengê wî pir kêm bûye li ber dengê cengê, di heman dema ku kesê siyasî jî nirxeke wî yê bilind nemaye, bi taybetî yê ku dûrî welat hatiye xistin, her weha yê wî xwe dûrî welat xistiye.
Gelo ew gotinên torevanê sûrî yê koçadawîkirî Memdûh Edwan dema got”ez hêviya siberojeke reşiya wê kêmtir ji te re dikim” , birastî reşiya wê kêmtir e wek Edwan ji te re xwestibû, ya reştir bûye ji ber kirêtiya ketwara siyasî ya Kurdên sûriyê?
Di baweriya min de Memdûh Edwan pir zîrek û dûrbîn bû, wî pêşbîniya yek ji cengên Ereban û Îsraîlê di romana xwe ya “Al-Ebter” de kiribû, û cenga Îraq û Kiwêtê di zincîrfilmê xwe yê” Zîr Salim” de anîbû ziman, û ez bawer im ku salixdana wî ji min re bi “paşerojek reşiya wê kêmtir” pir hûrbîn e, berê jî reşî hebû û nihajî di jiyana min de heye, lê ne bi rêjeyek mezin, û ji min re carekê gotibû “ez bi hêvî me em di meydana nivîsê de wek du hevalan hev bibînin” û bi rastî me li Şamê sala 2001 hevdû dît, û ev gotinên wî ji minre, pir bandora xwe ya handanê li min kirin.
lê li ser asta kurdî ya giştî , rewş dilê mirov têşîne û cihê xemgîniyê ye û geşbînî kêm e eger em nebêjn nema ye.
Spas ji we re li ser pêkanîna vê hevpeyvînê bi min re.