Encumana Xwecihî ya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, duh 10 Êylûnê civînek bi beşdarbûna endamên wê yên li derveyî bajêr bi riya Skybe li dar xist, û têde çend biryar sitandin li gor ku Weys Şêxî endamê Xwecihiyê ji malpera me re ragihand.
Şêxî da zanîn ku civat li ser rewşa siyasî li deverên kurdî rawestiya û bal kişand ser kiryarên PYD li dijî ENKS û valakirina herêmên Kurdî ji xelkên wê, xwecihiyê bi tundî ew kiryarên PYD rexne kirin û xwest ku PYD dest ji kiryarên xwe berde.
Her wiha Şêxî got ku Xwecihiyê di civîna xwe de li ser kar û rewşa komîtên xwe rawestiya û hin biryar dan.
Jêder: Hevbendî