weke her rojan îro 12 Êlûnê roja yekem ji cejna qurbanê li deverên kurdî normal derbas bû , tenê welatiyan berê xwe dan ser goristanan bê ti dîmenên kêfê.
li bajaraê Amûdê girûpeke keç û xort di bin navê ”em tev xwebexşin” serdana malan kirin û ji mere gotin ku armanca me ewe ku girnijînê vegerînin ser riwê mezinan û kêfê bixin dilê zarokan , her wiha ewê girûpê gul û nepox li zarokên welatiyan û belav kirin.
li bajarê Qamişlo Encumana Niştimanî ya Kurdî mangirtinek li rojhilatî bajêr li dar xist têde kiryarên Partiya yekîtiya Demoqrat PYD pirotesto kirin û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî û çalakvanan kirin û duruşmên dijî kiryarên PYD ku nakevin berjewendiya miletê kurd de bilind kirin
ji hêla xweve endamên xwecihiya rojhilat ya ENKS li Qamişlo ketin girava birçîbûnê weke hevkariyekê bi girtiyên di zindanên PYD û wê her çar rojên cejnê berdewam bike.
Hêjaye gotinê ye ku hin partiyên siyasî yên ENKS di demjimêrên sibeha de li bajar û bajarokên kurdî dijî kiryarên PYD derketin mangirtina.
jêder: Hevbendî