Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, di derbarê tevgerên dibin ji bona agirbestekê li Sûriyê, piştgiriya xwe ji bo her bizaveke navdewletî ya rasteqîn ji bona sivikirina barê derdeseriya milet û rawestandina bombebarankirin û wêrankarî û kuştina dibe ji aliyên firokên Rûsiya û Rêjêmê û milisên Îranê yên terorîst, û herwiha ji bona derbaskirina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî tekez dike, û vê yekê bi pêgavek durist dibîne, û wê reftarê bi erênî ligel bike, ji ber ku ew bi biryarên encûmena asayîşê re digunce, û yek ji wan biryara (2254) ya ku tekest dike li ser rawestandina bi awayekî bilez ji armanckirina sivîlan û dezgehên xizmetgozarî û yên nojdariyê re.
Hevbendî tekez dike ku derbaskirina alîkariyên xorakî û yên pizîşkî bo bajar û taxên dorpêçkirî yên mîna Helebê û taxa Elwe’r li Himusê û Me’demiyê û Medaya û Xûta rojhilat bê astengî û bê destwerdana rêjîmê û milîsên terorîst, dibe destpêk ji bona rakirina dorpêçê bi yekcarî, ji ber ku dorpêçkirin dikeve di nav tawanên şer de yên berovajî yasa mirovî ya navdewletî , û herwiha berovajî peymannameya navdewketî ya mafên mirov e.
Herwiha biryara agirbestê li ser rêjîmê û hevalbendên wê ferz dike ku bilez û yekcarî bikaranîna kiryarên kotekî û gefxwarinên leşkerî û yên hewalgerî yên dike ji bona neçarkirina xelkê dorpêçkirî li ser koçberbûna ber bi deverin din rawestîne, û pêwîst e gerantiyên xuya hebin ji aliyê NY û dewletên amza bikin li ser agirbestê, û rê bêne dan bo vegera koçberan û kiryarên destdanîna li ser zevî û xaniyên xelkê û talankirin û diziya xanî û samanên xelkê bêne rawestandin, her wek bobilata mirovî ya dijî Dareya dagîrkirî hat kirin.
Hevbendî ji bo garantiya serxistina rêkeftinê tekeziyê li ser giringiya peydakirina mîkanîzmên pêwîst bo çavdêriya binpêkirinan û destnîşankirina aliyên binpêker dike, û pêwîst e ew alî bê meyldarî çavdêriyê bikin, û Rûsiya ya bombebarankirinê û piştgiriya rêjîmê dike ne di nav wan de be, û nabe ew bibe aliyekî rasteqîn, ji ber wê di heyamê salekê de bitemamî ji dema destwerdana xwe ya leşkerî de, carekê bi tenê bi armanckirina sivîlan mukur nehatiye, tevî ku rêjeya 90% ji qurbaniyên wê sivîl in û ew bi hezaran in.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku nebûna sizayên destnîşankirî û zelal di rêkeftinê de, der barê binpêkirinên ji agirbestê re bibin, an danîna astengiyan li pêş alîkariyan, wê bibe rêyek ji rêjîmê û hevalbend û milisên wê yên terorîst re, binpêkirinên xwe dubare bikin, û vê destpêşxeriya nû têkbibin, wek binpêkirina agirbesta reşemeha 2016 an, dema ku Rûsiya rêjîm ji sizayan parast.
Hevdem ku artêşa azad û hêzên şoreşê, wê bi erênî serderiya agirbestê bikin, lê di heman demê de wan mafê bergiriya gel û şoreşê heye di dema ku rêjîm û hevalbend û milisên xwe yên terorîst rabin bi her êrîşeka esmanî yan ya bejayî û yan hewla dagîkariya qadan bikin yan hewla sepandina dorpêçkirinê û koçbarkirina xelkê ya kotekî bikin, û ev kiryar wê bi karên dijminkarî û li dijî rêkeftin û agirbestê bên pesendkirin, lewra pêwîst e bersiv ligor biryarên fermandariya artêşa azad hebe.
Em di Hevbendiya Niştimanî û di artêşa azad de, dubare hemû şêweyên terorê red dikin, herwiha em daxwaz dikin ku milisên tayîfeperist yên rêjîmê anîn, û ji wan pasdarên Îranê û Hizbulah û Lîwayê Ebû Elfedil û Ele’bas û Fatimyon û Zeynebiyon û rêxistina Elnucba, wek rêxistinên terorîst û yên sînorbirr bên pejirandin, ku berî niha bi pêkanîna tawanên şer û tawanên dijmirov û kuştina sivîlên Sûriyê rabûne, lewra nabe di bin hîç perdeyek siyasî yan yasayî de bên veşartin, û herwiha nabe piştgiriya wan bibe û hevkariya leşkerî bi wan re bibe.
Herwiha em dibînin DAÎŞ ya ku rêjîm bi awayekî rasterast û nerasterast piştgiriya wê dike, û ew hevkarên hev in, metirsiyek mezin e li ser xelkê Sûriyê û dewletên herêmê û civaka navdewletî, û her wek tê zanîn ku hêzên şoreşê şer li dijî wê kirine her ji destpêka peydabûna wê di sala 2013 an de, lewra pêwîst e Rêjîm bi dawî bibe, ji ber ku ew bi xwe dibe xudîkera hemû şêweyên terorê, û Sûriya ji desthilata tawankariyê û zordestiyê bê rizgarkirin.
û pabendbûna me bi dijberiya sercem şêweyên terorê xurt e, tevî bidawîkirina rêjîmê, xudîkerê sereke yê terorê, û qewtandina milisên terorîst yên di heftiyên bûrî de bi awayekî zêdetir hatine anîn, herwiha emê dijîtiya DAÎŞê bikin, em nahêlin Sûriya bibe derwaz bo terora sînorbir ya li dijî armanc û şoreşa gelê Sûriyê ye.
Em tekez dikin ku emê bi erênî bizavê ji bo serxistina agirbestê bikin, ew agirbesta ku ferz dike pabendiya Rûsiya û Îran û Rêjîmê bi parastina sivîlên Sûriyê bi temamî ji êrîşên dijminkarî yên ziyanên mirovî û madî çêdikin hebe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
12 êlûn 2016