Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde got ku giring e koçkirina kotekî raweste û dorpêç ji ser herêmên dorpêçkirî rabe, wek parekî bingehîn ji agirbestê piştî peymana Emerîka û Rûsya, û tirsa xwe ji nepabendiya Rêjîma Esed û Milîtanên li rex wê şer dikin û Rûsya bi evê agirbestê da xuyakirin, li gora tiştê berê çê bûye,.
Ev gotina Elebde, di vegotineke wî de doh sêşembê, di rûniştineke hevalên Gelê Sûrî de li Parlemanê Birîtanî hat, ya ko bi kêlîkeke bêdengî li ser canê cîgira Birîtanî Co Kokes û canê sivîlên Sûriyê rawestiyan, Kokes ya heta kêlîka dawî ji jiyana xwe di ber sivîlên Sûriyê de têkoşîn dikir.
Elebde di gotina xwe de got “Peyman derfetekê ji bo kêmkirina tundiyê li Sûriyê pêşkêş dike”, di heman demê de tekezî li ser pêşinyarên Hevbendiyê ko ji Waşintonê re di derbarê Peymanê de pêşkêş kiribûn kir.
Elebde bal kêşand ser ko ti mîkanîzma ferzkirina agirbestê di rêkerinê de nehatiye û got“gerek sizayine diyar û bihêz hebin ji bo ew kesên ko peymanê binpê bikin, eger bixwazin peymana agirbestê bi ser bikeve. Gerek jî herêmeke ko neyê bombebarankirin hebe, da amanckirina bêserûber ya li ser sivîlan bide rawestandin, ji bo pêkanîna hêminiya herdemî û xweşkirina seqaya danûstandinên diblomasî û peydakirina derfetên serketina wan. ”
Û daxwaz ji desthilata Birîtanî kir ku rêbazake tekûz peyda bikin, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya dadane li Sûriyê, û avêtina pêngavine dirist ji bo parastina sivîlan, û herêmeke bê bombebaran ji wan re çêbibe.
Her wiha Elebde rêz û hurmeta xwe ji tekoşîna Co Kokes re da xuyakirin, ji ber wê doza parastina sivîlên Sûriyê dikir, û ew bi hevala rastî ya gelê Sûriyê salix da, û miletê Sûrî dê herdem wê bibîr bînin ko ew li kêleka wan di rûyê stem û kuştin û koçkirinê de rawestiya. Her wiha daxwaz ji endamên perlemana Birîtanî kir ko bizava Kokes dikir berî ko bimire ji bo bidawîkirina derdê gelê Sûriyê berdewam bibe.
Jêder: Hevbendî