• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Friday, 26 May , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Hewas Xelîl : Newekheviya Di Nav Firakisyonê Hevbendiyê De Normale Di Helbijartinan De

March 9, 2016
in Dîdara Taybet
Hewas Xelîl : Newekheviya Di Nav Firakisyonê Hevbendiyê De Normale Di Helbijartinan De

Derbarê civînên vê dawiyê yên emîndariya giştî ya Hevbendiyê yên taybet bi helbijartina serok û desteyên din yên Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, û tiştên di nav firakisyonên siyasî û her wiha mijara vekişîna firakisyona Dîmoqratiyan.

Û ji bo rawestana li ser giştiya van mijaran, beşê kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê de, ev dîdar bi Hewas Xelîl endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê re kir.

-Gelo helbijartinên navxweyî yên Hevbendiyê dijwar bûn û newekheviyên tûj hebûn an jî ew helbijartin bi şêweyekî hêsan û aşitî derbas bûn?

*Tevlî newakheviyên di nav firakisyonan de, yên te bi şêweyekî ne yekser amaje di pirsa xwe de bi wan kir, ev tiştekî ne nûye di seqayên helbijartinan de, lê piştî danûstandinên germ di nav newekhevan de, di encamê de desteya giştî ya Hevbendiyê di civînên gera xwe ya 26an de, yên ku di 26 sibata bûrî de dest pê kirin û ta 5ê heyva adarê berdewam kirin, li ser desteyeke serokatiyê li hev kirin, ya ku ji birêz Enes El’bda ji bo serokatiyê, û birêzan Ebdil Hekîm Beşar û Semîra Mesalimê û Miwefeq Nêrebiyê wek cîgirên serok pêk tê, her wiha lihevkirin çêbû li ser Ebdilîlah El Fehed ji bo emîndariya giştî ya Hevbendiyê di vê gerê de, bi riya operesyana destnîşankirinê ji ber ku wî 63 deng anîn bêyî ku berbijêrên rikber pêre hebin.

-Gelo firakisyonên ku nerazîbûna xwe ji helbijartinên ku vê dawiyê çêbûn hene?

*Belê firakisyona dîmoqratiyan xwe ji helbijartinan vekişand, û wan ne berbijêr pêşkêş kirin û ne jî dengê xwe dan, lê derbarê desteya serokatiyê lihevkirin çêbû û ew hatin detnîşankirin, û firakisyona dîmoqratiyan vekişîna xwe ji Hevbendiyê bi tevahî ranegihandiye lê tenê ji helbijartinan vekişiyaye, û bêguman ev helwêsta wan sedemên wê hene û em rêzê li nerîna wan digrin, lê me dixwest ew bi me re bin, ji ber ku giringiyek wê ya berbiçav di nav firakisyonan de heye, û em dibînin ku nerîna wan nêzîktirîn nerîn e ji ya ENKSe re der barê Sûriya siberojê.

-Gelo tu dikarî ji me re behsa bijartina desteya siyasî ya Hevbendiyê bikî?

*Endamên desteya siyasî bi şêweyê kandîdkirin û helbijartinê hatin bijartin, hejmara berbijêran ji bo desteya siyasî 23 berbijêr bûn, 19 ji wan hatin helbijartin, hejmara endamên desteya giştî yên ku dengê xwe dan 75 endam bûn, piştî vekişîna firakisyona Dîmoqratiyan, û nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd yên di helbijartinan de bo desteya siyasî bi ser ketin, Fûad Elîko û Hewas Xelîl bûn.

-Gelo çima lihevkirin li ser Enes El’ebda ji bo serokatiya Hevbendiyê çêbû?

*Ne veşartî ye ku helbijartin hefteyekê hatibûn paşxistin, û karê serokatiya Hevbendiyê bi Heysem Elmalih di wê demê de hatibû spartin, ji ber ku ew serokê komîteya yasayî ye û bi temenê xwe jî mezintirîn kes e, piştî bidawîhatina dema serokê berê yê Hevbendiyê Xalid Xoca di 27ê sibata bûrî de, û bê guman piştî vekişîna firakisyona Dîmoqratiyan guhertinek ji nişka ve di terazûya hêzan de çêbû, û berê bijartinê ket aliyê lihevkirina li ser kesê Enes El’bdê, û bi rastî jî Enes El’ebde wek tê naskirin misilmanekî nermerê ye û ew demeke dirêj li Londonê berî vêketina şoreşê niştecî bû, her wiha ew demekê serokê Ragihandina Şamê ma bû.

-Biryarên ku gera 26an ji civînên Desteya Giştî piştî kandîdkirin û dengdanê gihiştinê çi bûn?

 *Wek biryar xala yekem ji mada 21ê ji rêzika bingehîn hat serastkirin, û eve têkista resen ya berê ye ku têde hatiye “Desteya Siyasî biryarên siyasî yên hewcedarî bi wan heye ji bo rêveçûna Hevbendiyê di nav 2 geran de ji gerên desteya giştî bêyî ku nakok be bi biryarên berê yên desteya giştî re, û desteya giştî mafdar e ku biryaran bipejirîne anjî ret bike di yekemîn civata bê de ji bo dana biryaran ku ew civat awarte be yan jî normal be”.

Û têkista rastkirî jî ev e”Desteya Siyasî biryarên hewcedarî bi wan heye ji bo rêveçûna Hevbendiyê di nav 2 geran de ji gerên desteya giştî bêyî ku nakok be bi biryarên berê yên desteya giştî re, û desteya giştî mafdar e ku biryaran bipejirîne anjî ret bike di yekemîn civata bêde ji bo dana biryaran ku ew civet awarte be yan jî normal be”.

Her wiha mada 17an ji rêzika bingehîn hat serrastkirin ku di têkist berê de hatibû ku wê civînên desteya giştî her heyvekê bin , lê di ya nû de civînên desteya giştî her 2 heyvan carekê ne.

-derbarê mada 8an ya girêdayî bi sîstema serokatiyê gelo hat guhertin yan jî weke xwe ma?

*Belê serrastkirin ji wê madeya sîstema bingehîn re çêbû ya ku têde berê gotibûn “Hevbendî wê bi helbijartinên sirî di yekemîn civîna endamên xwe de serokekî û 3 cîgirên wî ku yek ji wan jin be helbijêre, her wiha emîndarekî giştî ji bo 6 heyvan ku karibe bê dirêjkirin ji bo gereke dîtie tenê û wê cîgirê serok cihê serok bigre dema ne amade be an cihê wî vala be, her wiha Hevbendî biryardêran ji xwe re destnîşan dike û lîsteya ji bo birêxistina helbijartinan bi biryareke taybet ji Hevbendiyê derdikeve”.

Lê têkista serrastkirî ya nû “Hevbendî wê bi helbijartinên sirî di yekemîn civîna endamên xwe de serokekî û 3 cîgirên wî ku yek ji wan jin be helbijêre, her wiha emîndarekî giştî ji bo 6 heyvan ku karibe bê dirêjkirin ji bo gereke dîtir tenê û ew dikare careke din xwe bike berbijêr piştî 2 geran ji bidawîhatina gera wî,û wê cîgirê serok cihê serok bigre dema ne amade be an cihê wî vala be, her wiha Hevbendî endamên biryaran bidin ji xwe re destnîşan dike, û lîsteya ji bo birêxistina helbijartinan bi biryareke taybet ji Hevbendiyê derdikeve”. 

ShareTweetSend

Posts Related

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike

May 24, 2023
Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan Rapora Ofîsê bo Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan Rapora Ofîsê bo Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike

May 24, 2023
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Nûçe

Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Rapora Karê Xwe li Pêşiya Desteya Siyasî Pêşkêş Dike

Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan Rapora Ofîsê bo Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Pêşkêş Dike

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Helwesta Firansayê ya Piştgir ji Dadgehkirina Beşar Esed re Tîne Ziman

Hevbendiya Niştimanî Xweşhaliya Xwe bi Beşê Taybet bi Sûriyê ji Daxwiyaniya Girûpa Heft Dewletan Tîne Ziman 

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.