Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Fûad Elîko, tekez kir ko Milîtanên PYD ji destpêka Şoreşê de hevkariya Rêjîma Esed dikin. Destnîşan kir ko ewan rêyeke din jibil ya Şoreşê girtin.
Elîko Got: “Me ji PYD re pêşinyar kir ko peywendiya xwe bi Rêjîmê re bibire, lê ewan bi ya me nekir”, ji ber evê yekê jî me beşdarbûna wan ji aliyê Opozisyonê di Cinêvê de red kir.
Elîko doza tekûzkirina cîbicîkirina pêrabûnên çêkirina baweriyê berî danûstandin dest pê bikin, wek gihandina alîkariyan ji bo kesên dorpêçkirî û berdana girtiyan.
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar jî bangek ji Şervanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat re şand û doz li wan kir da jê cuda bibin û li rêzên miletê Sûriyê û Şoreşa wî vegerin, û li kêleka Artêşa Sûrî ya azad û alayên Şoreşê şer bikin.
Di gotineke taybet digel Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî got: “Serpereştên we bazirganiyê bi xwîna we dikin û ji bo parastina textê Rêjîmê rewanên we arzan dikin, yê ko rêbaza wî bi Kurdan re kuştin, girtin û zordarî û birçîkirin û koçkirin bû, Rêjîmê rûmeta Kurdan binpê kir ya hemû Kurdan”
Bêtir got: “Çi ecindeyên niştimanî an netewî bi serpereştên we re nîn in, lê belê yên herêmî digel wan de hene. Zarowên Kawa û Selaheddîn berê tifinga xwe bi sînga diktatorê Şamê û milîtanên wî vekin. berê tifingên xwe bidin peyayên Rêjîma Esed û Daiş ne bidin azadîxwazên Sûriyê, kuştina hevwelatiyekî Sûrî ji bil peyayên Rêjîmê û Daiş wek ko hûn hemû Kurdan dikujin.”
Jêder: Hevbendî+Enadol