Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê da zanîn, ku serbestberdana girtiyan ji girtîgehên rêjîma Esed wê derfetên serkeftina çareseriya siyasî bihêz bike, ku ev yek hatiye di tekesta biryara 2254 û di rêkeftina agirbesta karên dijminkarî de.
Îro roja çarşemê û di civîna desteya siyasî ya nû ya Hevbendiyê digel nûnerên girûpa dostên gelê Sûriyê de, endamên Hevbendiyê tekezî li ser serbestberdana bilez ya girtiyan kir nemaze serbestberdana jin û zarokan, berî destpêkirina gera danustandinan di heftiya bê de.
Herçende ku raporta komîta lêkolînê ya NY, ya ku di heyva sibata bûrî de derketibû, ku mirina bihezarên girtiyan di girtîgehên Esed de bi “cînosayîd” û bi ” tawana dijemirov” li qelem dabû, herwiha balkişandibû li ser giringiya raguhestina encamderên van tawanan bo dadgeha tawanên navdewletî.
Di civînê de amadebûyan behsa wan rêşûnan kir, yê ku pêwîst e ji aliyê NY bêne standin bo rawestandina binpêkirinên rêjîma Esed di mawê agirbestê de, û endamên Hevbendiyê balkişandin ser wê yekê ku rêjîm hewla têkşikandina agirbestê dike, ji bona rawestandina her yek ji pirosêsa siyasî û danustandinên ku li Jinêv bêne lidarxistin, ji ber ku rêjîm çareseriya siyasî naxwaze.
Endamên Hevbendiyê pilana xwe ya bo şeş heyvên pêş şirove kirin û dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî hatin gengeşekirin, û herwiha endaman cext li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo bajarê Dareya li gundewarê şamê bi zûtirîn dem kir, ku heta vê gavê jî hîç alîkarî negihiştinê.
Herwiha endamên Hevbendiyê tekez kir, ku agirbesta taxa Elwe’ir û Humisê dikeve çarçova rêkeftina di hindur biryara NY de ya 2368, û nabe rêjîma Esed û Rûsiya wê bide zanîn wek du agirbestên cuda.
Jêder: Hevbendî