Endamê desteya siyasî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ednan Rehmûn, daxwaza bizaveke bilez ji bo rizgarkirina navçeyên dorpêçkirî yên sûriyê û rakirina dorpêçê û gihandina alîkariyên xwarinê ji bona wan ji heryek ji NY û ji girûpa navdewletî bo piştgiriya Sûriyê kir.
Rehmûn got ku rêjîma Esed bi yekcarî astengiyan têxe li pêşiya derbasbûna alîkariyan bo hin navçeyên ku gelek niştecî û koçber li wan dijîn ku piraniya wan zarok û jin û pîremêr û jin in, ku jiyana wan di metirsiyê deye.
Rehmûn daxwaza karekî rijd kir ji bona temamkirina rêşûnên avakirina baweriyê kir ji bona misogerkirina pêvejoya danustandinên Jinêv li ser riya durist ku bibe derencamê çareseriyek siyasî ya dadperwer ku mafên hemû xelkê Sûriyê dabîn bike, bi rêka duristkirina desteyeke hikumraniya veguhêz ku welat ji doxa stemkarî û terorê bibe dewleta yasa û azadî û aştiyê.
Herwiha çalakvanên bajarê Dareya jî daxwaza gehandina alîkariyan û rakirina dorpêçkirina li ser bajêr ya ji aliyê hêzên Esed kirin, û li beyaniya îro jin û zarokên bajêr li meydanê kom bûn û bi laşên xwe xwe bangewaziya (SOS) çêkirin û dirûşmek hildabûn û li ser nivîsandibûn ” dorpêçkirinê ji ser Dareya hilînin”.
Herwiha ku dirûşimên êş û azarên mirovî hildabûn û daxwaza derbaskirina alîkariyên mirovî kiribûn herweku di tekestên biryarên NY de hatine.
Îro şîretkarê şanderê navdewletî yê karubarê mirovî Yan Îgîland di kongirekî rojnamevanî de digel Dîmestora got ku alîkarî negihiştine heft navçeyên ji aliyê rêjîmê û rêxistina DAÎŞ ve dorpêkir ne.
Îgîland got: ” ku rêşûn û daxuyanî astengiyan têxin pêş gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî “, balkişand ku NY giringiyê dide têbîniyên Rûsiya derbarê navçeyên dorpêçkirî lê bi rengekî yekser riftarê ligel wan nake, û amaje kir ku wê alîkarî ji esmanan bêne avêtin li ser hemû navçeyên dorpêçkirî li sûriyê .
Hêjayê gotinê ye ku ev çar sal in Dareya di bin dorpêçkirinê de ye, û xelkê wê her ji dawiya 2013an ve dibin qotkirina tevaya xizmetgozariyên sereke û kêmbûna xwarin û derman de dijîn, tevî ku rojane rastî êrîşên bi bermîlên teqîner û bombebarankirinê dibin, heta ku rêkeftina agirbestê di 27 reşemehê de ket di piratîkê de, ku bihnvedanek nû çêbû bidawîkirina oparisyonên serbazî yên berdewam li ser wan, lê tişta nexweş ku hêjî rêjîm sûre li ser sepandina dorpêçkirina wan û rêgirtin li pêş derbasbûna her corek ji corên alîkariyên xwarin û nojdarî ji bona xelkên dorpêçkirî re.
Jêder: Hevbendî+Wekalat