Dadgeheke Amerîkî, biryara birîna hukmekî, bê ku gunehbar amade be, bi berpirsyariya Rêjîma Esed di ber pilandanîn û cîbecîkirina teqînên li Amman a paytexta Urdunê sala 2005 çêbûn, tevlî ku di wê demê de”Rêxistina Alqa’ida Fî Bilad Alrafîdeyn” berpirsiyariya xwe di ber teqînê de ragihandibû, ev diyar dike ku Rêjîma Esed çêker û jêdera teroristiyê li herêmê ye.
Dadgehê di biryara gunehbarkirinê de, bal kişand ser rola Hêzên Ewlekariya Leşkerî yên bi ser Rêjîma esed ve di wan teqînên ku 57 qurbanî tê de çûn, ku yek ji wan derhênerê Sûrî yê Cîhanî Mistefa Eleqad bû, û ragihand ku Hêzên Ewlekariya Leşkerî yên Sûrî li dû wan teqînan bûn.
Avokatê Amerîkî , F.R.Cengîz, binûnertî , di ber du qurbaniyên jin ji yên di wan teqînan de gilî kiribû, û dadgeha sizakirinê li Amerîka, hukmê xwe bi gunehkarkirina rêjîma Esed derxist, û dît ku li gor nîşanên ji wan ve hatine xuyakirin, destê rêjîma Esed di pîlandanîn û cîbecîkirina wê operesyonê de heye.
Di biryara dadgehê de, ya li ser bingeha gunehbarkirina Rêjîmê hat, divê Rêjîm ceza bibe bi dana 347 milyon dolar, wek hin maf ji bo malbatên qurbaniyan.
Tê zanîn ku ew teqînên bûrîn yên ku li Amman, paytexta Urdunê sala 2005 xistin, 3 otêl armanc kiribûn, û di encamê de 57 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 120 kesên din birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî+Alarabiya