Bo zaniyariyên bêtir li ser rewşa koçberên Sûrî li Danimarkê, ev hevpeyvîn bi helbestvanê Kurd Jan Pêt Xorto re ku ji çend salan ve li Danimarkê dimîne hebû .
– Gello tişta ku Wezîra Dadweriyê ya berê Karn Haykrob gotibû” Piraniya penaberên Sûrî ku dozname di vê demê de pêşkêş kirine li welatê xwe di warê kesayetî de ne bindest in ” helwesta hikûmeta wê û milletê Danimerkî bi giştî ye.
Divê ku em bizanibin ku hikûmet bi giştî yekser bi zimanê milletê xwe naaxivin, lê bi zimanê siyaseta hilbijartî ji fermandariya vê dewletê re, û karê bo peydakirina cihekî xurt jê re di nav dewletên dî de. Ji vê bingehê, tişta ku Wezîra Dadweriyê ya berê Karn Haykrob derbarê penaberan axivîbû, zimanê hikûmetê derbarê pirsgirêka penaberan e bi giştî, ne tiştê ku milletê Danimarkî bi giştî pê bawer e, pirsgirêk di nefamkirina kesên ku tên van dewletan ji sîstema penaberiyê re li wlatên Ewrupî bi awayekî yasayî ye, lê ew xwe dispêrin tiştê ku li vir û wir tên gotin. Dema ku Wezîra dibêje piraniya kesên hatî bi giştî ne bindest in, ew xwe bi awayekî sereke disperse yasayê. Wateya gotinê di vir de, bindestiya kesayetî , bidûvketina yasayî, kesayetî ye, yan siyasî ye bo heman mirovî.
Û ev yek jî ji kesên ku ji cihên şer tên cuda ye, ku li wir bindestî bi giştî ye, mirin, girtin, û işkence her kesî dide ber xwe, ne tenê mirovekî. Lewre, û li gor nerîna yasayî, dema ku şer bidawî dibe, ev bindestiya bi giştî tune ye, herweha penaber dikarin vegerin malên xwe.
– Tu tirs derbarê vegerandina penaberan bo welatên wan heye, bi taybet ku dema “Iqametê” li Danimaerkê bo salekê ye, dibe ku du salên dî bê dirêjkirin?
Pirsgirêka vegerandina bo welatên wan ne tiştekî hêsan e, hikûmeta Danimarkî dizane eger şer bidawî jî bibe, Sûrî hewcedarî du salan e, eger ne bi dehê salan be, ta ku deverek aram bo jiyanê be, bi taybet piştî derketina hêzên islamî li deverê, û çêbûna pêkhatiyên regezperist û olî ên hemereng li hemû deverê.
Di nerîna min de giringtirîn sedem bo tengkirina sîstema penaberiyê li vir, mecbûrkirina penaberan ji bo kar e, ta ku di civaka Danimerkî mîna penaberên Tirk, Filestînî, Iraqî, û Bosnî aktîv bin. Encama gotinê divê penaber ziman bixwînin ta bi awayek hêsantir bikaribin “Iqameta ” xwe nû bikin, ya malbatê lihev bicivînin, sîstema penaberiyê li vê deverê wisa dibêje, divê her dem em di bîra xwe de bînin ku gerek em ne bi yek alî li tiştan binerin, hikûmetên Ewrupî bi awayekî qenc bo hembêzkirina penaberên ji Sûrî tên kar dikin, lê em bi awayekî giştî li tiştê neyînî bêtir ji yê erênî dinerin, rexneyên me bo dewletên Erebî pir kêm in, (Tevlî nepejirandina wan ji hembêzkirin û pêşwaziya penaberên Sûrî re) vajî rexneya me ya berdewam ji dewletên Ewrupî re ku ta ji wan tê alîkariya penaberan dikin, ne tenê li Sûryayê, lê belê li gelek dewletên dî jî.
– Hûn nabînin ku gotarên siyasetmedaran li wan welatan bandorek wê yekser li ser kolanê heye, wek mînak, lêdana xortin Danimarkî vê dawiyê li keçeke sûrî penaber ku li nêz mala xwe dilîst?
Destpêkê, nabe ku em karekî tekane û kesayetî bi siyaseta Hikûmetekê ve girê bidin, rast e, bandora gotarên siyasî li ser raya giştî heye, lê ew bandor, li vir, li dewletê Ewrupî li ser aqil ava dibe, vajî civakên me ku li ser hest û girêdanên siyasî û idyolojî yên kor ava dibin, li vir em careke dî vedigerin mijara neyîniyan bêtir ji erêniyan, pereyên ku hikûmeta Danimerkî li ser penaberan datîne, pereyin pir gelek in û nayên aqilan, û ev yek bandora xwe li ser mejiyê hindek kesên Danimerkî ku xîreta wan li ser welatê wan heye dike, lewre eger bûyerek li vir yan li wir, li welatê Danimarkê diqewime, ew nayê wateya ku ev mirov nimûneyê civaka Danimerkî ye, ez bi xwe pir li ser wê keçê aciz bûm, lê divê em bi nerînek giştî li bûyeran meyze nekin, tenê ji ber
em hest dibin em lawaz û qels in, û li van welatan “Dexîl” in.
– Weke revenda Sûrî, tu çalakiyên we yên çandî li van welatan hene, we dikarîbû çi guhertinê bixin mejiyê mirovê Danimerkî de?
Revenda Sûrî li Danimerkê revendek pir zîrek e, bi taybet kesên ku nû tên van welatan, wêneya mirovê Sûrî li Danimerkê ew e, mirovin ji rûniştina li mal hez nakin, her dem ew hewl didin ku karekî bikin, çi xwendin, kar, yan tevlêbûna civakî, û hejmarek ji komên ciwanan hene bi gelek çalakiyan li bajarên Danimerkî radibin, werşeyên kar ên tev li hev bi Danimerkiyan re dikin, şevbuhêrkên mûzîkî, û ahengê xwarinên Sûrî, yan vekirina navendên ziman ..htd. ji hêla fermî de, peymangeha me, peymangeha rewşenbîrî a Sûrî li Danimarkê, yek ji karên aktîv e bo peydakirina bingeheke rewşenbîriyê û danasîna pêkhatiyê Sûrî li Danimerkê , û alîkariyê dike bo tevlêbûna Sûryan di vê civakê de, herweha lidarxistina gelek ji çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî bo veghheztina çanda Sûrî bo civaka Danimerkî bi awayekî akadîmî û aktîv.
– Me bihîst ku hindek ji helbestên te li zankoya Kobinhagin – beşê wêjeya Erebî a nûjen tê xwendin, tu dikarî ji me re li ser wê ezmûneyê biaxivî, û çi bandora wê li ser pêvajoya te ya nivîsandinê hiştine?
Erê, berya çend rojan ez hatim haydarkirin ku hindek ji helbestên min li zankoya Kobinhagin tên xwendin, ew agahî ji min re cihê serfiraziyê bû, du pirtûkên min li Sûryayê berî derketina min, bi awayekî nefermî hatine çapkirin, ji ber di wê demê rêdana Wezareta Rewşenbîriyê bi dest min neket, pirtûka min ya sisyan bo zimanê Danimerkî hate wergerandin, di sala 2011an de hate belavkirin, û ta niha dema min tune bû ku ez kopiya bi zimanê Erebî belav bikim, dîwana sisyan bi awayekî baş li vê deverê hate pêşwazkirin, tu dikarî dîwanê li hemû pirtûkxaneyên hikûmî û taybet li Kobinhaginê peyda bikî.
Lewra dema tu hest dibî ku nivîsên te li mişextiyê cihê rêzgirtinê ne, tu digihêjî qonaxeke wêjeyî hest dibî tu peyamgihênekî wêjeyî bo çandeke destnîşankirî ye li vê mişextiyê, ji bo vê yekê pirsyariya nivîsê ketiye asteke dî de, ji ya berê cuda ye, helbet ev ji min re cihê serfiraziyê ye.
– Di riya têkiliyên we bi kesên rewşenbîr re li Danimarkê, we dikarîbû ramanên wan derbarê reva xelkê Sûrî biguherin?
Di dema dawî de min gelek gotin, li gelek deveran, li vir, li Danimerk pêşkêş kirin, herweha ez penaberên nû fêrî çare û imkanên xwendinê li vir dikim, di riya van gotar û semînerên ez didim, her dem behsa mijara penaber, û sedemên yekser ji bo penaberiya wan ji dewletên Ewrupî re dikim, ta li hindek şevbuhêrkên me yên ekadîmî biçûk bi hevalan re li zanko û çayxaneyan, em her dem behsa vê mijarê dikin, ta em diyarde û nîşanên sereke û rast ji şerê Sûrî re dûrî zêdekirina ajansên nûçeyan ên berdewam û rêbazkirî li ser bingeha guhdan û berjewendiyên nîşankirî ji van ajansn re şîrove bikin.
– Çi çalakiyên we hene da hûn birîna Sûrî a kûr bi xelkê naskirin bidin.. Gello xelk çawa li van ramanên we dinerin?
Wek kesayet, gelek xwendinên min ên helbestî di her du mehên bê de li gelek bajarên Danimerkî hene, her car ku ez derdikevin ser dikê bo helbestê xwe bixwînim, çend deqeyan behsa rewşa Sûrî û xelkî Sûrî li penaberiyê dikim, ez sûdê ji van dikan dibînim bo şîrovekirina êşên xelkê ku tu dik ji wan re tune ne ta li ser wan biaxivin.
Lê bi awayekî fermî, di riya peymangeha rewşenbîrî re, me gelek çalakî bo çav-vekirina civaka Danimerkî li ser pirsgirêka Sûrî de kir û em hîn jî dikin. Wek nimûne, me berî du hefteyan (roja Hema) vejand, me kesin ekadîmî Sûrî ji Birîtanya û Danimerkê bo li ser kuştara Hema biaxivin, û behsa kuştarên ku niha hikûmeta Sûrî derheqê milletê Sûrî dikin vexwendî kirin, herweha me dokment-filmek li ser kuştarê pêşkêş kir, ev yek nimûneyek ji nimûneyên me kirin, û ji bo pêşerojê gelek çalakiyên me li ser çand û wêjeya Sûrî (Ereb û Kurd) hene, ev çalakî tev ji hêla Danimerkiyan bi awayekî erênî tên pêşwazkirin, û bi alîkariyek berdewam ji çalakiyên bêtir re.
Kerta Pênasînê A Helbestva Jan Pêt Xorto:
– jidayikbûna Gundê Erinde 1986 ji bajarê Efrînê ye, xwendina xwe ya binertî li Helebê temam kir, Rojnamegerî li beşê ragihandinê li Şamê xwend, lê ji ber girtina wî di sala 2007an de, ji zankoyê di sala sisiyan de hate rawestandin, û piştî gelek acizkirin ji hêla şaxê Ewlehiya Siyasî, Saloxgirên Azmanî, û şaxê Ewlehiya Dewletê mecbûr bû ku derkeve derveyî welat.
– Niha li Paytexta Danimerkê dijî, û beşê Aboriya Syasî li zankoya Kobinhaginê dixwîne.
– Bi heft zimanan dizane( Kurdî, Erebî, Ingilîzî, Danimerkî, Firensî, Nerwêjî. Û Rûsî).
– Endamê Encumena Bilind ya Desteya Netewên Yekbûyî bo Ciwanan li Danimerkê.
– Endamekî damezerêner e di Encumena Rêvebirî de a Peymangeha Sûrî li Danimerkê.
– Endamê Yekîtiya Nivîskarên Danimerkî ye.
– Ji Pirtûkên wî:
– Tenê Peyvine Bidawî Nabine, Helbest 2006 – Erebî
– Mamik, …… Helbest 2007 – Erebî
– Jiser-rêçûnên Dojehê, Dema ku Welat Di Bêrîkan De Tên Hilandin, helbest, zimanê Danimerkî 2011
– Gelek gotar di rojnameyên Danimerkî bi zimanê Erebî.