Hevpeymana Nato duh Duşembê, derbasbûna firokên Rûsî ji azmanê Tirkî re li ser sînorê Sûrî şermezar kir, û Enqere gefên bersivdanê xwarin eger ku ev tevdan dûbar bibe, û hevpeymanê got ku endamê wê ” nerazîbûnê bitundî tînin ziman” û derbasbûna erdên Tirkî û erdê Hevpeymanê “şermezar dikin”.
Hevpeymanê balyozê her bîst û heşt dewletên xwe bo civînek lezgîn xwestin, bo bersiva li “Binpêkirinên neqebûlkirî ji azmanê Tirkî re” piştî derbasbûna firokeke şervan a Rûsî ji sînor re li gor ku Emîndarê Giştî ji Hevpeymanê re Yins Stoltinbirc binav kir, û weha jî got: Firoka Rûsî wek heman derbasbûn û binpêkirina ku roja şemiyê rû dabû kir û got” Wê Rûsya pirsyariya çi bûyerin nepijirandî hilgire ” Eger ev tişt dûbare bibe”.
Li Waşingtunê, Koçka Spî got” Tiştê ku Rûsya pê rabûye tevdan e”. herweha Wezîrê Derve ê Emirîkî Con Kîrî di serdana xwe ya niha li Tişîlî lidar e got” Eger Tirkiyayê bersiv daba.. wê rûbirûbûnek bi çekan çêbiba, ev yek bi xwe me gelekî hişiyarî jê daye” .
Ji hêla xwe ve, wezareta Tirkî a Derve, duh, got:” Çekê azmanî ê Tirkî du firokên xwe ji coreya F16 berdan, piştî ku firoka Rûsî azmanê wê li nêz Herêma Hatay li Başûrê welat derbas kir”.
Herweha Tirkiyayê balyozê Moskoyê bo pirotustokirina vê binpêkirinê xwest, û got ” Wê Rûsya di ber çi bûyera nepejirandî ku dibe çêbibe pirsyar be, eger ev tevdan dûbare bû”.
Serokê Hevbeniya Niştimanî Sûrî ji Civaka Navdewletî xwest ku êrîşa Rûsî ya nerewa li ser Sûryayê şermezar bike, ya qurbanî bi sedema wê ketin, û hejmara wan gihişt 60 şehîdî, zarok û jin jî di nav wan de hene.
Xoce hişyarî da derbarê bandor û encamên xerab ji êrîşa Rûsî ya wêranker û kujer re, ku hejmara mişext û penaberan ji ber armanckirina deverên nişteciyan rezêde kir. Herweha Xoce hişyarî da ku dagîrkirina leşkerî a Rûsî encamin wê yên mezin hene, ne tenê li ser Rûsan, lê ew ê tundrewyê bihêz bike, û wê yedekek di destê Daiş de be, herweha wê qeyrana penaberan bêtir bike, wê Sûrî û cîhan tev de ji ber vê destwerdana kirêt kêm aramî û hedan bin.
Jêder: Hevbendî – Ajans