Amadekirin : Hîwa can / Hewlêr
Mehmûd Ezîz Şakir ji dayikbûyê bajarê Dirbêsiyê ye di sala 1950z , ji ber rewşa wan ya xizanî nikarîbû xwendina xwe ji bilî pola şeşa temam bike. Lê ji wê çaxê de kêfa wî ji hunera muzîk û stiranê re dihat , û ji wê çaxê de guh dida stiran û dengbêjan heta bû xort. Destpêka hunera wî ji Êzgeha Bexdê bû di sala 1969 heta sala 1979. Li wir zêdey 20 stiranan tomar kirin ji saz û awazên birayê wî Mihemed Elî Şakir , û tê zanîn ku birayê wî jê re diser 100 sitranî re amade kirin.
û ji ber ku ew Niha Serokê Sendîkeya Hunermendên Kurd li Sûriyê ye me bi navê malpera Hevbendiya Niştimaniya Sûrî beşê kurdî ev hevpeyvîna taybet pê re saz kir.
– Ev sendîke çiye û jibo çiye ? nexasim hûn ne li welatin.
– Hunermend jî weke gelê sûrî bûn penaber , û ji ber şoreşa sûrî berbi firehiyê diçû, Me xwest em hunermendê kurd têxin hundirê sendîkeyekê jibo karê me têkeve warekî rêxistinî, û jê pêve em têkevin warê Rêxistinên Civaka Sivîl, û ji ber beşên hunerê pirin her beşek di taybetiya xwe de kar dikir , û di roja 4\7\2013an de me kongirê xwe yê yekemîn li parêzgeha Hewlêrê lidar xist , û paş re me şaxên xwe li parêzgeha dihok û silêmaniyê vekirin, û ji ber baweriya me bi rola hunermendan di şoreşa me ya vêketî de, Şoreşa rûmetê, mejî xwest di hundirê vê şoreşê de aktîv bin.
– Tu wek serokê sendîkeyê, xwendina te ji bûyerên dawî li sûriyê bi gîştî , û li deverên kurdan bi taybetî çê dibin çi ye?
– Bûyerên dawî li welatê me xaçirêkek din ji xwere dît , û em ketin şerekî xwe bi xwe û dûrî armanca sereke ketin , ewjî ji ber şoreş ket destê hêzên çekdar yên ji welatên cîhanê tevî hatin. Û karê wan bêhtir diket xizmeta rêjîmê û dijî şoreşê bû. û di dema dawî de rêjîm aramî ji bajarên kurdan jî birî gava berê rêxistinên terorîst da bajarên me.
– Hêviyên we hene kû Hevbendiya Sûrî xwedî li pirojeyê we yê hunerî derkeve ?
opozisyona Sûrî û Hevbendî hîn di warê xwerêxistinê de ne û hêviya me bi wan bilind e ji ber hêviya me Herduyan yek e.
– Hûn dibînin ku Encumena kurdî wê bi rola xwe wek tê xwestin di hundirê Hevbendiyê de rabe ?
– Encumena kurdî jî weke beşên opozisyonê ye. Eger xurt bibe û aktîv bibe wê rolek xweşik di şoreşê de bilîze.
– Nirxandina we ji rola partiyên Kurdî re ji destpêka şoreşê de û heta ana çi ye?
– Partiyên kurdî li sûrî kar kirin ku bibin beşek giring di şoreşê de û ew kar dikin li gorî pêdiviyên xwe û armancên xwe yên netewî û niştîmanî , û hebûna wan di hundirê Hevbendiyê de nîşanek e ku ew di pirojeyê xwe yê niştîmanî de rast in.
– Hûn weke sendîke çi hêviya we ji Hevbendiya Niştîmanî Ya Sûrî heye?
– Hêviya me ji Hevbendiyê ew e ku xwedî li vê sendîkeyê derkevin û piştgiriya me ser zêdey astekî bikin û nexasim warê abûrî , û nedîtina wan ji me re tê wateya pûçkirina pirojeyekî niştîmanî ji bo avakirina welatekî dîmuqrat ji hemû welatiyên sûrî re.
– Hûn peymana dihokê ya hat pêkanîn di navbera E.N.K.S û TEV-DEM ê de çawa dibînin ?
– Heta ana me tiştekî berbiçav ser zemînê nedîtiye, ji bilî dijberiyê û nakokiyên vala yên kuştin in ji demê re , û ji alîkî din ti gerantî ji welatên hawîrdor û ji civaka navdewletî tune ne.
– Tu weke hunermendekî mezin çi pirojên te yên hunerî di dema dawî de hene?
– çend pirojên hunerî hene û ez hêvî dikim ku ez wan temam bikim, Sitranek li ser pêşmerga ye û sitranek li ser kobanê ye.