Nûra Elemîr Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî doz li Rêkxistinên mafê mirovan yên Navdewletî kir ji bo“kartêkirina rola xwe ya mirovî û yasayî bikin û li dengê mangirtina Girtiyên zindana Humsê guhdarî bikin, ya ko Îro Girtiyan dest pê kir, ji ber Rêjîm tawankariyan li dijî wan bikar tîne” . jêderekî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê re ji hundirê Zindanê tekez kir ku”ji ber operasiyonên êşkence û kuştin û veşartina bi kotekî ya Esed li dijî Sûriyan bikar tîne, yaxîbûneke Sivîl li hundirê Zindanê dest pê kir.”
Elemîr got: “gerek sînorek ji tawankariyên Esed re yên ko nandozên wî di dermafê Girtiyan de dikin bê danîn, û ferizkirina çavdêriya tenduristî li ser Girtîgehên ko ji bo viyana milet têk bibin bikar tên.”
Elemîr dibîne ko giring e Xaça Sor derbasî Zindanan bibe û çavdêriyê li ketwarê tenduristî û yasayî bike.” Û destnîşan kir ko “Ev ne cara yekê ye li Zindana Hums ya Navendî yaxîbûn çê dibe, lê berê jî çê bûye û gelek Girtî ji bo wê hatine kuştin û hin din ji mafê çareseriya xwe bêpar bûne.”
Elemîr tekez kir ku”hejmara Jinên girtî berdewam pir dibe, û hemû sozên ko ji aliyê Dadgehê û Birêveberiya Zindanê ve ji Girtiyan re hatine dan tev de vala derkein.”
Jêder : Hevbendî