Wek ku lehî riyan tazî dike, û tiştê nepenî di binê newalan de eşkere dike bi pêlvedana lehiyê û lêdana wê ji kêlekên newlaln re, wisa şoreş jî, xelkê dide xuyakirin, û her yekî vedigerîne koka wî ku tê de û li ser xwedî bûye, lewre şoreş dibe ezmûneya rastîn ji wan kesên ku li ser Textê gotinan rûniştine, ji bo vê yekê tazîkirin beşek e ji tiştên ku pêvajoya rojên şoreşa Sûrî pêk anîbû.
Ji ber giringiya rola gotinê, berdewamî û bandora wê di şoreşê de, beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê a Hevbendiya Niştimanî Sûrî de ev hevpeyvîn bi helbestvan Merwan Xorşîd Ebdilqadir re çêkir.
– Mamoste Merwan te bejnin Erebî yên navdar, ji ber helwestên wan yên neyînî ji şoreşa Sûrî rexne kirine, gelo ji ber kêmayî di bingeha wan a ramanî de ye, ya şoreşê nikarîbû wan kesan ber bi cîhana xwe de bikşîne, an jî te rexne li nebûna helbestê bi giştî kiriye?
Bi rastî, helbest di van şoreşan tevan de ne xuya bûn; hebûna wan di şoreşên Buhara Erebî de wenda bû, çi li ser asta helbestê be û çi ya helbestvan be, qurbaniyên şoreşa Sûrî gihiştin 300 Hezar şehîd, mixabin me helbesteke layiq bo van qurbaniyn nexwend, hîn jî hindek helbestvan helbestan pêşkêş dikin, tu dibêje belkî yên berî deh salan e.
– Te behsa ketina navên mezin di qada wêjeyî de bi saya şoreşê kir, mebesta te kî bûn?
Erê, min got Buhara Erebî gelek navên li azmanê rojnamegeriya wêjeyî ya Erebî û cihanî şewq didan vemirandin, di destpêkê de ewê bi navê Edonîs ê ku reşbîniya xwe ji şoreşa ku ji mizgeftan derdikeve, ne ji zankoyan, anî ziman, û gotara wî li ser peykerê Ebû El-Ela, û helwesta wî ji şoreşa Xumeynî. Herweha Ebdil- Mu`itî Hicazî û helwestên wî ên Teşbîhî, ta sîpeyê heyştê salî Unsî Elhac ê ku mîna gêjan tiştê ku li ser pilana Artêşa Azad sebaret revandina Sulaf Fewxircî bawer kiribû û di rojnameya El-Exbar de nivîsandibû: (Hunermendeka ji roniyê ye divê ji bilî Evînê nebîne), bê ku jibîr bike behaneyan ji piştgiriya wê ji rejîma kujer re derxe û neke pirsgirêk û got: (Piştgiriya wê hunermendê bo rejîmê, wefedarî ye bo guhdana rejîmê ne tenê bi wê, lê belê bi bilindtirîn tişt li Sûryayê, ku ew jî huner e). ji bilî wilo helbestvanên helbesta devokî ên mezin li Misrê mîna Ehmed Fuad Necim ê çûye ber dilovaniya xwedê, yê ku rola wî mîna helbestvanekî şoreşger bi gotara wî a dawî li ser ekranên ragihandina Mesrî yên ast-nizim bidawî bû, dema pesnê Ebdil- Fettah El – Sîsî bi peyva ” Nêr”e da . Lîste dirêj dibe mîna Nezîh Ebû Efeş, Adil Mehmûd, Zahî Wehbê, û Se`idî Yûsif..hwd.
– Te Behsa Nezîh Ebû Efeş kir, dema mirov helbestên wî dixwîne diruvên “Mesîh” ji bala merov naçe, gelo mirovahiya vî helbestvanî piştî kuştina derdora Du Sed Hezar kesên sûrî bi ku ve çû?
Nezîh Ebû Efeş dadweriya rejîma Sûrî di negirtina xwe de didît, ji ber zordarî tu rojê li ser nebûye, û yek şevê di zindanên Esed de yên ku gelek navdarên hevalên wî tê de razane ranezaye, Nezîh yê ku navdariya wî piştî salên Heyştê ji sedsaliya bûrî zêde bû, helbestên wî bo pirsgirêkên rewşa giştî bûn bêtir ji noqbûna di tiştên kesayetî de, bi rastî me tu car bawer nedikir ku wê destê kujeran dijî milletê xwe û pirsgirêkên wî bigre, nizanim belkî ji ber kêmnetewîbûna wî bû, yan qublenimaya ne durust bû, yan bi yek car di destnîşankirina aliyên ku winda nabin têkçûye, û gerek ne weha ba tevî ku çeprewekî pîs e.
– Gelo çima hestyariya helbestî li gel Adil Mehmûd nehişt ku bi tiştê li Gundewarê Laziqiyê dibe hest bibe, rejîm çend kîlomitran nêzîk wî çiyayê Kurdan û Turkmanan wêran dike?
Em dirêj li ser naxivin, lê di bîr de tînim ku di roja kuştara kîmawî de, Adil Mehmûd nivîsand û evîna gulekê salix da, wek ku xemgîniya wî li ser zarokên kîmawî tenê di vê nivîsa romansî de diyar dibe, ku mirina wan zarokan a giştî nabîne cihê hindek bêdengî û şermezariyê, gello em dikarin çi di vî warî de zêde bikin, ji bilî pirsa: Ew çawa Gundewarê Laziqiyê bê Selma û xwişkên wê dibîne? Binpêkirina siruştê bi top û mûşekan çawa dibîne? Çawa dikarê kêfxweşiyê bi Oksicîna gundê xwe (Eyn El- Bûm) bike piştî ku tevli Oksîda Kerbon a jehrdar a ji şewata daristanan derketibû bû? Çawa dikare helbesta xwe binivîse, û çend kîlomitran nêzî wî kampên mirinê ku bi êşa jin û zarokan dagirtî ne hene?
– Gello hestyariya helbestvanê Libnanî Zahî Wehbê derbarê her tiştê ku bi serê zarokên Sûrî de hat bi ku de winda bû, ji bilî wilo, piştî çirûska şoreşa Sûrî pêket, Wehbê dest ji karê di kenala El- Musteqbel de berda, û di kenala El – Meyadîn ya piştgira rejîmê de kar kir.
Zahî bû zirneyek nihasî zingargirtî ji yên berxwedana derewçîn, mixabin, erê, destnîşan dikim, ya derewçîn, hemû helbestên xwe avêtin, û nedikarîbû bi yek gotinê bo zarokên Sûrî ku li ser destê hêzên berxwedana xweragir biaxive, lêbelê, dibe ku xerabtirîn helbesta wî ew bû a ku zindî li ser kenala Meyadîn bi hunermend Xesan Mes`ûd re hûnand, dema ku li ser welat got, welatê ku ew û mêvanê wî ji bo Esed xwe dikin bi qurbana wî.
– Tu di Helbesta xwe ya bi navê (Li Ber Wendabûnê) de dibêjî:
( Were em ê tivingê ji destpêkê de amade bikin
Dema ku amade bibe, em ê serê wê bixin nava axê de
Yan gulleyên wê bi hewa de berdin.)
Te di destpêka wê helbestê de çi nîşan dikir mamoste Merwan?
Piştî ku (Kevz) li ser laşê şoreşê pir bûn, û piştî ku her beşekî çekdar ecindeyên xwe amade kirin, û piştî ku binpêkirinên bi navê şoreşê pir bûn, ez dibêjim dive ku şoreş sibe laşê xwe ji qirêjên ku pê ve daliqiyane paqij û temîz bike.
– Xwîna zarok, jin, û zilamên Kobanî hîn ziwa nebûye, gelo cihê Kobanî di wijdanê helbestvanê ku dîwanek bi temamî bo şoreşa Sûrî terxan kiriye heye?
Kobanî bi pelikên dil pêçayî ye, çawa mirov dikare li ser xemgîniya xwe rakeve, Kobanî xemgîniya me ya xwîndar e, bi vê helkefta êşdar, wê şevbuhêrkek helbestê di 5/7 li çayxaneya Fatan li taxa Eqsray, li Istenbolê lidar bikeve, û ev jî yek ji helbestên li ser bajarê birîndar e, yê ku derbên zêdeyî tehmûlkirina xwe xwarin.
Kobanî
Ya Ku destê xwe ber bi azmanan vedikir …Dapîra min e
Ya piyên xwe ji erdê radikirin û bi êş û xemgînî li paş xwe dimeyzand.. Dayika min e
Ya ku zarokên xwe bi werîsan bi xwe ve girêdabûn… Xuşka min e
Yê ku li ser millê neviyê xwe, yan neviyê kurê xwe bû.. Bapîrê min e..
yan bapîrê bavê min bû
Yê ku kurê wî ew liser kursiyê wî yê rêveçûnê dikişand…Bavê min bû
Ê ku çek hilgirt û xwe di erda xwe de çand .. Birayê min e
Ya ku ji heriya wê ev hemû hatine stiran û çêbûne..
bapîr û dapîra min
Dê û bavê min
Xuşk û birayên min
Ew Kobanî ye..
Ew e ya ku ev hemû li xaka wê vegeriyan
Û wê vegerin.