Ji bo nirxandina rewşa Sûriyê ya siyasî, û rawestana li ser girinktirîn piroblemên di saziyên rikberiyê de bi hemû aliyên wê ve, beşê kurdî yê nivîsgeha ragihandê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, ev dîdar bi nivîskar û çalakvanê siyasî D. Mihemed Mehmûd re kir.
Gelo tu nabîne ku dewletên xwedan endamtiya herdemî di Encûmena Ewlekariyê de yên ku rojekê ji rojan dihat gotin ku ew sûdemendên ji vê cengê ne, û ew bi xwe heye ku beşdariyê di bidawîkirina cengê de bikin eger bercewendiyên wan di riya rikberiyê re cîbecî bibin?
Ew hevrêziya Rûsî Amerîkî bû lihevkirinek nêztekûz, û sebaretî dewletên xwedan bandoreke cîhanî, tiştên ku wan dighîne hev pirtir in ji yên wan dûrî hev dixin, tevî pirbûna rikberiya wan ji hev re, û ez dibînim ku dijîtî hatiye naskirin ku ew beramberiya terorîstiyê ye, û ew mijareke hêzên navdewletî û herêmî tev li ser yeknerîn in, û eger em wê gotinê ya dibêje ku pêşindeya van hêzên navdewletî tevan aramî ye, lê li gor bercewendiyên wan yên abûrî û siyasî bi taybetî di Sûriyê de û li deverê bi giştî, û ew aramiyeke di bin destê hêzên hevalê xwe de dibînin, û gelê Sûrî jî aramiyê dixwaze lê ew dixwaze aramiyek bi rûmet û azadî be,ev li gor danasîna beranberiyê, lê li vê dijîtiya hev bi giştî tê nerîn ji destpêkê de ku ew şerekî navxweyî ye, û çîrok ne ew e ku mileteke û daxwaza rizgarbûna ji diktatoriyeteke kirêt dike, ji lewra ta niha ne rikberî û nejî rêjîm tu giringiya wan bi nerîna navdewletî û herêmî tuneye, heta ku ew nakokiyên di nav xwe de çareser nekin, û di gumana min de rêjîm ta niha bercewendiyên dewletên mezin ji rikberiyê bêhtir cîbecî dike bi sedema talankirina biryara siyasî ji rikberiyê bi giştî.
Di nerîna te de hevaltiya Rûsiya di vê qonaxa metirsîdar ji şoreşê, ji dijîtiya wê ne çêtir e, di dema ku bercewendiyên wê yên yekser li Sûriyê ,bi hebûna Esed û nebûna wî, di Sûriyê de hene?
Rûsiya ne rêjîm û ne jî rikberî jêre ne giring e, tenê dixwaze hêza xwe ya navdewletî di riya kirîza Sûriyê de vegerîne, û ta niha Rêjîmê garantî dane wê, û dergeh jê re ji bo kuştin û derbederkirina gelê Sûriyê vekiriye, û rêkeftin di navbera Rûsiya û rêjîmê weha ye: parastina Rêjîmê beramberî mana Rûsiya di navçeyê de ta demek ne diyar, û rûsiya cîbecîkirina bercewendiyên xwe di riya rikberiyê re ne dîtiye ji ber jiberhevketîbûna wê.
Tê zanîn ku rêjîma Sûrî her û her gendelî li Sûriyê belav dikir ji bo berdewamiya desthilata xwe, ta çi astê şoreşê karîbû xwe ji van armancên Rêjîmê biparêze?
Pêwîstiya me bi şoreşên derûnî yên mezin heye ta ku em karibin bandora serdemên rêjîmê ji dehên sala ve nehêlin, û ev tişt hat diyarkirin ku pereyên siyasî karîbûn gelek ji kesên digotin em şoreşgerin bughere, em nikarin ji wan nexweşiyên rêjîmê rizgar bibin, şoreşek avakirina kesayetiyê ji mere pêwîste.
Eger pereyên siyasî karîbûn bandora xwe di serdema şoreşê de di nav çalakvan û rikberiya Sûrî de bike, gelo wê rewş çawa be piştî ku aştî çêbibe û ew têkevin dewsa Rêjîmê de?
Wek me got em hewcedarên demê ne ji bo pakkirina derûnê û rizgarbûna ji nexweşiyên rêjîmê û perwerdebûna karê tevayî ji mere divê, û piştxwehiştina ezezînê, ji ber ku pereyên siyasî ezezîtî pir kiriye, û di baweriya min de dema ku rêjîm nemîne heye ku piraniya xelkê ji wan nexweşiyan rizgar bibin di demek kurt de, ji ber ku gelê Sûriyê dikare zû xwe nû bike û pêş bikeve
Tu nabîne ku karvedanên kolana Sûriyê der barê rewşa wî bi şêweyekî hestyarî tenê ne, gelo ev şêweyê bi hestan tenê wê karibe dewletekê ava bike?
Ta niha ew şêweyê hestyarî zora yê aqilane di danûstandinan bi hemî bûyeran re li rex piraniya xelkên pirtir e, û ev daxwaza Rêjîmê û hin dewletên din yên mezin e, ji bo jihevxistina gel, û em tev li dijî Beşar û dezgehên wî yên ewlekariyê kar dikin, lê niha li her gundekî Beşarek û dezgehek ewlekariyê çêbûye, û hîn rêça me dûre ta em karibin ji van nexweşiyan tevan rizgar bibin.
Gelo tu dibînî ku ewên berevaniyê di ber kêşeyên gelê Sûriyê de dikin di wê astê de ne ku wê berevaniyê li ser asta navdewletî de bikin, an di wê nûnertiyê de têkçûne?
Hevbendî negihiştiye wê asta ku nûnertiya beşek mezin ji gelê Sûriyê bike, ji lewra em dibînin ku nizimbûna asta siyasî ji Hevbendiyê re ji nizimbûna asta siyasî ya endamên wê tê, ji ber ku piraniya wan berê di pileyên siyasî û diblomasî de an jî di derekê de ku karibin bi durustî biryara siyasî bistînin kar ne kirine, û divê em bi şêweyekî aqilane karên sazîbûna rikberiya Sûriyê binirxînin, û destûrekî di hundirê vê dezgehê de deynin, û divê çavdêriyek rasteqîne hebe ji bo kar destnîşan bike û rêçeke diyar û zelal jêre bibîne.
Gelo çima demoqratîxwazên welatê me di bin dijberên dîmuqratiyetê dema dikevin desthilatê de?
Ji ber ku çanda sitemkariyê di serê piraniya kesên bi dîmoqratiyetê ban dikin hatiye çandin, û dîmoqratiyet bûye duruşmek ji bo serkutkirina gelan her wekû çawa dijîtiya terorê bûye ji bo têkbirin û kuştin û derbederkirina bi sedhezarên bêguneh, û sedema bingehîn ew e ku gelên Rojhilatê ta niha li ser ramanên tekrewî dijîn, û danûstandina wî bi kesên nerîna wan ji ya wî cuda ye bi dijminayî dide û distîne.
Gelo tu karî behsa çalakiyên xwe yên hûn bi rêxistinên mirovahî di warê penaberên Sûrî li Turkiyê û hundur bike?
Ta niha danpêdana navdewletî bi rêjîmê, ew kiriye aliyê bingehîn û fermî ji aliyê danûstandina saziyên navdewletî bi kêşeyên gelê Sûriyê re, û ev yek ji kêmasiyên rikberiyê ye, ya ku nikarîbû nameyeke mirovahî tenê jî bighêne civaka navdewletî, û li ser vê bingehê 75% ji pereyên ji gelê Sûriyê re tên dan di riya rêjîmê û komele û rêxistinên ruxsetkirî ji aliyê Şamê ve tên dan, û 25% ji bo dewletên cîran in,lê em hewl didin ji bo em piştgiriyê bidin hundur dûrî rêjîmê û pilanên wê, û niha hevrêzî di nav piraniya rêxistinan de çêdibe, ji bo nexşeya pêdawîstiyan saz bikin, ji bo bighêjin mezintirîn hejmar ji hewcedaran, û Rêjîm ji roja yekem de, dema ku şoreşa aştiyane berû bi çekdariyê de bir, şerê avahiyên tendurustiyê kir û ew kirin dijminê xwe yê yekemîn, û em bi hemû karînên xwe hewl didin ji bo em hevrêzkariyê bi saziyan re bikin, ji bo pêşkêşkirina piştgiriya tendurustî û ya hînkirinê û ya xwarinê, lê karînên me kêm in û hewcedarî pir in.