Mihemed salih Qadirî “berpirsê peywendiyan li Hewlêrê yê Partiya Demoqrat a Kurdistanî- Îran”, di hevdîtinek taybet de li gel beşê Kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê re: Rêjîma Îranê û ya Sûriyê, du dijminên hevbeşin Ji Partiya Demoqrat a Kurdistanî – Îran û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî re, û daxwaza vekirina rêyên peywendiyan bi Hevbendiyê re kir, ji bo hevkarî hebe di nav herdû aliyan de di rûberûbûna herdû rêjîmên dictator de.
Û ev têkista dîdarê ye, ya ku di riya Messenger re pêk hat:
Di destpêkê de xweska we ji xwendevanan re behsa rewşa tevgera Kurdî li Kurdistana Îranê kiriba, û bi taybetî rewşa partiya we “Partiya Demoqrat a Kurdistanî – Îran” di dema parçebûn û yekîtiyên tevlîhevbûnê yên ku her demekê çêdibin de, wek ku li parçeyên Kurdistanê yên din dibe?
Belê , mixabin partiyên kurdî li tevaya parçên Kurdistanê tuşî parçebûnan dibin, û sedemên wan ne siyasî ne, bi qasî ku ji ber bercewendiyên kesayetî û hevneqebûlkirinê ne, û her weha ji encama destêwerdanên ji derveyî partiyan in, û ev tişt ziyanê digihîne tevaya Tevgerê, û em di Partiya Demoqrat a Kurdistanî- Îran de, baweriya me bi piralîbûn û hemerengiyê tê, û yê ku nikare di bin siya Partiyê de kar bike, ew dikare partiyek din damezirîne, lê divê ku navekî nû yê cuda ji xwe re helbijêre, da em karibin siberojê hevkariyê bi hev re bikin di çi çarçove yan jî hevbendiyê de be, lê mixabin kesên cuda dibin navê xwe heman navê partiya jê cuda bûne dihêlin û ev arîşeyek e, lê tevli weha jî danûstandin û peywendiyên me bi hemî aliyan re hene, ji bo dîtina istiratîciyeke hevbeş, çi ji bo rûberûbûna rêjîma Îranê be an jî ji bo kêşeya netewî be û her weha hevkariya li ser asta dîplomasî. Û wek hûn dibînin dema hêzên me ketin şer bi rêjîma îranê re, em piştgirî û alîkariyê ji tevaya partiyên Kurdistana Îranê dibînin, û ev xalekî erênî ye.
Û tê zanîn ku em wek herdû hêzên sereke ” Partiya Demoqrat a Kurdistanî – Îran, û Komeleya Şoreşgêrî ya Zehmetkêşên Kurdistan – Îran”, rêkeftinek istiratîcîk ji bo karê hevbeş û karê meydanî û yê piratîk di nav me de heye, her weha me bi pêkhateyên din re jî ” Azerî, Bilûc, Tirkuman û Ereban” re jî kongirek damezirandiye bi navê “Kongireyê Netewên Îrana Fedral”, yê ku pirogramê wî li ser bingeha rêjiîmeke demoqratî û fedralî ava dibe, ku hemî netew têde xwediyên mafên xwe yên netewî bin. Û ez bawer im ku atmosfêra niha guncayî ye ji bo hevkariya hemî partiyan. Û tirsa me ya tekane eger hebe wê ji partiya “PJAK” ya bi ser “PKK” ve be, ya ku stratîciyek wê ya cuda heye..
Partiya we biryara dubare-destpêkirina operasyonên leşkerî dijî hêzên rêjîma Îranê stand, piştî rawestaneke demdirêj. Çima we karê çekdarî di dema berê de rawestand û çima we biryara hûn careke din destpêbikin da?
Biryara rawestandina karê çekdarî di 20 salên bûrî de, ji ber berçavgirtina rewşa avabûna Herêma Kurdistana Îraqê bû, da em behaneya ji rêjîma Îranê re nehêlin ku pê tecrubeya wê Herêmê birûxîne, lê wek em dibînin ku îro Herêma Kurdistanê tevî ku di vê qonaxa dawî de tûşî astengî û dijawriyan ji hêla Bexdayê dibe û her weha dibe armanc ji DAIŞê re, lê ew piştgiriyê ji hevpeymaniya Navdewletî distîne, ji lewra me biryara dubare-destpêkirina têkoşîna çekdarî da, da em gelê xwe biparêzin.
Hûn ê bi çi şêweyî rûberûbûna hêzên Rêjîmê bikin, gelo wê bi berxwedana ji hundurê bajaran be, wek ku PKK kir û bû egera wêrankirina gelek bajaran û koçberbûna xelkên wan?
Şêweyê têkoşîna me cuda ye ji şêweyê têkoşîna ku PKK dike, em di wê baweriyê de ne, dema ku derfeta xebata siyasî hebe, ti hewcedarî bi karê çekdarî yê ku kuştin û wêrankirin û derbederiyê li pey xwe dihêle tune ye, ji ber ku destkeftiyên hezar rojên şer û pevçûnan ne wek yên rojekê ji xebata siyasî ne. li Tirkiyê , kêm zêde, derfeta karê siyasî û yasayî û perlemanî heye, û girtina rêyên karê siyasî ji bo destpêkirina şerê çekdarî şaşî ye. Lê li Îranê rewş cudaye, rêjîmê ti derfet ji karê siyasî re nehiştiye, nahêle ti karê siyasî bibe, siyaseta tepeseriyê dijî rikberiyê bikar tîne, û nahêle berpirsên rêxistinên mafên mirov jî û heta yê ku rojekê serokkomar bû jî kar bikin, heta bi serokê niha Rûhanî jî nahêlin li ser ragihandinê derkeve, û ji aliyê mafê Kurdan de, ti tişt der barê netewa Kurd û nejî netewên din ên Îranê, di fikr û ecindeyên wan de tune ye, rojek tune bê ku serkutkirin û girtin û peyketin û darvekirin dijî rikberiyê tune be. Ji lewra ji mafê me ye em hemî şêweyên têkoşînê bikar bînin, tevlî karê çekdarî jî, û karê me wê bi riya hemahengiyê di nav çiya û hindurê bajaran de be, û rêxistinkirina cemawer ji bo karên nerazîbûn û xwepêşandanan, û emê palê bidin ser alîgiran û girûpên çekdar, û emê guh bidin parastina bercewendî û malên gel, û nehêlin gund û bajar bên bombebarankirn û wêrankirin, ev e cudahiya di nav siyaseta me û ya PKKê de.
Gelo pêwîstî heye Pêşmerge ji çiyê peyabin da cemawer birêxistin bikin, nemaze ku partiya we xwedî dîrokek dûr û dirêj e dighêje dehên salan, ma rêxistina we di nav gel de tune ye ku şûna Pêşmerge bigirin, ji bo hundurê bajaran nebin meydanên şer, û careka din ezmûna PKK ya kurdistana Tirkiyê dubare nebe?.
Pêşmerge sîmbola têkoşîn û fidakariyê ne, û hebûna wan di nav cemawer de ji bo bilindkirina moralên wan e, û tê zanîn ku hêzên pêşmerge beşek biçûk e ji rêxistina siyasî ya Partiyê li gund û bajaran, ku hejmara wan bi hezaran in, ji bilî alîgir û piştgiran, û hebûna pêşmergeyan bi çekên wan ve, ji bo rêgirtina li pêş Rêjîmê û xistina tirsê di dilê wan de ye ji alîkî de, û ji aliyek din de bandoreke wê ya erênî li ser pisîkolojiya gel heye piştî bûrîna nêzî 20 salan li ser rawestana têkoşîna çekdarî. Yê ku bihêz be ew dikare xwe li ser erdê ferz bike, û wek mînak, eger Encumana Niştimanî Ya kurd li sûriyê xwedî hêz ba wê karîba xwe li ser erdê ferz bike.
Gelo helwesta PJAK ya bi ser PKK ve ji van pêgavên we yên dubare-destpêkirina karên çekdarî çawa ye?
Wan berî çend salan rêkeftinek bi Rêjîmê re girêdabûn, û li gor wê rêkeftinê ew ê pabend bin ku şerê hêzên Rêjîmê nekin, û pirogramê wan ê siyasî behsa ruxandina Rêjîmê û nejî fedraliyê nake, Û wan derfet ji vê dema ku me şerê çekdarî têde rawestandibû dîtin û hin xort kirin leşker di nav xwe de, û keys ji rewşa wan a derûnî ya di bin çewisandina Rêjîmê de anîn, û sûde ji peywendiyên PKK bi rêjîma Îranê re wergirtin, û ew xort kirin leşker, û gelek ji wan şehîd ketin di cengên PKK li Sûriya û Tirkiyê, lê niha, û piştî derbasbûna hêzên Partiya me ya xwedan istiratîcî û siyaseta zelal, wê bibe cihê xwelêgirtina van xortan, û rêjîma Îranê metirsiya Partiya Demoqrat a Kurdistanê- Îran zane, ne wek hêzên PJAK yên ku Rêjîm bi hebûna wan hest nedikir bi dirêjiya salên bûrî.
ji bilî PKK jî , YNK û Tevgera Goran jî peywendiyên wan bi Îranê re xurt in, gelo wê ev peywendî bandora wan li ser lebata we ya nû hebe?
Em bawerin ku wê Rêjîma Îranê hewil bide ku fişaran bide ser partiyên Herêma Kurdistanê ji bo tevgera me asteng bike, lê bi rastî exlaq û rewiştên wan yên li ser pabendiya netewî ava bûne, li ser wan ferz dike ku piştgiriya tevgera Kurdistana Îranê bikin, û em dibêjin eger karîna wan tune be ku piştgiriya me bikin, wek ku nuha ji aliyê ragihandinê ve ji PKK û PYD re dikin, bi kêmanî bila astengiyan ji me re dernexin. Di dema ku em dibînin ku Îran ew e ya ku nakokiyan li Herêma Kurdistanê di nav aliyên siyasî de gur dike, û Bexdad jî li dijî wan bikar tîne û her weha dihêle DAIŞ jî êrîşan bibe ser wan û di rûyê ragihandina dewleta kurdî de derdikeve, û hêz û guhbelên wan li her deverê belav dibin, û di rûyê wan de dernakevin, ma çi aqil heye ku qebûl bike eger ew ji me re astengiyan di tekoşîna me ya li devera me de derxînin, û eger tiştekî weha bibe, ew ê cihê şermezariyê be li rex raya giştî û bi taybetî li Kurdistana Îranê.
Hin nûçe behsa çêkirina Îranê ji bingehek mûşekan re di hundurê herêma kurdistanê de dikin, çi rastiya wan agahiyan heye?
Ez nikarim wan agahiyan tekez bikim yan nefî bikim, lê Îranê, ji Raperînê de, û di salên bûrî de, gelek baregehên leşkerî û sîxurî li Herêmê çêkirine di bin navên bazirganî de, an jî di riya qunsulxaneyên xwe re ji bo karên terorîstî di riya wan re bikin, û bi rastî jî bi sedan ji Pêşmerge û kadroyên Kurdistana Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê teror kirine, û hêzên wan êrîş berdan baregehên Partiya me, û ji hêleke din ve, hebûneke îranê ya rastyeqîne di ya ku tê binavkirin Heşd Şe’ibî de heye, ya ku wê bikar tîne ji bo fişaran pêk bîne dijî nerîna serokatiya Herêmê di avakirina dewleteke Kurdî de.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, peywendî û hevdîtinên wê bi hin aliyên Rikberiya Îranê re wek Rêxistian Mucahidî Xelq re hene, gelo hûn wek Partî , peywendiyên we an jî riyên têkiliyan bi Hevbendiya Sûrî re hene?
Mixabin, valahiyek ji vî alî ve heye, û em bi hêvî ne ev hevdîtina bi beşê Kurdî ji malpera Hevbendiyê re, bibe derfetek ji bo peywendiyan bi serkirdayetiya Hevbendiyê re, ya ku dijî Beşar Esed ê diktator têdikoşe , û bi şêweyek mezintir di rûyê hevalbendê wî derdikevin mîna rêjîma diktator ya Îranê ya ku hepeymaniyek istiratîcîk di nav wê û rêjîma Beşar de heye, ji lewra herdû rêjîm dijminek hevbeş in ji me herduyan re, lê mixabin ta niha me nikariye wan peywendiyan ava bikin, ji bo em hevkariyê bikin û sûdê ji hev wergirin li dijî van herdû dijminan, ji lewra cihê kêfxweşiya me ye û pêwîste ku em bizavê bikin ji bo çêkirina peywendiyan di nav me de, ji ber ku di heman dema Hevbendî rûberûbûna rêjîma Beşar û hevalbendê wî dike, me jî ji aliyê xwe de dest bi qonaxeke nû ji têkoşîn û berxwedanê dijî Rêjîma diktator li Îranê ya ku piştgiriya rêjîma Beşar dike kiriye, û me biryar daye ku em gelê xwe yê ku hemî coreyên stemkarî û kuştin û bidarvekirinê rojane dijî wî bikar tên biparêzin,û hêzên me dest pê kirine ku li gelek deveran bicih dibin, û şer û pevçûn jî di nav Pêşmergên me û hêzên Pasdaran de û bi taybetî li deverên Şino û Pîranşehir derketin, û hêzên me karîbûn gelek efser û leşkerên Îranê bikujin, û ji aliyê me jî 6 şehîd ketin piştî berxwedanek mezin ta kû cebilxaneya wan bi dawî hat, û di vê dema ku niha ez bi tere diaxivim, hêzên Rêjîmê êrîşî derdorên bajarên Serdeşt û Mehabad dikin, û dest bi bumbebaranek bêserûber dijî gund û zeviyan dikin ji bo armanckirina hêzên me yên ku tirsek mezin xistine dilê wan de.
Peywendiyên we bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî çi bi serokatiya Encûmen re be, an bi nûnertiya wê li Herêma Kurdistanê re be çawane?
Belê têkiliyên me yên baş bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî re hene, û hevdîtinên berdewam di nav mede hene, çi di serdema birader Brahîm Biro de anjî di serdemên berî wî de, têkiliyên me bi hêzin din yên dervey Encûman re jî hene, û em piştgirya yekrêziya kurdî dikin, ji ber ku çendî tevgera kurdî yek be, wê destkeftî mezintir bin, bi taybetî di vê qonaxê de, û me hewl daye ku em hemî aliyan nêzîkî hev bikin, û di nav wan de PYD jî lê mixabin pêk nehat.
Hûn çawa li kar û xebata ku serokatiya Herêma Kurdistanê dike ji bo ragihandina dewleta Kurdî, her weha helwestên dijîtiyê yên ku PKK û aliyên bi ser tewerê Îranê ve dinerin?
Dema ku em li dîroka dirêj ya têkoşîna gelê kurd li herçar perçan û derdeserî û komelkujiyên ku bi serê wî de hatine binerin, emê bibînin ku sedema wan ew e, ku ev milet doza mafên xwe yên netewî yên rewa dike, Kurd bi dirêjahiya dîrokê dijminkarî dijî bercewendiyên tu kesî çi Ereb û çi Tirk û Furs nekiriye, lê belê her û her kurd rastî dijminkariyên wan dibin, û cewherê têkoşîna gelê kurd ji bo nasname û welat e, da karibe mafê xwe yê çarenûsî li ser xaka xwe ya dîrokî wek hemî miletên dinyayê bi dest xwe ve bîne, bercewendiyên dewletên mezin û yên herêmî yên ku ev ketwar di sedsala bûrî de ferz kirine, neheqîyên mezin bi gelê kurd re kirine, her weha ew dewletên ku kurd li wan hene aramî nedîtine, an ku bêparbûna kurdan ji mafên wan sûde nedaye netewên serdest û rêjêmên diktator jî, lê şer û nearamî bûye para wan dewletan jî, û dewletên ku baweriya wan bi dîmoqrasiyê nayê wek Sûriya û Îraqê yên ku danpêdanê bi mafên pêkhteyên xwe nakin, wê çarenûsa wan ruxandin be, û wê dora Îranê jî were, em piştgiriyê didin her pêgaveke ku daxwazên gelê kurd li her çar parça pêk tîne û li gor rewşên taybet bi her parçeyî, û dem hatiye ku gelê Kurdistanê biryara çarenûsa xwe bide, û li Herêma Kurdistanê, serokatiya Herêmê ya ku ew lêvegera hilbijartî ye ji gelê wê, çi biryarê dide, em di Partiya Demoqrat ya Kurdistanî- Îran piştgiriya wê biryarê li gor nerîna me ya istiratîcî dikin, ji ber ku em wek partî ji dibistana komara Mahabad in, û em dibînin ku çi aliyê ku dijîtiya biryara serokatiya Herêmê ya ku daxwazên gelê Kurd e dike, dîrok û gelê Kurd di siberojê de wê naletê lê werîne, û em di Partiya Dîmoqrat a Kurdistanî de, wek ku me pirosêsên leşkerî ji bo parastina vî destkeftî rawestandin, û em li kêleka wan sekinîn ji bo rûberûbûna DAIŞê, emê her weha û bi xurtî bi çi biryara ku serokatiya Herêmê bistîne re bin, û em di amadebaşiyê de ne ku piştgirya wê bikin dema ku rastî çi metirsiyê bibe.