Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî civata xwe ya normal duh yekşemê 19 Hezêranê li Kobanê li dar xist, bi beşdarbûna endamên wê yên li derveyî bajêr bi riya (Skype) û çend biryar jî hatin sitandin li gor ku Elî Brahîm serokê Xwecihiyê ji malpera me re ragihand.
Brahîm da zanîn ku civat li ser rewşa siyasî û meydanî li deverên kurdî rawestiya her wiha behsa guhertinên ku li sûrî bi giştî rûdidin û helwesta civaka navdewletî derbarê doza kurdî de hat kirin.
Birahîm amaje bi wê yekê kir ku civata wan bi rengekî berfireh li ser kiryarên PYDê di derheqên hevalên ENKS de sekenî her weha mijara leşkeriya neçar jî xalek herî girîng bû di civatê de, ji ber ku bandora vê xalê dê gelekî xirab be li ser bajarê kobanê û gundewarên wê .
sebaret çalakiyên xwecihiyê Brahîm nîşan da ku wê Xwecihî roja komkujiya 25 Hzêranê bi bîr bîne ew komkujiya ku zêdetir ji 600 sivîlî têde bûn qurbanî.
Jêder hevbendî