îro Duşemê 20-6-2016 PYD endamê Komîta navendî yê partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Ebdulîlah Ûcê serbest berda.
Ûcê ku roja Şemiyê 28Gulan/2016 li gel sê endamên partiya xwe ji hêla PYD ve hatibû binçavkirin, îro ji zindana Çirkînî serbest hate berdan
Ûcê ji malpera mere da zanîn ku ew 23 rojan binçavkirî ma bi tewana xwepêşandanên bê rêdan.
li ser rewşa wan di zindanê de Ûcê balkişand ku ew rastî eşgince û lêdanê ne hatiye û rewşa wî başe.
Jêder: Hevbendî