Rêxistina DAIŞê berî heftiyekê 5 welatiyên Kurd li bakurî bajarê Babê kuştin û bêhtir ji 750 kesî jî revandin, li gor ku çalakvan Tariq Mehmûd ji malpera me re ragihand.
Mehmûd da zanîn ku 3 ji welatiyên sivîl yên ku Daiş ew kuştin ji gundê Ereb Wêran in yê 15 K.M dikeve bakur rojhilatî bajarê Babê, û 2 jî ji bajarokê Qibêsîn in.
li ser kesên revandî Mehmûd got ku piraniya750 welatiyên sivîl ku hatine rivandin kurd in ji gundên ” Ereb Wêran, Qibêsîn, Nema, Şawa, Sor Sinbat, Keybe, Til Circî, Qerkelbîn, Xendûra” yên nêzî bajarê Babê ne, û çekdarên DAIŞê ew sivîl birine eniyên şer û dibe ku hin ji wan jî hatine kuştin.
jêder: Hevbendî