Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Enes Elebdê û serokê hikûmeta Sûrî ya demkî Cewad Ebo Heteb li gel hejmarek ji endamên desteya siyasî, serdana kampa Elislahiyê ya li ser sînorê Sûriya – Turkiyê, duh duşembê, bi helkefta bîranîna roja cîhanî ya penaberan kir, û serokê Hevbendiyê spasiya dewletên ku mêvandariya penaberên Sûrî kirine, li ser karên wan yê hewandina penaberan kir, û bi taybetî dewletên cîran, û hêvî kir ku meha remezanê bibe meha xêrê ji tevaya Sûriyan re.
Elebde tekez kir ku dabînkirina rewşeke baş ji hêla civaka Navdewletî ve, ji bo Sûrî vegerin warên xwe, nêzîktirîn rê ye, bi kêmanî ji alî mesrefê de, ji bo çareserkirina vê qeyranê, û Ebû Heteb yê erkdar bi Çêkirina Hikûmetê bi kurtasî li ser armanca vê hikûmetê di qûnaxa bê de û pirogramê karê wê axivî, û di axaftina xwe de giringî da xizmetên wê ji Sûriyan re bên pêşkêşkirin û bi taybetî di warê tendurustî û berwerde û hînkirinê de.
Û bal kişand ser giringiya aktîvkirina kartên çandinî û karsaziyê, ji bo careke din abûriya Sûriyê têkeve lebatê, û destnîşan kir ku wê kar bê kirin ji bo çêkirina ekadîmiyeke leşkerî li Helebê, û wê hemî tabûrên şoreşê têde beşdar bibin.
Û dawiya heyva gulana 2016 hejmara penaberên Sûrî giha 4.84 melyon kesî û hejmara derbideran di hundurê Sûrî de giha 6.6 melyon kesî, ev tê wê wateyê ku kesek ji her du kesan neçar bûye ku dest ji mala xwe berde, û 50 malbat her se’etekê neçar dibin dest ji mala xwe berdin ji sala 2011an de. ev li gor Komîta Sûrî Ya Mafên Mirov.
Jêder: Hevbendî