Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê “Riyad El-Hesen”, êrîşên balafirên Rûsî “bi bombeyên goşiyî yên qedexekirî li ser asta navdewletî ” dijî gund û bajarokên sivîlan li Gundewarê Helebê protesto kir.
El-Hesen daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Encumena Ewlekariyê kir ku tedbîrên bilez bistînin da nehêlin Rûsya çekên qedexekirî li ser asta navdewletî dijî sivîlan li Sûriyê bikar bîne.
Doh, balafirên Rûsya bi bombeyên goşiyî bajarokên Hirêtan, Heyan, Endan, Kefir Hemra, Me’aret El-Ertîq û Orim El-Kubra, herwiha bajarokê Til-Misêbîn, Beyabîs û Encara li Gundewarê Helebê kirin armanc, û di encamê de 21 sivîl şehîd ketin.
Herwiha di encama avêtina çend rokêtan ji balafirên Rûsya dagîrker li ser taxa Rêya Babê li Helebê, 5 sivîl ji yek malbatê şehîd ketin ku di nav wan de zarokek hebû, û 7ên din birîndar bûn.
El-Hesen tekez kir ku pêwîst e dirûtiya rola Rûsya bête rawestandin, ku ji aliyekî ve operasyonên kuştina sivîlan bi awayekî sîstematîk dike, yên ku dibe wek terora dewletê bêne hejmartin, herwiha li aliyekî din xwe dike ji wan aliyên sponser ji operasyona siyasî û giftûgoyên Cenêvê re.
Jêder: Hevbendî