Duhî, şoreşgeran li navçeya Horanê hin kombûnên serbazên rêjîma Esed li herdu bajarokên Dêr El’edes û Elhibariyê û li Tilûl Fatima li navçeya “Sêgoşeya mirinê” bi mûşekan û topxaneyan armanc kirin, ku têde du zerîpoş hatin têkbirin û hejmarek ji serbazan hatin kuştin, ku di nav wan de efserek bi pileya mulazim hebû, ligor ajansa Mesar Press, ku ev yek bû piştî hatina piştgiriya leşkerî ji hêzên Esed re ji firqeya 9an ya li bajarê Elsenemên li gundewarê Der’a.
Hin çalakvanan amaje kirin ku karwanên leşkerî li Firqeya hefyan û Lîwayê 68an kom bûn, ji bona amadekariyên êrîşkirina çavrêkirî li ser Xan Elşêx û bajarokê Elderxibiyê li gundewarê Şamê, û şoreşgeran kombûnana wan bi mûşek û topxaneyan armanc kir.
Di heman çarçovê de, şer û pevçûn ev roja çarê ye hêjî berdewam in li derdora bajarokê Elni’miyê li gundewarê Der’a, ku têde gelek çete û şebîha hatine kuştin, hevdem ku bajorkê navborî bi mûşekan hat bombebarankirin ji aliyê hêzên Esed ve, di encamê de hin sivîl şehîd û birîndar ketin.
Ji aliyek din, hêzên Esed deşta bajarê Elhara û Til Elhara û bajarokên E’qreba û Elni’miyê û Mi’reba û riya kefr Şemis û E’qreba li gundewarê Der’a bombebaran kirin, û bû sedema şehîdkirin û birîndarbûna hin sivîlan û şewtandina rûberên mezin ji zeviyên genim.
Ev bizavên leşkerî li Horan dibin piştî ragihandina “bangewaziya hawara şoreşgerên Horan”, ji aliyê çend kesayetiyên şoreşgerî û yên leşkerî û yên sivîl, ku têde daxwaza vekirina eniyên şeran li dijî rêjîma Esed ji Artêşa Azad kirin ji bona sivikkirina barên fişaran li ser parêzgehên din, yên ji aliyê hêzên rêjîmê û milisên tayifeperist ve rastî oparesyonan dibin.
Jêder: Hevbendî + Oryent