Bi pirbûna hejmara penaberên Sûrî re li gelek parêzgehên Turkiyê, û ji bo kar bi armanca bihêzkirina peywendiyan di navbera dezgehên rikberiyê û revenda Sûrî li hin bajarên Turkiyê, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberriya Sûrî nûnerekî xwe erkdar kir li her yek ji Mardîn û iyaletên rojhilatî Turkiyê, û ji bo zanîna rewşa penaberên Sûrî li wan parêzgehan, beşê kurdî ji ofîsa ragihandina Hevbendiyê ev dîdar bi Mihemed Welî nûnerê Hevbendiyê li wan parêzgehan re çêkir:
Tu wek berpirsyareke şopandinê ji aliyê Hevbendiyê ve li çar bajarên Turkî tevlî gundewarên wan wek: Diyar bekir, Mardîn, Batman, Sêrt, tu karî behsa rewşa penaberên Sûrî li wan navçeyan ji me re bikî? Û berê we tu serjimar bi hejmara penaberên Sûrî li wan navçeyan çêkiribûn?
Destpêkê dixwazim kurtasiyekê der barê karê xwe li iyaleta Mardîn ya rojhilat û bi taybet Diyar Bekir û Batman û Sirtê ji were bidim xuyakirin, me ofîsek hevbeş di navbera Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberriya Sûrî û Hikûmeta demkî ya Sûrî li Mardîn di nîvê sala 2014 an de vekir, û me ji armancin sereke detpê kir, û ew jî kartêkirina peywendiyan bi kesên me yên Sûrî re li kampên Midyadê yên ku hejmara wan dighê nêzî 3500 kesî, û her wiha kampa Dêrikê ya ku zêdî 7000 Sûrî dihêwirîne, û her wiha peywendî bi penaberên li bajar û parêzgehên din jî yên ku hejmara wan li parêzgeha Mardînê bi ser 80000 Sûrî ket, û ev hejmara nişteciyan e li gor senterên fermî, û her wiha nêzî 10000 Sûrî li iyaleta Diyar Bekir û zêdî 15000 an li Batmanê û nêzî 3500 Sûrî li Sêrtê, ew pêwendî di riya serdan û gerên demdemî û lidarxistina hevdîtin û civînan bi kes û rêxistinên çalak li wan deveran re dibin.
Û her wiha em berdewam in di peywendiyên xwe bi gêncên Sûriyê re û dîtina rewşa wan û guhdarkirina hewcedarî û astengiyên li pêşya wan, ji bo sivikkirina barê wan bi veguhestina wan hewcedariyan û pêşkêşkirina wan ji berpirsyar û senterên fermî yên Turkî re, yên ku piraniya caran alîkar in di pêşkêşkirina alîkariyê de û hêsankirina kar di warên bicihûwarkirinê û perwerdekirin û tendurustiyê de, lê tiştên girêdayî bi derwazan re û bi taybetî derwazê Dirbêsiyê ku karê me têde sînorkirî ye ji ber rêşûn û Karin girêdayî bi yasayên Hikûmeta Turkî ve, ji ber rewşên ewlekariyê yên li ser sînorê Sûriya û Turkiyê.
Gelo peywendiyên we bi dibistanên Sûrî re li wan parêzgehan hene?
Di warê hînkirinê de, hevrêzî û peywendiyên me yên kartêker bi dibistanên Sûrî û rêveberiya perwerdeya Turkî re hene, û dibistanên Sûrî wiha dabeşkirîne: 5 dibistan li iyaleta Mêrdînê, û yek li Qiziltepe, û yek li bajarê Mardînê û 2 li Midyadê û yek li Nisêbînê û yek li Dêrikê, û giştiya xwendevanan lê nêzî 4200 kesî di nav keç û lawan de tevlî nêzî 240 mamoste û rêvebiran û li Diyar Bekirê 2 dibistanên Sûrî hene û hejmara xwendekaran li wan 700 e û her wiha 2 dibistan li Batmanê hene hejmara xwedekarên wê dighê 1000 kesî di nav keç û lawan û li Sêrtê nêzî 280 xwendekarî heye.
Ji ber ku hûn elaqedarin bi peywendiyên bi desteyên civaka sivîl re hûn dikarin rewşa wan saziyan li wan deveran ji mer bêjin?
Em bizavê dikin ji bo ku em guhdana rêxistinên netewên yekbûyî û saziyên nêvdewletî yên ku karên alîkariyên mirovî û geşepêdanê dikin bi alî xwe de bînin, ji bo guh bidin penaberên Sûrî li van iyaletan, yên ku çalakiyên wan dest pê kirine, û dana wan di sala 2015 an de zêdetir bû, û hêjî berdewame di sala 2016 an de, û her wiha peywendiyên me yên baş bi çalakvanên gelêrî yên xêrxwazî yên Turk re hene yên ku bi roleke balkêş di pêşkêşkirina alîkariyan ji Sûriyan re radibin û di serî de Pilatform Mardîn ya Alîkariya Sûriyan ya ku mehane alîkariyan dide zêdî 2000 malbatên Sûrî.
Çi astengî li pêşiya we derdikevin der barê derwazên sînorî û gihandina alîkariyan bo hundir, û kîne yên ku sûde ji van bexşan li hundirê Sûrî wergirtine?
Arîşe û astengiya herî mezin vekirina derwazê Dirbêsiyê ye ji bo kesên ku dixwazin derbasî Turkiyê bibin, û di vî warî de ji serpereştên Hevbendiyê tê xwestin ku peywendiyê bi hikûmeta Turkiyê re bikin ji bo vekirina wî derwazî li pêşiya haletên mirovahî û yên zewacê û çalakiyên civaka sivîl li hundirê Sûriyê, û her wiha kesên vexwendin name ji kes û karên wan ji Oropa bi wan re hene.
Û armanca din ewe danustandin û hevrêziya di nav çalakiyên civaka sivîl û Encûmenên xwecihî yên ENKSê li deverên kurdî û parêzgeha Hesekê ne, ji bo cîbecîkirina pirojeyan li hundir yê ku tenê me karîbû pirogramê pêşkêşkirina bexşeyan ji kardûrxistiyên ji aliyê rêjîmê ve, di dema 9 heyvan de cîbecî bikin, yê ku bi sedema rawestana peredanê ji hikûmeta Sûriyê ya demkî sekinî, û her wiha bexşaneke pereyan ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ya demkî ji Encûmenên xwecihî yên ENKSê re carekê hat dan, ya ku bi şêweyê alîkariyên ji hewcedaran re li hundirê Sûriyê hat dan, lê ew kar pir sînorkirî ma ji ber rewşa leşkerî û ewlekarî li deverên me yên kurdî.
Gelo ti çalakiyên din li wan deveran di nav koçberên Sûrî de mîna çalakiyên ramangîrî û rewşenbîrî û civakî dibin?
Em kar dikin di hemî waran de ji bo em asta penaberên Sûrî bilind bikin û em bizavê ne tenê ji bo xweşkirina rewşa hawarçûnê ji wan re dikin, lê em hewl didin ku em penaberên Sûrî ji pêmayên çanda qûnaxa berê rizgar bikin, hejmara me 6 kes in û em wek yek tîmî kar dikin, û nûnerê Hikûmeta Sûriya Demkî û nûnerê sendîkeya Mamosteyên Sûrî yên azad yê beşê Mardînê û iyaletên rojhilat jî bi mere ne û em karekî bêwestan dikin ji bo birêxistina revenda Sûrî li wan iyaletan û pêşkêşkirina alîkariyan û hevrlzkariya karê sivîl ji bo xizmeta mirovên me yên Sûrî.