Pênc ji xwebexşên Berevaniya Sivîl şehîd ketin û yekî din birîndar bû, her weha hejmarek ji sivîlan birîndar bûn, doh, li bajarê Etaribê li gundewarê Helebê, di encama 5 êrîşên asîmanî yên Rûsiyê ku yekê ji wan navenda Berevaniya Sivîl armanc kir.
Û hin çalakvanên bajêr diyar kirin ku mûşekek erd-erd ji Ekadîmiya Cengî ya di bin kontrola hêzên Esed de ye li rojavayê Helebê hate avêtin, di heman dema êrîşên Rûsî de.
Û Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî, redkirina xwe ya bi temamî da, bo hemî hewildanên ku dixwazin doseya mirovahî bikin wek beşekî ji danûstandinan, û tekez kir ku berdewamiya komelkujiyên ku rêjîma Esed dike, nîşan in din in ku biryara desteya Bilind ya danûstandinan ya helawîstina beşdariya xwe û paşxistina şêwirdariyan durist bû, ji ber ku em nikarin seqayekî rastyeqîne ji çi prosesa siyasî re amade bikin di dema ku kuştin û tewankarî berdewam in, ew seqa çênabe, eger dawî li kuştin û tawnkariya Esed dijî sivîlan neyê, û nîşan da ku divê civaka navdewletî têbigihêje ku kesê sivîlan dikuje nikare bibe hevpar di ti operasyoneke veguhêz de.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî Enes El’ebde dît ku”sistbûna civaka navdewletî di danûstandinan de bi Esed re yê ku berdewam e di pêkanîna komelkujiyan der mafê sivîlan, li Sûriyê, destûrdaneke ji xwînrêjê vê serdemê re û hewadariyeke li tewankarê cengê re”.
Û kesê şehîd ketine ev in: Ehmed Tariq Ebdellah, Xalid Beşar, Ehmad Mehmûd, Hisên ismaîl,Hemdo Hec Ibrahîm, tevlî birîndarbûna ajovan Mihemed Bekûr.
Jêder : Hevbendî