Sunday, June 1, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Mihemed Yûsif: Rewşa Bobelatî ya li Efrînê Hişt Ku Em ji bo Vegera Penaberan Kar Bikin

April 4, 2018
in Dîdara Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
Mihemed Yûsif: Rewşa Bobelatî ya li Efrînê Hişt Ku Em ji bo Vegera Penaberan Kar Bikin

tevlî ku ji berî çend heyvan de behsa êrîşa li ser Efrînê dihat kirin û pêşbînkirî bû ev rewşa ku em niha têre derbas dibin çêbibe, lê çalakvanan û rêxistinên civakî û siyasî li tevaya deverê nikarîbûn çi haziriyan ji bo dagirtina vê valabûna rêveberî ya ku çêbûye bikin, û niha derdeseriya xelkên Efrînê di hemû waran de heye, Efrînî hewcedarên her tiştî ne, piştî ku ew kesên çarenûsa deverê ji çend salan ve xistibûn destê xwe de derketin, û niha xelkên deverê pêşberî çarenûseke nenaskirî ne, di hemî warên jiyanê de, çi ji aliyê tendurustî de be, yan kêmbûna ewlekarî û keresteyên xwarinê be. Lê di vê rewşa awarte de hin çalakvanan roleke giring lîstin ji bo berhevkirina karînan û çêkirina girûpên rewşa awarte û dabînkirina pêdawîstiyên xelkên Efrîna bobelatlêbûyî.

Di vê derbarê de me ev hevpeyvîna kurt li gel Mihemed Yûsif çavdêrê giştî yê komîtên hawarçûnê yên Erebî -Kurdî pêkanî.

Efrîn îro di jiyaneke bobelatî re derbas dibe, lewra emê yekser derbasî nava mijarê bibin, hûn niha çi dikin? Û ta niha we çi kiriye?

Em ji destpêka damezrandinê de li Helebê wek komîteke hawarçûnê kar dikin, ji bo alîkariya malbatên ji ber zordariya rijêmê ji deverên Hims û Hema û parêzgehên din jî yên di bin bumbebarana hovane de bazdabûn, ji ber ku wê bumbebaranê dihişt sivîl koçber bibin û bajarê Helebê wek penageh ji xwe re bibînin. lê em niha ji bo vegerandina koçberên gund û bajarokên Efrînê bo deverên wan kar dikin, bêhtir ji warê hawarçûnê, û me karîbû di riya têkiliyên me yên bi hin fesîleyên Artêşa Azad re vegera bihezarên malbatên penaber bo Efrînê û gundên wê dabîn bikin.

Gelo têkiliyên komîta we hene bi komîtên piştî destpêşxeriya ruhakirina Efrînê çêbûne re?

Nexêr, ti têkiliyên komîta me bi komîtên kongirê Entabê yên ku wê herin Efrînê û li wir kar bikin re tune ne, û tevlî ku em niha bi şêweyê kesayetî û xwebexş bi birayên destpêşxeriya ruhakirina Efrînê re kar dikin, û em nemerdiyê nakin di pêşkêşkirina tiştên ku em Karin de ji birayên Encumena Efrînê ya helbijartî re, û wek min berê got; rewşa me ji bo hawarçûnê tenê ye, û wê karê me yekser bi dawî dibe piştî ku komîtên xwecihî dest bi karê xwe yê li ser xakê li Efrînê bikin, ji bo vegerandina jiyana normal bo deverê.

Hûn çawa Karin alîkariya xelkê li hundir bikin, ji ber wek em zanin piraniya wan derketine dervî warên xwe?

Bi rastî hin birayên me yên komîtê roleke wan ya kartêker ji bo vegerandina bihezarên malbatan bo gundên wan ji deverên Nubil û Zehra û Şehbayê heye, û belkî bêhtir ji piraniya partiyên kevneşop li hundir, di riya naskirina me ya berê bi hin serkirdeyên fesîleyên Artêşa Azad re, yên ku alîkariyê bi me re dikin dema em peywendiyê bi wan re dikin, di heman dema têkiliya me bi girûpên penaberan re, ên ku ji devera di bin desthilata rêjîmê de an jî ya PYD ê de li deverên Şehba derdikevin û ber bi Efrînê de diçin, û ev kar tev di riya mobaylên li ser tora Tirkî re ne, yên ku li gelek cihên deverê tên bikaranîn.

Li sûriyayê rewşa ezîtî û keysbaziyê û bercewendiyên kesayetî derbasî her tiştî bûye ta bi karê belgekirina tewanan, gelo ew nexweşî negihaye hin endamên komîta we jî?

Bi rastî ji berî heyvekê de em bi tevayî bê westan kar dikin, û merem û armanca me ya sereke ew e rizgarkirina gelê me yê Efrînê û gundewarê wê ji vê bobelatê, bi kêmtirîn ziyan, û em di riya vê hevpeyvîna bi malpera we re wek me berê jî gelek caran li ser malperên media vivakî ragihandiye, ev komît demikî ye, û wê karê wê bi dawî bibe dema encumena sivîl ya Efrînê dest bi kar û erkê xwe bike, û em hêjî li ser biryara xwe ne. ti bercewendiyên me yên kesayetî di vê komîtê de tune ne. dema Efrîn û derdorên wê vê qeyranê derbas bikin, çi karê me namîne.

Naskirî ye ku di rojhilata navîn de qeyran dijwartirîn demên karên rêxistinan ne, we çawa karîbû zû astengiyan derbaskin û dest bi kar bikin?

Bê guman çêkirina komît û rêxistinan di çi warî de be di demên aramî û aşitiyê de hêsan e, lê di demên tengaviyên dijwar de, çêkirina tîmeke biçûk jî ku karibe li ser xakê kar bike û bersiva pêdawîstiyên gel bide karekî nehêsan e, lê tiştê ku hişt em dest bi kar bikin ew e ku tevaya endamên me yên komîtê, çi yên li hundirê welat bin û çi yên li derve bin, amade û hazir in bi erkê xwe rabin, û ji destpêka karê me de çi nakokî di nav endamên me de çênebûne, ji ber ku pere û post û avantac di karê me de tunene da em li ser wan lihev nekin, û giyan û hişmendiya karê tevayî li rex piraniya kesên ku bi mere di komîtên hawarçûnê de kar kirine ji dema ku me di bin bumbebaranê de li bajarê Helebê kar dikir peyda dibe. van sedeman tevan alîkariya me kir ku em bêdudilî dest bi kar bikin û ranewestin.

Gelo ti astengî ji hêla aliyên çekdar li ser xakê ji tîma we re derketine?

Belê mixabin, ji berî çend rojan ve wênekêş û çalakvana di Komîtên Hawarçûna Erebî – Kurdî de Dilşan Qereçol ji hêla fesîlekî Artêşa Azad li Efrînê hat girtin, û em di riya peywendiyên li gel kesên xêrxwaz di Artêşa Azad de bi xurtî kar dikin ji bo serbestberdana wê, û wek tê zanîn Dilşan Qereçol çi kar û çalakiyên wê yên siyasî tune ne. Astengiyek din ji mer derket, dema hin gelac û guhbelên ji Artêşa azad re sîxuriyê dikin, agahiyin derew li ser hevkarekî me yê komîtên hawarçûnê hunermendê kerîketêr Dara Estîrî veguhestin, di encamê de hin kesên hovên ji Artêşa Azad mala wî ya li gundê Kefrûm li devera Efrînê wêran kirin, û tiştê balkêş di vê derbarê de ku rêjîma Beşar Esed jî xaniyê malbata hunermend Dara li taxa Saxûr li bajarê Helebê şewitandibû, ji ber ew hevalên şoreşê ne. û hêjayî gotinê ye ku piraniya guhbel û sîxurên ku ji Artêşa azad re niha kar dikin, heman ew kes bûn ku berê sîxurî ji hêzên ewlekariya Esed re dikirin!!!

Xalek heye gerek me ji destpêkê de behsa wê kiriba, em dixwazin hûn ji xwendevanên me re komîta xwe bidin naskirin.

Komîta Hawarçûnê ya Erebî – Kurdî di heyva çaran de ji sala 2012an bi karê girûpek ji xortên Kurd û Ereb û Xiristyan û Çerkez hat avakirin, û berdewam ma di gihandina alîkariyan de ji bo malbatên hewcedar ên li bajarê Helebê ta dawiya sala 2014an, û me li taxa Eşrefiye û Seken Şebabî û Benî Zêd û Huluk û Bi’îdîn kar dikir. Em di karê xwe yê li ser xakê berdewm man ta sala 2014an, û hejmarek ji endamên me şehîd ketin di dema me karê hawarçûnê dikir, mîna Hesen Hinêdî ji bajarê Himsê, Ehmed Usman, Îbiş Bekir, Ehmed Hesen û Îvan, û karê komîta me bi yekcarî ji sala 2015an ve hat rawestandin. lê ji ber pêwîstiya kar di vê qonaxê de, ji berî bêhtir ji heyvekê de me karê xwe careke din vejandiye, û her wekî dema damezrandinê çaxê ji bo rewşên awarte û hawarçûnê li Helebê komît hat damezrandin, niha jî em li karê xwe wek berê ji bo rewşên awarte û hawarçûnê vegeriyane. Bi armanca ku em karibin bar ji ser milê gelê xwe yê Efrînê yê ku niha koçberî Nubul û Zehra û devera Şehbayê bûne sivik bikin.

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Rewşa Idlibê bi Sedema Êrîşên Leşkerî yên Rijêmê û Rûsya Metirsîdar e

Rewşa Idlibê bi Sedema Êrîşên Leşkerî yên Rijêmê û Rûsya Metirsîdar e

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.