Bergiriya sivîl ya Sûrî kuştin û birîndarbûna hejmarek ji xelkê Idlibê yên bi sedema oparesyonên leşkerî yên hêzên Rijêmê û Rûdiya tomar kirine, hevdem ligel hişyardariyên tund ên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê derbarê metirsiya çêbûna bobilateke mirovî li parêzgehê ya zêdetir ji 2 miliyon kes têde dijîn.
Herwiha duhî û piştî encamdana 12 êrîşên esmanî dijî başûr-rojavayê parêzgehê ku piraniya wan li ser navçeya Erîha û Cisrşixûr bûn, kuştina 7 sivîlan du zarok di nav wan de hebûn û birîndarbûna 21ên din 2 ji wan jî zarok bûn ji aliyê bergiriya sivîl hate belgekirin.
Û tîma bergiriyê got ku 2 sivîl piştî bombebarankirina bazara bajarê Erîha, û du sivîlên din jî li gundê “Elsikeriyê” bi serdema êrîşên esmanî bi firokên şer yên Rijêmê li ser malên sivîlan şehîd ketin.
Hêjayê gotinê ye Hevbendiya Niştimanî çend peyamên şirovekirina rewşa bajarê Idlibê û metirsiyên berdewamiya êrîşên leşkerî ji NY û ji dostên Sûriyê û komkara Erebî re şandine, têde daxwaza parastina Idlibê hat kirin, ji ber ku bûye penageh bo koçberên neçarî, yên bi destê Rijêmê û Rûsiya ji war û cihên xwe têne raguhestin, û herwiha hişyarî dan li ser berdewamiya armanckirina Idlibê ku wê bibe fakterê peydabûna kirîzeke mirovî ya pir mezin.
Û torên mafnasî jî ji aliyê xwe ve bal kişandine ku oparesyonên leşkerî li ser Idlibê pir dijwar in, û bi taybetî piştî kombûna xelkeke mezin li wir, û tora sûrî ya mafê mirov gotibû ku nêzîkî nîv miliyon kes hatibûn koçberkirin, berî pênc heyvan ji destpêkirina kiryarên koçberkirina xelkê Xûta rojhilat.
Hevbendiya Niştimanî careke din daxwaza helwestên tund li hember tawanên rijêmê û Rûsiya yên li dijî sivîlan, û rawestandina zincîra kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografîk jicivaka navdewletî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî