Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salek derbas bû li ser bikaranîna çekên kêmiyayî ji aliyê rijêma Esed li dijî sivîlên bajarê Xanşêxon yê li başûrê bajarê Idlibê.
Hevbendî dubare daxwaza aktîvkirina mada 21 ya biryara konseya ewlekariyê 2118 dike, ya ligor wê ku pêdiviye rêşûn ligor benda heftê ya peymana NY bête standin li dema Rijêm pabend bi biryarê nebe, bi vegirtina veguhestina çekên kêmiyayî û yanjî bikaranîna wê, ku Rijêm bi heman karî rabû li roja 4’ê nîsana sala 2017’an li dema kêmiyabarana bajarê Xanşêxon bi gaza sarîn ku têde 91 kes şehîd ketin ji wan 32 zarok bûn, bê ku Rijêm rûbirû hîç dadgehkirinê yan dadpirsînê bibe.
Raporta îro ya ji aliyê Tora Sûrî ya mafê mirov belav bûyî berpirsyaretiya Rijêmê li hember 214 êrîşên kêmiyayî bi belge dike ji wan zêdetir ji 10 êrîşan li piştî êrîşa Xanşêxon hatine pêkanîn.
Hevbendî civaka navdewletî berpirsyar dibîne li hember dadgehnekirina Rijêmê bi saya vîtoya Rûsî ya li konseya ewlekariyê, û tekez dike ku dubarekirina daxuyaniyên şermezarkirin û sozên bi dadgehkirinê hîç mifayê nadin, ku hîç alternatîvek nîne ji bilî rûbirûbûna helwesta Rûsiya ya piştgir ji tawankariyê re, ku standina rêşûnên vebir û tund û bikaranîna fişarên pêwîst ji bo dadgehkirina tawankaran û rawestandina tawankariyê û koçberkirina neçarî ya li dijî sivîlan ji civaka navdewletî tê xwestin.
Ku dadgeh nekirina tawankaran yên pilandaner û encamdaner û yên bicihkarên van komkujiyan, û herwiha berdewamiya wan li ser kuştin û koçber û talankirina xelkê Sûriyê, wê bimîne şermazariyeke kirêt ji civaka navdewletî re, û dergehekê cîhanî yê ku tawankar bitirsin ji encamê pêkanîna tawanên şer û qirkirinê bi çekên qedexekirî.
Mezinahî ji şehîdan re, saxbûn ji birîndaran re, û azadî ji girtiyan re
Bijî Sûriya û gelê xwe bi serbilindî û azadî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
4 nîsan 2018