Komkujiya 4’ê nîsana sala par ya têde nêzî 100 sivîlî şehîd ket, piraniya wan jin û zarok bûn, nîşaneke balkêş bû li ser rijdbûna rijêmê di bikaranîna çekên kêmiyayî de, tevlî gef û hişyardariyên navdewletî jê re.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de, civaka navdewletî berpirsyar dît li hember dadgehnekirina Rijêmê ji ber vîtoya Rûsî ya li konseya ewlekariyê, û tekez kir ku dubarekirina daxuyaniyên şermezarkirin û sozên dadgehkirinê hîç mifa nedane, û diyar kir ku hîç alternatîvek nîne ji bilî rûbirûbûna helwesta Rûsiya ya piştgir ji tawanên rijêma Esed re, û dibe sedema beravêtîkirina biryarên konseya ewlekariya navdewletî.
Hevbendiyê dubare daxwaza aktîvkirina mada 21 ya biryara konseya ewlekariyê 2118 kir, ya ligor wê pêdivî ye rêşûn ligor benda heftê ya peymana NY bête standin, eger Rijêm bi biryarê pabend nebe, û veguhestina çekên kêmiyayî û bikaranîna wan jî dikevin ber vê biryarê.
Hevbendiyê cext kir li ser pêdiviya standina rêşûnên vebir û tund û pêkanîna fişarên pêwîst ji aliyê civaka navdewletî ji bo dadgehkirina tawankaran û rawestandina tawankariyê û koçberkirina neçarî ya li dijî sivîlan.
Hevbendiyê amaje bi raporta duhî ya Tora Sûrî ya mafê mirov belav kiriye kir, ya behsa dîkomîntkirina berpirsyaretiya Rijêmê di ber 214 êrîşên kêmiyayî de dike, ku zêdetir ji 10 êrîşan ji wan li piştî êrîşa Xanşêxon hatine pêkanîn.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tawankarên pilana wan êrîşan danîne û cîbicî kirine û çavdêriya wan kirine, hîn jî dûrî sizakirinê ne , û berdewamiya wan di kuştin û koçberkirin û talankirina xelkê Sûriyê de, wê bimîne şermazariyeke kirêt ji civaka navdewletî re, û dergehekî ji cîhanê re vedike ji bo tawankar di pêkanîna tawanên şer de berdewam bimînin, û qirkirinê bi çekên qedexekirî pêk bînin bêyî ji sizayê bitirsin.
Hêjayê gotinê ye ku berpirsyaretiya rijêma Esed di ber kêmiyabarana Xanşêxon û 27 êrîşên din, ji aliyê komîteyek hevbeş ya di navbera UY û rêxistina qedexekirina çekên kêmiyayî de hatibû tekezkirin, û ev bû sedem ku Rûsiya dirêjkirina karê vê komîteyê red bike û sê caran “vîtoyê” bikar bîne ji ber vê yekê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî