Bi ser heyvekê ket ku herdû aliyên kurd li Sûriyê «Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûryê (ENKS) û Tevgera Civaka Demoqrat (TEV-DEM) rêkeftina Dihokê emze kirine, lê ta niha yekjî ji xalên wê rêkeftinê cîbecî nebûye, û Yek ji sedeman ew e nakokiyên kû di navbera partiyên ENKS de derdikevin . jibo zanyarên bihtir li ser cîbecîkirina Rêkeftina Dihokê me ev Didara Taybet bi Mistefa Meşayix nûnerê partiya Yekîtiya Dîmuqrat ya Kurd li Sûrî re, ya ku beşek ji ENKS ye çêkir .
Dîdar:
1- Di destpêkê de hûn çawa rêkeftina Dihokê dinirxînin ?
Emzekirina rêkeftina Dihokê giring bû, ji bo yekrêziya tevgera kurd, û bi taybetî di vê dema dîrokî de, ku êrîşên hovane bi ser herêmên kurdî de tên, dema ku viyan li cem herdû aliyan peyda bû rêkeftin çêbû, û bi piştgiriya hêzên kuridistanî me gava sereke pêk anî, lê pêwîst e li ser zemînê dest bi gava duyemîn bibe.
2- piştî heyvekê ji emzekirina rêkeftina Dihokê, ENKS ta niha jî nûnerên xwe ji bo lêvegera siyasî destnîşan nekirine, çi pirsgirêk hene?
Mixabin…ta niha rêkeftin cîbicî nebûye, ji ber hin piresgirêkên di navbera partiyên ENKS de li ser nûneratiya wan di nava lêvgera siyasî de, em hewl didin van pirsgirêkan bi hevdîtinên dualî di navbera partiyên ENKS de çareser bikin.
3-Gelo wê çi bandora rêkeftinê li ser têkiliyên ENKS bi Hevbendiya Sûrî re hebe?
Ev rêkeftin wê têkeve xizmeta Sûrî bi giştî de, jiber ku çi aliyên rikberiyê li hev bikin bêguman wê ji berjwendiya gelê sûrî re be, em weke Kurd doza Sûriyake nû dikin, dewleteke niştimanî dîmuqrat cihê her kesî têde hebe.
4- Şandek Ji Encumana Xwecih Ya Kobanê derbasî bajêr bû da ku bi yekîneyên parastina gel YPG re danustendinan bikin derbarî derbaskirina hêza ENKS, lê ew şande ne gihişt tu encamê, tu çi li ser vê yekê dibêjî?
Ev yek cihê nerazîbûnê ye li cem me, bêguman ji mafê her kesî ye li dijî hêzên tundraw berevaniyê di ber Kobanê de bike, û bi taybet xelkên bajêr, em bi hêvî bûn ku hevrêzî di navbera hêza ENKS û YPG de çê bibe wek ya ku di navbera YPG û hêzên pêşmerge û artêşa azad li kobanê çêbûye, ez bi hêvî me hevalên me di YPG de li xwe vegerin û hêza Encumanê qebûl bikin.
5- Hûn lêdana Hevpeymana navdewlî ji “Daiş” û “Cebhet Elnusre” û rêxstinên dî yên tundrew re , û bê alîkirina hêzên rêjîma Sûrî di vê lêdanê de çawa dibînin ?
Rêjîma Esed nerewa ye li cem gelê Sûrî û li cem civata navdewletî, ji ber ku rêjîm tewanbar e bi çêkirina van rêxistinên tundrew, ji roja yekemîn ji şoreşa rûmetê ya gelê Sûrî de, eger rêjîmê ji berjewendiyên gelê Sûrî re kar kiriba, wê bikarîba vê şoreş himbêz bike, û nedihişt welat bighêje vê qonaxê. êrîşên Hevpeymana Navdewletî li ser komên tundraw cihê razîbûnê ne li cem me, û wê bibe sedem ku artêşa azad bi hêztir bibe, ji ber ku hêzên tundraw şerê artêşa azad dikin. Û ji hêleke din ji ber ku ev Hevpeymana Navdewlî piştgir e ji gelê Sûrî re.