Di roja cîhanî bo têkoşîna dijî hemû cureyên tundiyê dijî jinê, cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr ji welatên cîhanê xwest: ” Berpirsyariya xwe hilgirin, û tundûtûjiya ku li jina Sûrî tê, paşguh nekin, ji ber ew beşek sereke ye di tevgera civakî de ku hewl da xwe berde qada siyasî ya ku çeteyên Esed û hevalbendên wî di dema bûrî de xistine bin destê xwe de.
Bersiva Esed li ser vîna jinê ji dêvla sepetên hilbijartinê û mafê wê di derbasbûna jiyana siyasî de be, recimandina wê bi bermîlên teqîner û kîndar e, wek cezayekê jê re li ser rola wê ya aktîv di şoreşê de, ku tê de doza rola ku tê xwestin û pejirandina wê mîna yek ji hêmanên ketwara siyasî dike, û bikêmanî mîna perçeyek ji beşên rastbîniya mirovahî! Pirsgirêk ne tenê di recimandina ku rejîma Esed derheqê jinê bikar anî bû de bû, boblata mezin di bêdengiya navdewletî de bû ku mirovahî bi tu awayî nabûrîne”. Elemîr wisa berdewam kir:” Esed kesê tekane ye ku hemû cureyên tundî û newekheviyê dijî jinê bikar aniye bê ku welatên cîhanê û rêxistinên mafnasî û netewî wî li ser wêrekbûna wî ya bê sînor derbarê derbaskirina sînorên yasaya navdewletî û mirovahî lêpirsînê bike.
Jina Sûrî îroj nema baweriya wê bi dadweriya cîhanê tê, ya ku dît û bêdeng ma derbarê tawan û kuştarên mirovahî ku Esed û rêxistina ” Daiş” ya tirorîst her roj bikar tînin. Nabe ku yasaya navdewletî tenê pirsgirêka jinê destnîşan bike bê aktîvkirina şêweyên sizakirinê dijî tawan û kiriyarên dermafê wê dibin , sizakirin yek ji taybetmendiyên sereke ji yasayê re ye, bê wê aktîvkirina yasayê di birîna tawanan de wenda dibe, û jina Sûrî û civaka Sûrî tevî dixe bin rehma Vîtoya navdewletî “.
Elemîr di kongirekî rojnamegerî de berî niha tekez kiribû:” Pirsgirêka jinê li Sûryayê ne ji ber jin e, lê belê ji ber ew beşek ji tevna mirovahî ya civaka Sûrî ye, lewre tiştê bo parastina jinê tê xwestin têkoşîna dijî hemû cureyên newekheviyê dijî mirovê Sûrî ku jina Sûrî jî beşek sereke jê ye”
Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan 15347 jin ku li ser destê hêzên Esed hatine kuştin belge kirine, di nav wan de 4194 zarokên keç hene, û rêxistina “Daiş” 81 jin kuştine, hindek komên çeteyên dî 255 jin kuştin, raporê diyar kir ku jinên hatine kuştin li rex Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan bi nav , wêne, vidyo, û cih û dema kuştinê tomarkirî ne, ew jî di riya operasyonên bumbebarankirinên tewş, bi sarûx, tank, bumbeyên goşî, xazên jehirdar, û bumbeyên bermîlî, ta operasyonên serjêkirina bi çekên spî.
Herweha Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan ji destpêka tevgera gelêrî bêtir 6500 jinên ku di ezmûneyên girtinê re derbas bûne belge kirine, 200 ji wan kêmtir ji 18 sala ne, toreyê zêde kir ku bêtirî 99% ji girtinên ji aliyê rejîma Esed bê belgeyek yasayî bûn, û ji ya girtî û xelkên wê re gunehê wan nedigotin, û nedigotin wê wan bi ku ve bibin, û ne ji mafê wan bû ku ji xwe re parêzerekî bigrin, yan kes were serdana wan, û işkenceyek hovane dibû, girtina bi zorê di gelek caran de dibû wendabûnek zorlêkirî.
Jêder: Hevbendî