Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Mistefa Oso: Dî Mîstora Beşdariyê Di Jihevketinê Di Rêzên Hevrikiyê De û Zêdebûn Hevgirtina Rejîmê Dike

May 27, 2015
in Dîdara Taybet
Reading Time: 9 mins read
A A
Mistefa Oso: Dî Mîstora  Beşdariyê Di Jihevketinê Di Rêzên Hevrikiyê De û Zêdebûn Hevgirtina Rejîmê Dike

Bo rwestana li ser nûbûyerên siyasî û leşkerî ên dawî ku bi şoreşa Sûrî ve girêdayî ne. herweha şêwirên Dî Mîstora li Cinêvê û mijarin dî yên  têkildar. Beşê Kurdî di nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî  Sûrî de ev hevpeyvîna taybet bi Mistefa Oso Cîgirê Serokê Hevbendiyê re kir.

– Bi nerîna we rejîma Sûrî  di şêwirên Cinêva niha de wê sistir be ji yên berê, nemaze ku di dema dawî de paşketinek wê ya diyar li bêtir ji deverekê heye?

Baweriya rejîmê ta vê kêlîkê tenê bi çareya ewlekarî tê, û hemû coreyên tundî û zorê pêkanîne, derheqê millet Sûrî yê şoreşger bo pêkanîna azadî, dimuqratî, û avakirina Sûrya pêşerojê bê tundî û zordarî, dewletek ji bo welatiyên xwe be bi hemû pêkhatiyên  netewî, olî, mezhebî, û siyasî , guman nakim ev rejîm wek hemû rejêmên zordar li cîhanê dikare nermbûneke siyasî bo derxistina welat ji vê rewşa bobelatî ku tê re derbas dibe diyar bike.  

– Gelo pejirandina Hevbendiyê bo amadebûna nûnerê wê di şêwrên Cinêvê de, tenê bo kes nebêje ew ji çareyan direvin?

Na, qet, Hevbendiya Niştimanî bo Hêzên şoreşê û Hevrikiya Sûrî ji dil danûstendinê  bi çareyên siyasî re bo kirîza Sûrî dike, nerîna wê ya siyasî di vî warî de heye, ew jî li ser naveroka daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Netewên Yekbûyî ava dibe, û hûn dizanin ku berî niha Hevbendî di kongira Cinêv1 de ku bi çavdêriya Rêxistina Netewên Yekbûyî di navbera wê û nûnerên rejîmê de çêbû beşdar bû, û li ser wê baweriyê Hevbendiyê nameyek ji Dî Mîstora û tîma wî re şand, bo werin Istanbolê û li nerîna wan di vî warî de guhdar bikin, û bersiva wê nameyê erênî bû.

– Gelo hîn Hevbendî ji ser ya xwe di çareya aştiyane de nehatiye xwar, tev destkeftiyên meydanî yên  berbiçav ji ketîbeyên Hevrikiyê re li bêtirî deverekê, û pêşketin ji hêla ketîbeyên Hevrikiyê li gelek deveran berdewam e?

Em hîn di Hevbendiya Niştimanî de bi çareya siyasî ji kirîza Sûrî re ne, û em dibînin ku serkeftinên ketîbeyên Hevrikiya çekdar li Bakur û Başûr li ser hêzên komên çete yên fermandar, kaxezên hêzê di destê me de zêde dikin, bo pêkanîna destkeftiyên siyasî û hêviyên milletê Sûrî, û nerînên wî di Sûryak azad de ku cihê Esed û komên wî tê de tune be.

– Balyozê Emrîkî ê berê  li Sûrya Robert Ford ku helwestên wî ji Hevrikiyê nerênî bûn, di dema dawî de nerînên xwe ji rewşa Sûrî tam guhertine, herweha balyoza Emrîkî Samensa Bawer,  ragihand ku tu çare ji rewşa Sûrî re bê koçkirina Esed tune ye, hûn dibînin ku ev daxuyanî  nîşanên wan ên siyasî rast hene, yan peqpeqokin siyasî ne?

Helbet nişanên siyasî ji wan re hene, milletê Sûrî ê şoreşger ji berî çar salan ve tekez kiriye , ew şoreşa xwe ya pîroz ranawestîne ger ne bi rûxanidna rejîmê  be, ger çiqas dem dirêj bike, û çiqas qurbanî jî mezin bin, Civaka Navdewletî xweş vê rastiyê niha dizane.

– Eger şêwrên niha li Cinêvê biser ketin, û rejîmê bendên cinêva1 pêk anîn, gello Hevbendî dikare ketîbeyên çekdar bi çareya siyasî bê ya leşkerî razî bike?

Hevbendiya Niştimanî Sûrî nûnerê siyasî ji miletê Sûrî û şoreşa wî a pîroz re ye, danpêdanek Navdewletî pê heye, û ketîbeyên çekdar jî wê rewa dibînin, ew dikare – eger lihevhatinek siyasî bi gerantiyên navdewletî çêbibe – ketîbeyên çekdar bi rawestandina çareya leşkerî razî bike.

– Weku tê nasîn, Dî Mistiora kutle û kesayetên siyasî yên ku wê bi wan re bicive pir kirine, gello wilo kir ta bigihêje nerînek giştî bo hemû Sûryan,  yan mebesta wî jê pirkirina belavbûn û jihevketinê bû, û  dûrketina ji karîna dîtina çareyek rast û giştî ye?

Em xweş nêtê vî mirovî, û çi di hindirê wî de ye nizanin, lê karê wî bi awayekî beşdariyê di pirkirina belavbûn û jihevketinê  di nav rêzên Hevrikiya Sûrî dike, û dikeve xizmeta biserhevdana rijêmê de.

– Ebdilbasit Seyda dibîne ku Dî Mîstora hewl dide ku keyanin siyasî dî li ser pişta Hevbendiyê ava bike, û pir hewl dide – li gor gotina wî – aliyên siyasî ku berê tune bûn wan berz bike, gello ev bû hemû tiştê ku Dî Mistora dixwest yan bi rastî  tiştek li cem heye ku ji Sûryan re bi sûde ye, eger bigihên lihevkirinekê di nerînan de?

Li gor karê Dî Mîstora, kiyanin siyasî ku li ser erdê tunebûn diyar kirin, guman nakim ev kar bo bercewendiya miletê Sûrî û şoreşa wî ye, belê ew belavbûn û jihevketinê di nav Hevrikiya Sûrî  de pirtir dike.

– Tu bi gotina Hişam Merwa re ye ku dibêje: Dî Mîstora danustendinê bi Hevbendiyê û Hevrikiyê re di gera li çareyekê li Cinêvê bi awayekî ji dil nake, yan nerînek te ya cuda  ji ya Merwa heye?

Her kesê ku karek pê tê spartin dixwaze ew kar biser bikeve,  lê awayê ku Dî Mîstora danustendinê pê bi Hevrikya Sûrî re dike, bawer nakim ku  tu asoyên wê yên serkeftinê hebin.

– Tu dibînî ku pirisgirêka alê armancin wê yên siyasî ji wilo mezintir hene, tev ku serokê Hevbendiyê lêbûrîna xwe xwest, tev wilo jî kaniyên rexneyan ji derve nesekinîn , herweha pistepist di nav endamên Hevbendiyê bi xwe de jî?

Mixabin pirsgirêka alê bo armancin siyasî û rêxistinî di hindirê Hevebndiyê de bikar hat, dibe ku serokê Hevbendiyê şaş bûbe, lê lêbûrîn ji miletê Sûrî xwest,  nabe em vê mijarê ji wilo mezintir bikin, tevdana vê mijarê bi vî awyî qet ne di berjewendiya  Hevbendiya Niştimanî û şoreşa Sûrî de ye, bi taybet ku em nêzî hilbijartinin nû yên Hevbendiyê ne .

– Gelo al behane bû, yan astengiyek ji Serokê Hevbendiyê re bû, yan mebest ji gurkirina wê pêkanîna vê perçekirinê bû, ku bi rastî qelşek xist laşê Hevbendiyê de?

Ger çilo be, divê ev mijar zû bidawî bibe, hêz bi ser hev de bên, û hazirî ji gefên qonaxa bê û destkeftiyên wê re di hemû waran de bibe, qonax bi bûyer û pêşketinên xwe gelekî hestyar e,  dive hemû ked û kar bikevin xizmeta vê yekê de.

– Mamoste Mistefa tu çi li ser xwedûrxistina cîgirê Serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî ku yekser piştî çîroka alê hat dibêjî?

Cîgirê Serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî cihê rêzgirtina hemû endamên Hevbendiyê ye, em pê serbilind in, û helwestên wê cihê rêzgirtinê ne. xwedûrxistina wê xesaretek ji Hevbendiya Niştimanî û şoreşa Sûrî re ye, em hêvî dikin ku ji biryara xwe vegere, da kar -tev hemû keleman- bi hev re bikin , ji bo xizmeta milletê me yê birîndar û pêkanîna hêviyên wî di azadî, dimuqratî û rûmetê de.

– Ji ber Dî Mîstora hejmara kutle û kesên ku wê şêwran bi wan re bike pir kirine, ta ku diyar bike ku Hevbendî kutleyek ji dehên kutleyan e, gello li ser vê bingehê dilmaniyek di hindirê Hevbendiyê de ji beşdariya Encumena Niştimanî Kurdî bi şandek serbixwe heye?

Rast e ev hejmara pir tevlîheviyekê çêdike, lê derbarê beşdariya Encumana Niştimanî Kurdî  di şêwrên Cinêvê de bi Dî Mîstora re, me ji bilî dilrihetiyê li rex Hevbendiyê nedîtiye, Encumena Niştimanî  Kurdî beşek ji Hevbendiya Niştimanî ye, nerîna wê ya siyasî ta radeyeke mezin di gelek xalan de wek ya Hevbeniyê ye.

– Fuad Elîko Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiyê de ragihand ku wê şand nerîna xwe bo Sûrya pêşerojê pêşkêş bike, û helwesta xwe ji navê dewletê diyar bike bo bibe Komara Sûrî ji dêvla Komara Erebî Sûrî, gello ev helwest lihevkirinek di Hevbendiyê de li ser heye, yan hîn cihê goftugokirinê ye.

Wek min got nerîna siyasî a Encumena Niştimanî Kurdî bo çareya siyasî  ji kirîza sûrî re di gelek xalan de wek nerîna Hevbendiya Niştimanî Sûrî ye, û belgeyek siyasî di nav her du aliyan de imzekirî heye, ku yek ji xalên wê navê dewletê bibe Komara Sûrî, xala cuda ku wê şanda kurdî veguhêze ew e, nerîna Encumena Kurdî bo şêweyê dewletê ku fedralî be.

– Renda Qesîs a rikbera rijêmê di rojnameya El –Nehar a Libnanî de got Fidralî çareya pêşeroja Sûrî ye, hin kes ji hevbendiyê bi vê nerînê re hene, yan tenê dimîne nerînek normal ji hunermendeke Sûrû re?

Ta niha, tu lihevkirin di navbera Hevbendiya Niştimanî Sûrî û Encumena Niştimanî Kurdî derbarê şêweyê dewletê çênebûye, Encumena Niştimanî Kurdî dibîne ku baştirîn şêwe ji dewleta Sûrî di pêşerojê de ” Nenavendiya Siyasî ye”, lê Hevbendî li ser ” Nenavendiya Rêvebirî” bo Sûriya Pêşerojê tekez dike. Tiştê ku Renda Qesîs derbarê şêweyê Fidralî bo Sûrya pêşerojê  gotiye, nerîna wê a kesayetî ye.

– Tu Ecinde û Pêşiniyarên te hene ku tu li gor wan kar bikî, piştî tu ji hêla Encumena Niştimanî Kurdî  û Desteya Giştî ya Hevbendiyê bo Cîgiriya Serok hatiye hilbijartin?

Helbet ecinde hene, û ez ê ji wan re kar bikim, ew jî bo pêkanîna lihevkirinê di Hevbendiyê de ye, û dûrbûna ji nakokî û şerê di nav kutleyên hilbijartinê ên cuda di Hevbendiyê de, ji ber ew ne di xizmeta Hevbendiya Niştimanî û şoreşa Sûrî de ye. gelek Ecinde li ser asta xizmeta miletê Sûrî û şoreşa wî a pîroz jî hene, herweha pirsgirêka Milletê Kurd û mafên wî ê netewî di Sûryaya pêşerojê de, ez ê li ser pêkanîna wan di piratîkê de li ser erdê ne tenê bi durişman kar bikim.

– Pirsa dawî Mamoste Mistefa, tu dibînî ku şêwrên niha li Cinêvê lidar û berdewam in, wê gava dawî bi rejîmê re be.. eger  bendên Cinêv1 qebûl kirin yan jî qebûl nekirin?

Ev yek li ser pêşveçûnên cuda yên ku wê qonaxa bê wan bîne holê dimîne, wek min berê jî got, baweriya rejîmê bi çareyên siyasî nayê, ji destpêka şoreşa Sûrî de û ta niha ew baweriyên xwe bi çareya ewlekarî ve girêdide, lê em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî  de, ji hêla xwe de, ta kêlîka dawî li ser çareya siyasî tekez dikin.

Jêder: Hevbendî

ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
ENKS Civîna Komîta Têkiliyên Derve Bi Dîmistora Re Û Amadekariyên  Kongir Gotûbêj Dike

ENKS Civîna Komîta Têkiliyên Derve Bi Dîmistora Re Û Amadekariyên Kongir Gotûbêj Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.