Emaneta giştî ya Encumana Niştmanî ya Kurd, îro 27 Gulanê civata xwe li Qamişlo li dar xist , têde hevdîtina komîta têkiliyên derve bi şanderê navdewletî Dî Mistora re û amadekariyên kongirê sêyemîn yê ENKS goftûgo kirin.
Ibrahîm Biro wek yek ji endamên şandeyê, bi Firehî li ser civîna bi Dîmistora re axivî, û nîşan da ku wan nerîna ENKS ji bo Sûrya paşerojê radestî Dîmistora kir, li gel belgeya siyasî ya ku di navbera ENKS û Hevbendiyê de hatiye morkirin.
Ji hêleke din ve Ni’met Daûd cîgirê serokê ENKS ji malpera mere got “me doza tevlîbûna herdu baskên Şepêla pêşeroj pesend kir, û ewê bi para yek partiyê di kongir de amade bibin, her wiha nûnertiya ola Îzîdî bi 5 endaman di kongir de hat destnîşankirin”.
Hêjaye gotinê ku 11ê Hezêrana 2015 hatiye destnîşankirin ji bo li darxistina kongirê sêyemîn yê ENKS.
Jêder: Hevbendî