• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Friday, 2 June , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Muhsin Tahir: Mebesta Destpêşxeriya Rûsî Xizmeta Rêjîmê Ye

January 16, 2015
in Dîdara Taybet
Muhsin Tahir: Mebesta Destpêşxeriya Rûsî Xizmeta Rêjîmê Ye

Endamê Encumena Niştimanî ya Kurd Muhsin Tahir di hevpeyvînekê bi beşê kurdî ji Malpera Hevbendiya Niştimanî Sûrî re, got ku Despêşxeriya Rûsiya ji bo pişgiriya rêjîmê û jihevxistina rikberiya siyasî hatiye. Tahir li ser dûrxistina sê partiyan ji Encumena Kurdî got ku van hersê partiyan soza Encuman bicî nanîn û bawerî di nava Encuman de nehiştin.. her weha Tahir nerînên xwe li ser rêkeftina Dihokê û lêvegera Siyasî diyar kirin..

-Rûsiya destpêşxeriyek ji bo çareseriya kirîza Sûriyê  pêşkêş kiriye, hûn çawa vê gavê dinirxînin?

Despêşxêriya Rûsiya ji bo piştgiriya rêjîmê ji hêla hêzên herêmî û navdewletî hatiye, di dema wenabûna rola Amerîkî li Sûriya û Iraqê û berdewambûna êrîşên hêzên navdewletî , û Amerîka mijûl e bi doseya Îranê û kirîzin din weke Okraniya.

Di nerîna min de ev destpêşxêrî weke dîdareke şêwermendiyê ye, û tê xwestin ew têkeve şûna cinêv1 de, û mebesta wê xizmeta rêjîmê û jihevxistina rikberiya siyasî û şerpezekirina hêzên xwedî rol li ser zemîna Sûriyê ye. 

-Hevbendiya Sûrî helbijartinên xwe çêkirin, tu rewşa wê çawa dibîne?

Em tevde dizanin ku Hevbendiya Sûrî nûnerê mezin û rewa ye ji rikberiya Sûrî re, kombendên rengereng di nava wê de hene, û karekî hevbeş wan dighîne hev, û ew hilbjartin ji tevaya hêzan re karekî rewa ye ku herkes dixwaze tê de biser bikeve, û di dawiyê de di bin siya dîmuqratiyê de herkes pabend e bi encamên wan helbijartinan, tevî ku gelek têbîniyên me li ser rewşa hevbendiyê ya siyasî û meydanî hene.

– ENKS biryara dûrxistina sê partiyan ji nava encuman stend, ta çi radeyê tu vê biryarê rast dibîne?

 Rewatiya vê biryarê ji erêkirina tevaya endmên Encuman hatiye û tu kes di riwê wê de ranewestiya, biryar di 5-12-2014an de hat stendin piştî hilbjartina her 12 endamên lêvegera siyasî, û tê de rê li ber nûnerên Kobanî Efrîn û Îzîdiyan vekir.

Berî biryarê nûnerên Encuman soz dabûn ku dengên xwe bidin berbijêrên xwe, lê wan kesan soza Encumen bicî nanî.

Wan bi vî karê xwe bawerî di nava Encuman de nehişt, û biryara dûrxistina wan wek sizakirinê hat.

Posta ENKS di Hevbendiyê de vala ye, we kesin li şûna kesên dûrxistî destnîşan kirine?

ENKS nameyek ji Hevbendiyê re şandiye, ku nûnerê partiyên dûrxistî ji nava xwe derîne, da ku du kesan li şûna wan helbijêre.

-Lêvegera siyasî civatek lidar xist bi amadebûna hersê partiyên dûrxstî ji ENKS, çi bandora wê gavê li ser têkiliyên we li gel TEV-DEM ê heye?

Rêkeftina Dihokê di nav du alîyên siyasî de hatiye emzekirin ( ENKS,TEV-DEM)  û biryarên wê bi şêweyê lihevkirinê wê bêne stendin tevlî ragihandina cih û demên civatan , lê (TEV-DEM) ji ber xwe ve dema civata lêvegerê ragihandibû bê ku hayê ENKS jê hebe, û em li benda li darxistina civata lêvegera siyasî ne bi 30 endamêm xwe, Ji bilî wilo çarenivîsa rêkeftina Dihokê nediyar e.

 

ShareTweetSend

Posts Related

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike

May 31, 2023
Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike

May 31, 2023
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.8k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Nûçe

Desteya Siyasî Dosya Dadpirsîn û Sizakirina Tawankarên Cengê û Sizayên li Ser Rijêma Esed Hatine Sepandin Gotûbêj Dike

Raporeke Mafnasî: Filistîniyekî ku Nû Hatiye Serbestberdan Navên Girtiyin Filestînî û Sûrî yên di Zîndana Sêdnaya de Eşkere Dike

Îdrîs: Em Ditirsin ku Ragihandina Şaredariya Bint Cibêl Tenê Girêdayî Astengkirina Jiyana Sûriyên li Bajêr be

Hevbendiya Niştimanî: Destberdana Komî ji Kar di Sektora Giştî ya Rijêma Esed de Nîşana Têkçûna Wê ya Aborî û Rêvebirî ye

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.