Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî
18ê rêbendan 2015
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî, bi çavê rêzgirtinê li têgihiştina hikûmeta Rûsî dinerin ku tu çare ji rewşa Sûrî re bo bidawîkirina karesata mirovahî û tawanên ku derheqê milletê me de pêk tên tune ye ger ne çareyek siyasî û giştî ji kokê de be.
Operasyona diyaloka Sûrî – Sûrî di navbera aliyên hevrikiyê de ji berî demekê de û berya ku Rûsya nêt bike melbenda Mosko lidar bixe destpê kiriye, hinek ji van hevdîtinan li dewletên mîna Tirkî, Misir, û hin ji dewletên Ewropî lidar ketin, û hîn bi alîkarî û xwesteka hevrikiyê bi xwe berdewam in. û ji ber ku armanca Rûsya ji melbenda Mosko handana diyaloka Sûrî – Sûrî di navbera aliyên Hevrikiyê de ye, vê diyalokê destpê kiriye beşek mezin jê derbas kiriye, û ev yek Ii Rûsya û dewletên cîhanê yên dî dixwaze ku piştgiriya hewldanên hevrikiyê di vî warî de bikin ta ku biser bikeve.
Em di Hevbendiyê de dizanin ku pirsyariyek yasayî derbarê tiştê ku li Sûrî çêdibe li ser milê Mosko ye, û roleke wê giring û sereke bo gihiştina çareyek siyasî li gor daxuyaniya Cinêvê û biryayên Encumena Ewlehiyê heye.
Têkiliyên xurt û durist bi milletan re ne bi hikûmet û rejîman re tên girêdan, bo vê yekê ji Mosko tê xwestin ku li siyaseta xwe derbarê Sûrî de vegere.
Yasaya Navdewletî ya mirovahî û biryarên derbarê rewşa Sûrî de ji hêla Encumena Ewlehiyê derçûne, li ser Netewên Yekgirtî û Dewletên Endamên berdewam di Encumena Ewlehiyê de tekez dike ku danustendinê bidomînin bo gihiştina çareyek siyaysî Sûrî biparêze, hêviyên milletê wê pêk bîne, û qurbaniyên wê yên mezin erzan bernede, veguhestina siyasî bi giştî û tekûz ji desthilatê re ji hukmê diktatorî bo millet, ta Sûriyek serbixwe û yekgirtî ava bibe fermandariya wê sistemeke sivîl, dimuqratî û pirnetew be, rûmeta welatiyên xwe û azadiya wan ya kesane bê cudayî diparêze, sîstemek derfetê dide milletê xwe bo li Destûra xwe vegere, serkirdeyên xwe di riya hilbijartinên azad û temîz hilbijêre.
Rehma xwedê li pakrewanan be, rehetî bo birîndaran, û azadî bo girtiyan.
Bijî Sûrî, milletê wê azad û serkeftî bijî