piştî kû şeva buhirî agirbest di navbera yekîneyên parastina gel YPG û hêzên rêjîmê de çê bû , careke dî di navbera herdû aliyan de şer û pevçûn derkete holê.
peyamnêrê me li bajarê Hesekê ragihand ku îro yekşemê 18-1-2015 hêzên rêjîmê bi tundî navenda (Telai´h) ya ku hêzên YPG tê de bi cih bûne toparan kir , û hêzên rêjîmê dest danî ser wê navendê û dezgeha avê ya bajêr .
peyamnêrê me tekez kir ku gelek topên bitewşî li taxa Salihiyê ketin ya ku nişteciyên wê kurdin û gelek ziyan gihande wan û di encamê de 8 kesên sivîl jiyana xwe jidest dan û bi dehan birîndar bûn, û ji ber kêmbûna zanyariyan me nekarîbû hejmara ziyanên herdû aliyan wergirta.
hêjaye gotinê ku gelek xelkên bajarê Hesekê ber bi bajarên Amûdê , Qamişlo û Dirbêsiyê ve koçber bûn .