Desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî de destnivîsa belgeya ” prensîpên Sereke Bo Çareseriya Siyasî Li Sûriyê” ku ji 13 bendan pêk tê biryar girt, tê de nexşeya rê bo çareseriya siyasî li Sûryayê û bingehên berdewamkirina danustendina ku di kongirê Cinêvê yê diwem de rawestiya destnîşan kir, Ev yek duh Yekşemê di civînên desteya siyasî de hat.
Li gor belgeyê divê danustendin di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de ji cihê ku kongirê Cinêva 1ê di Sibata 2014an lê rawestya berdewam bike, destpêka wê bicîanîna desteyeke hukim ya veguhêz bi hemû deshilatiyan û di nav de serok komar jî, ji bo guhertina rejîma siyasî bi awayekî giştî û ji kokê ve, û di nav de serê rejîmê, simbolên wê, û alavên ewlehî, û avakirina sîstemeke sivîl û piralî.
Belge bi hûrbînî li ser pirsyarî, erk, û raspêriyên desteya hukimê veguhêz, ta qonaxa amadekirina destûrê, lidarxistina hilbijartinan, û çaksaziya saziyan dûrî desthilatiya zordariyê rawestiya, û belgeyê dît ku rawestana operasyonên kuştinê, topbarankirinê, û armanckirina sivîlan merceke sereke ye bo destpêkirina operasyona danustendinê.
Di heman mijarê de, Xalid Xoce Serokê Hevbendiyê, û Xetîb Bedle endamê Desteya Siyasî hevdîtinek îroj bi Muna Xanim re şandera Şepola Avakirina Dewletê li Istenbolê lidar xistin, tê de li ser çarçoveyên ku dibe diyalokek giştî ji Hevrikiya Sûrî re li ser ava bibe hate lihevkirin
Herweha Hevbendiyê şandek bi serokatiya Hişam Merwe cîgirê serok bo hevdîtina Desteya Hevrêziya Niştimanî li Qahirayê pêk anî, endamê Desteya Siyasî Selah Derwîş, û Endamê Desteya Giştî Qasim Elxetîb tê de ne. di çarçoveya diylaoka Sûrî – Sûrî de a ku Hevbendiyê bi hemû yekîne, şepol, û kesayetiyên Hevrikiya Sûrî yên mayî re destpê kiribû.
Wê destnivîsa belgeya ” Prensîpên Sereke Bo Çareseriya Siyasî Li Sûrî ” û Yadnameya Têgihiştinê a ku di çend rojên bûrî de danûstendin li ser çêbû bingeha gengeşa di navbera herdu aliyan de di hevdîtina ku gerek di dema bê de lidar bikeve be.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hişam Merwe diyar kir ku dibe şande bi hindek berpirsên di wezareta derve a Misrî re bicive bo gengeşekirina hewldanên dixwazin hevdîtinek şêwirdariyê di nav hêzên Hevrikiya Sûrî de lidar bixin, ta helwestan di xizmeta şoreşa milletê Sûrî de bikin yek.
Jêder: Hevbendî