Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê pêşwazî li vexwendina Yekîtiya Ewropî ya pêkanîna Hevpeymaniyekê li dijî terorê û hin dewletên Erebî û Islamî jî têde ne kir, û li ser vê çendê berdevkê Hevbendiyê tekezî kir li ser “pêwîstiya ku bilez rêjîma Esed têxin di pêşiya lîsteya rêjîmên terorîst de, û lezê di gemkirina pilanên wî de û rizgarkirina miletê Sûriyê û tevaya Cîhanê ji tawanên wî”. Elmislit tekez kir “ku pêvajoya çar salên bûrî, dupat dike ku tirsnaktirîn rêxistinên terorîst hatine xudankirin bi serperiştî û hemahengiya rêjîmên xudankerên terorê û pêkanîna wan wek berdestek û amraz bo armancên xwe yên Siyasî, û di pêşiya wan rêjîman de rêjîma Esed, ya bimebest torên terorîst dan çêkirin û ji bo berjewendî û pilanên xwe û herwiha li hember dijberên xwe bikar anîn, heta gihiştin vê radeya hêz û berferhbûnê”.
Dîsa berdevkê Hevbendiyê hişyarî da ji “ku her çavgirtinek bête kirin ji rola rêjîma Esed di çavdêrî û berfirehkirina terorê de wê bobelat encam bidin, netenê li Sûriyê lê li deverê û cîhanê bi temamî, ku ev rêjîm xudan serborek têr û tesel e di serperiştkirin û çêkirina tore û rêxistinên terorîst de bi hemû karînên berdest û ev çende hatiye belge û tomarkirin bi riya torên mafnasên Cîhanî û di dadgehên navdewletî de û karên wî yên kirêt eşkere bûne “. Elmislit got “ku sepandina dadmendiyê li ser astê cîhanê, û kar ji bo piştgiriya gelên mafdoz û azadîxwaz, û çareserkirina nakokî û hevrikiyan yên li jêr sîbera wan teror peyda dibe, ewe sîwana rasteqîne bo ziwakirina çavkaniyên terorê bi awayekî tekûz û yekcarî”.
Jêder: Hevbendî