Nesredîn Ibrahîm cêgirê serokê Encumena Niştimaiya Kurd li Sûriyê (ENKS) di hevpeyvînekê de li gel malpera me êrîşên Hevpeymana Navdewletî li ser bingehên Daiş gaveke durist dît, Ibrahîm tekez kir ku Encumena xwecihî ya kobanê ya ENKSê û tevahiya partiyan amedekariya xwe dane xwiyakirin ji bo berxwedanê di ber kobanê de bikin.
Ji bo damezirandina hikûemeta demkî ya nû Ibrahîm got: nabe hikûmetek binav tenê be, û nabe kurd jê werin dûrxistin.
Hevpeyvîn:
Hêzên Hevpeymana Navdewletî berî demekê dest bi êrîşan li ser Daiş kirin, ENKS çawa van pêşveçûnan dinirxîne?
Em weke ENKS wê pengavê durist dibînin, û piştî êrîşên dawiyê yên Daişê li ser kobanê bi vî şêweyê hovane ,em dibînin gerek e bixurtayî navend û hêzên wan bên armanckirin da ko komkujîne mezintir dijî gelê kurd û tevahiya gelê sûrî çênebin.
Tê gotin ku ji bo piştgiriya Kobanê ENKSê bi erkê xwe ranebûye hûn çi dibêjin?
Encumena xwecihî ya kobanê ya ENKSê û tevahiya partiyan amedekariya xwe dane xuiyakirin ji bo berxwedanê di ber kobanê de bikin , û ji aliyekî din ve ev rewş giredayî ye bi rêkeftina di nav herdû Encumanên kurdî de û bi taybet di warê leşkerî de.
Heger di paşroja nêzîk de ji ENKS bê xwestin ku tevlî vê hevgirtina navdewlatî bibe di warê leşkerî de, hûn amade ne ji bo vê yekê?
Amedebûna me bi çend xalan ve girêdayî ye – rêkeftina di nav herdû Encumanên Kurdî de, bi taybetî di warê leşkerî de – û berî wê amedekirna rewşa navxweyî ya ENKSê.
Hûn kar û xebata nûnerên ENKSê di nav Hevbendiya Niştimaniya Sûrî de çawa dibînin?
Tu di kare bêjê karê wan pak e, lê ne weke ko tê xwestin , ew jî bi têkilya wan bi Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ve girêdayî ye, bi bawerya Hevbendiya Niştimaniya Sûrî bi mafên gelê kurd , û tengkirna mijarê li ber nûnerên ENKSê yên di nav de.
Ta anha kongireya sêyemîn ya ENKSê li dar neketiye , sedem çine?
Hin ji sedeman bi rewşa ewlekarî ve girêdayî ne, û hin jê girêdayên bi aloziyên rêxistinî yê di nav pêkhateyên ENKSê de , û ji aliykî din ve girêdaye bi karê hin aliyan yên ko dixwazin destê xwe deynin li ser biryara ENKSê.
Hevbendiya Niştimaniya Sûrî hewla damezirandina hikûemetke nû dide, ta çi radeyê ENKS amade ye di beşdarbûna wê hikumetê de?
Beşdariya me girêdayî ye bi baweriya wan bi mafê gelê kurd li sûryayê û pêkanîna wê ji xalên di navbera me û wan de, nabe hikûmetek binav tenê be, û nabe kurd jê werin dûrxistin