Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
09.10.2014
Hêzên Esed di roja dawî ji Cejna Qurbanê de nêzîk 500 hevwelatî ji Gundê Seyfat Bakurî Bajarê Helebê piraniya wan Zarok û Jin dîl kirin li gora nûçeyan û ji devê çalakvanan ko hêzên Esed tawankariyên zorbaziya sêksî li jinên Gundê Seyfat kirine.
Hevbendiya Niştimanî evê kirdeya kirêt di dermafê Jinên Sûrî de protesto dike û doza berdana girtiyan dike, herweha hişyariyê dide ko Rêjîma Esed evan tawankariyan dike bê ko tu hêz wî birawestîne, û Hevalbendiya Navnetewî jî li Daiş dide bê ko li Rêjîma Esed bide, dibe ev yek di berjewendiya evê Rêkxistina tirorist de be û dibe endamên nû jî tev li wê bibin.