Bê guman encamên bobelatên ku piştî şoreşê bi ser gelê Sûriyê de hatin, ne tenê bandora wan ji aliyê abûrî û nexweşiyên laş û têkçûna dahatên welat tenê bûn, lê wê wêraniyê bandora xwe li derûn û nirx û şêweyê danûstandina mirovên Sûrî bi giştî kir, her weha bingeha rêxistinî ya partiyan hejiya û sist bû, û ew sistbûn giha saziyên rewşenbîrî û yên jinan jî, û tevlî reşbûna tabloyê , Sûriyan dupat kir ku ew hezkerên jiyanê û hunerê ne, ji ber ku ew li welatê penaberiyê li çalakiyên xwe yên ku berî û di destpêka şoreşê de dikirin vegeriyan.
Û ji bo rawastana li ser van xalên bûrî tevan, û bi taybetî rola jina Sûrî di tevaya warên xebata siyasî û hunerî û civakî de, beşê Kurdî ji ofîsa ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ev dîdar bi çalakvana sivîl û siyasî Sebîha Xelîl re pêkaniye.
We bi karê xwe yê mamostetiyê û çalakvaniyên jinan re, vê dawiyê demekê kar di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de kir, gelo ev serbora we ya karê siyasî bandora wê erênî bû di geşkirina moralê we de, yan jî cihê paşketin û dilsariyê ji siyaset û siyasiyan bi giştî bû?
Her ezmûnek mirov têre derbas dibe, rengrkî ji pisporiyê û vebûna hiş der barê danûstandina bi kêşeyan re li paş xwe dihêle, bê ku em serkeftin yan sernekeftina wê ezmûnê bînin berçav, ev pêvajoya giştî ew e ya ku karê me wek take kes û civak pêşve dibe, di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de, min çêkerên biryarên Kurdî ji nêz ve dîtin, û min şêweyê nerînên teng yên partîtî dîtin, û bi rastî cihê daxê ye ku tu xwediyê doz û kêşeyekê be û evqas dijatiya partîtî ya kirêt di hinavê te de hebe, ev bobelat bi xwe ye, rewş pir xerab e ji alî milmilaneyê û xwepelûkirina ser destkeft û kursiyan, bi taybetî piştî guherînên 2011an, îro em pêşberî wendabûna pirojeyê Kurdî li Sûriyê ne, di nav kîmkîma dijîtiya Kurdî- Kurdî de, arîşeya me ne tenê bi aliyên ne kurd re ye, lê nakokiyên me bi xwe hene, ewên ku me hiştiye aloz bibin ta radeya ku em nema Karin çareser bikin.
Tê gotin ku te serpereştiya komeleyek jinan bi navê”Komeleya Jîn” dikir, gelo karê wê komeleyê hê berdewam e, piştî ku piraniya endamên komeleyê dest ji xaka welat berdan? Yan jî we careke din çalakiyên xwe li welatên penaberiyê berdewam kirin?
Penaberiyê jiyana mirovan tevan ji hev belav kir, û komela Jîn jî wek komeleyên din, ji ber hev ketiye, ji ber koçbûn û penaberbûna endamên wê li welatan, her kes îro jan û êşa cenga tekrewî dikşîne, ya li ser gelê Sûriyê hatiye sepandin ji aliyê rêxistininan ve ku ti ramanên ji yên xwe cuda napejirînin.
lê em wek endamên Komeleyê, hîn jî peywendiyan bi hev re dikin, tevlî nexweşbûna rewşa jiyanê, û gelek ji endamên Komeleyê li welat mane, lê mixabin ti asoyên çalakiyan tune ne, di warekî de ku girtin û koçberkirina bi kotekî der mafê kesên cuda tê bikaranîn, arîşe ne tenê li deverên Kurdî heye, li gor agahiyên min hemû aliyên dijberên hev, wan sitemkariyan dijî civaka sivîl bikar tînin.
lê Komeleya Jîn di sala 2005an de li Helebê û tevlî rewşa ewlekaiya dijwar hat damezrandin û berdewam kir, û ti rê ji berdewamiyê pêve li pêşiya me tune ye, li gor hal û rewşa ku em têre derbas dibin.
Aramanca sereke ya lobiyê jinan ew bû ku fişaran bikin da beşdariyek wekhevî di çêkirina biryara siyasî de, û li ser hemî ast û waran bi dest xwe ve bînin, û tu wek yek ji wan, gelo bi rastî lûbiyên jinan karîbûn gavine berbiçav û erênî bavêje bi alî armanca xwe ya ji destpêkê de danîbû?
Ne tenê lûbiyên jinan, lê tevaya tevgerên jinên Sûrî hewl didin ku beşdariyê di çêkirina paşeroja Sûriyê de bikin, paşerojeke bi azadî û demoqratî û rumet ji jin û mêran tevan re, û rêjeya beşdariya jinê ya 30% bû rastiyek piştî ku berê mijareke ne berçav bû, û bi taybetî ji aliyê siyasiyên kilasîk ve, û xwediyên nerînên islamî yên ku her û her kêşeya jinê her wekî ya kêmhejmarê netewî paş dixistin ta piştî ruxandina Rêjîmê, û çêkirina destûrê bi xurtî tê kirin û cihê jinê jî bi xurtî di odeyên saziyên sivîl de heye, di heman dema danûstandinên Cinêvê de, di gengeşekirin û amadekirina tevaya doseyan de hebû, lê hin astengî ji aliyê civaka navdewletî heye, dema hewl dide ku wêneyê jinê tenê wek kevoka aştiyê diyar bike, bêyî pêkanîna dad û demoqrasî û rûmeta ku daxwaza Sûriyan tevan e.
Di gotara te ya bi sernivîsa”Gelo wê ENKS girêdana kurdayetiyê di nav Qamişlo û Efrînê de ji kok de bibire?”, te behsa siyaseta destdanîna ser biryarê ji aliyê siyasetmedarê Qamilşlo ve kiribû, û hewildanên wan yên berdewam ji bo kêmkirina rola Efrîn û Kobanê û xwarina para wan ya her tiştî, çi ji aliyê darayî ve be an jî pile û bexşanên tên pêşkêşkirin ji Kurdên derve û yên herêma Kurdistanê, û heta bi sîmboliya rewşenbîrî jî, gelo sedema gotinên te ji ber ezîtî û çavnebariya siyasetmedarên Qamişlo ye, ku dixwazin her tişt di bin siya şêweyê ramanên wan de be?
Gotara min belkî hewldanek ji bo lêdana zingilê metirsiyê bû, der barê tiştên bûn û dibin, ez naxwazim wateyin din jêre derxim, ez naxwazim hukum li ser hinan bidim yan jî hinan bi nav bikim ku hin ehmeqiyên partîtî kirin û tiştê mayî ji laşê Kurdî perçe kirin, û em bi xwe jî gunehê valahiştna meydê ji bo serdestbûna xwediyên wan mejiyan hildigrin, arîşe ew e ku hêvî û sebir û deyax li rex me tune ye, di heman dema xurtiya hezkirina desteserkirinê li rex aliyê din, ev arîşe giştî ye û bi Sûriyan tevan ve girêdayî ye, ne girêdayî Kurdan tenê ye, bi her halî tu dikarî pirsê ji serkirdeyên Encûmenê bike, ku çend endamên Efrînê îro di nav rêzên we de ne?, û ez wek çalakvanekê di warê rewşa giştî de kar dike, divabû ez pirsekê bêguneh bikim, ez bawer im ku aliyê din dikare bersivê ji min bêhtir bide.
Di nerîna te de, hevdîtina Berlînê ya ku we dît wek ” rêyekê ji bo ku hûn kêşeya Kurdî li Sûriyê bikin kêşeyeke Niştimanî ” karîbû bombeyekê ji wan bombeyên ku partiya Be’is û destekên wê bi dirêjiya 40 salî çandibûn hilîne, û çi nerînên erênî li rex te piştî wan civatan hatin peydakirin?
Nîşanin erênî hene tevlî hin bombeyên ku hîn nehatine hilanîn, Be’is penceşêreke wêranker e, dikare xwe li gor guhertinan biguhere, û kesên zana û guhdar dizanin ku destê wan yê reş di çêkirina DAIŞê de heye, lê ya baş ew e ku aliyê din yê Sûrî hest bike ku divê kêşeya Kurdî bête çareserkirin bi şêweyekî dadane, bêyî ku kêmasiyên Rêjîmê û opozîsyonê bêne berçavgirtin, û tiştê cihê geşbîniyê ew e ku civaka Erebî bi giştî êdî piştgirî û guhdana xwe bi kêşeya Kurdî tîne ziman, di dema ku berê komelkujî dijî Kurdan dibûn û bê guhdan dibûrîn, ya giring ew e ku em neyên kişandin li gor bercewendiyên hinan, ku dixwazin piştî têkçûnên xwe yên siyasî bi cengên bê sûde xwe bi ser bixînin, divê em zanibin çawa dostan pir bikin, dijminên me berê pir in.
Di ahenga xêrxwazî ya ku nûnertiya Oropa ya ENKS li berlînê ji bo piştgiriya qurbaniyên Komelkujiya Qamişlo di 9 vê heyvê de çêkiribû, te di gotara xwe de amaje kir ku milmilaneya partîtî pir e di ENKS de, û ENKS nebûye dezgeheke siyasî, gelo rêxerên wê ahengê û hunermenê ku dreng hatibû ew gotinên te li ber çav girtin, yan karvedan berevajî bû?
Tiştê ku karê dezgehan ji yê “gotayan” cuda dike ew e, di karê dezgehî de rewabûn û hêsaniyek di dabeşkirina kar de heye, lê yê xwediyên “gotayan”, firakisyonên wan astengiyan ji karê hev re derdixin, û berdewamiya wî karî dijwar dibe, ji ber nebûna wekheviyê û hebûna serokên bê wate , mixabin Encuman ne xwediyê saziyên pispor e ku karibe karan li gor pisporî û taybetmendiyan dabeş bike, telîhevî û tembeliyek di rêvebirina kar de heye, lewra ez ne bawerim ku karibe sûdê ji rexne û şaşiyan wergire ji bo pêşxistina karê xwe.
Di vê dema dawî de, hin hunermendên sûrî çalakiyên xuya kirin, di warê lidarxistina aheng û pêşengehan ji berhemên hejmarek wênesazên teşkîlî re, di nerîna we de, ew çalakî gihan asta derdeseriya gelê Sûriyê?
Tevî ku meydana rewşenbîriyê li Sûriyê çol mabû, ji encama bidehsalên desthilata Be’is ya ku kaniyên rewşenbîriyê ziwa kiribûn, û ew bi saziyên xwe yên ewlekarî ve girêdan. Ana afrandyarên Sûrî hewil didin xwe ji wan bendan rizgar bikin, û xuyaye cîhan guh dide xweşikbûn û afrandinê bêhtir ji guhdana kirêtiya cengê û temaşakirina li wêraniyê ya ku bişêweyekî pir li ser ekranên ragihandinê derdikevin, ta gihaye radeya ku ew dîmen bûne normal û nema hestê xelkê dihejînin, raste ew berhem negihan asta ku her tiştî bibêjin, lê ew ji meydana siyasetê û nexweşiyên wê çêtir e.
Îsal di heyva Tîrmrhê de, li Almanyayê, cezaya 13 salên zindanê hat birîn ji bo Sûriyekî li jina xwe xistibû, û zarokên wî dan malbateke din, piştî tohmeta wî ya lêxistinê dupat bû, gelo ew cezkirin bû rêgir li pêşiya zilamên din yên wek wî difikirin? Ya jî wê newekheviya çandê bibe sedema derketina kesên din jî ji vî rengî di demên pêş de?
Ez ne bawer im ku bi cezakirina yekî ev karên wilo rawestin, hin ji Sûriyan dest bi avakirina civakên xwe yên taybet di hundirê civakên Oropî de kirine, her wekî çawa Filestînî û Îraqî û Tirkan civakên xwe di Oropa dîmoqratî de ava kirine, lê reftarên tundûtûjiya malbatî belkî dawîtirîn nexweşî ye, ji ber ku gelek nexweşiyên din jî hene wek destdanîna li ser pereyên malbatê û astengkirina azadiya li xwekirina cilan û sûrbûna li ser hînbûna bi gotgotê, û tirsa têgehên xwarinên helal û yên heram, û ji bilî wan nexweşiyan jî, û di vê mijarê de em dikarin bêjin ku zilam xwe zû diguherin û xwe dikin wek Oropiyan ji aliyê dîmenê xwe yê ji derve de, lê jinên xwe bi cilên misilmantiyê û carna bi şêweyekî beloq jî dihêle, ew tu şermiyê nabîne dema ku ew pantelonekî kin û rengereg li xwe dike, lê kurtkirina mantoyê jinê hewceyî erêkirina zilam e, da rumeta wî neyê rêtin di riya wan çend santîman re.
Li Stokholim paytexta Siwêdê di 10ê êlûnê de simînarek di bin navnîşana ” tracîdya li Sûriyê berdewam e, gelo çare jêre heye?” û ” Toreya Jina Sûrî” di wê simînarê de beşdar bû, di nerîna te de wê Toreyê karîbû bandorê li kesên Oropî yên amade bibûn bike, û helwestên wan yên rasteqîne bi alî kêşeya Sûrî ve bîne?
Ta niha ti dezgehên Opozisyonê , nikarîne helwestên rastyeqîne der barê gelê Sûriyê li rex Oropiyan çêbike, mixabin tevaya dezgehên rikberiyê nikarîne bigihên asta derd û êşên gelê Sûriyê, û sedem ew e, ku tevde li gor ecindayên partîtî û herêmî û netewî û olî de kar dikin, û ez dikarim tekez bikim ku ti dezgeha Sûrî ya rikberiyê tuneye ku ev êş û dijberiya hundurîn di nav wan de tuneye, û em Karin bêjin ku ev ji pêmayên rêjîma Be’is e, yên di gelê Sûrî de hatine çandin, û ez bêtir dibînim ku dezgehên jinê belkî ew çêtir in ji wan dezgehên ku mejiyên mêran wan birêve dibin, û Toreya Jinê hewl dide ku bizav û çalakiyan bike û wê Karin baş kirine dema em wê bi dezgehê din re bipîvin.
Di nerîna te de wê bandora helbijartina jina Êzîdî Nadya Murad wek “Balyoza Navdewletî Ji Bo Niyazên Pak” li ser zêdekirina guhdanê bi qurbaniyên destdirêjiya sêksî li rojhilata navîn hebe, ji ber ku ew bi xwe jî qurbaniyek wê tawanê ye?
Bê guman hilbijartina Nadya Murad wek balyozekê ji niyazên pak re, ne ji xwe de hatiye, û Nadya Murad wek jinekê ku ji koletiya cinsî rizgar bûye, cihê hêviya me ye ku ewê karibe roleke giring di piştgiriya gelek qurbaniyan de bilîze, gelek jin hene ku di heman rewşa cengê ya Nadya û qurbaniyên din têde bûn de dijîn, divê em tê bighên ku dezgehên navdewletî bi pisporî lîstika ku qurbaniyan bikin leheng dilîze, wek parekî ji istiratîciya wê ya reva ji kêşeyên rasteqîne, wek hewildanekê ji bo çav ji rastiyan bên girtin, belkî ji bo xwevedizîna ji berpirsyariyên xwe der barê deverên şer, lê rewş ji aliyê navdewletî û di bin sîwana bercewendiyan de tê birêvebirin, bêyî ku xema wan be çendî derdeserî ji encama wan bercewendiyan di nav gelê wan welatan de dimîne.
Pirsek dawî mamoste Sebîha, tu wek çalakvanekê di warê mafê jinê û hejmarek dezgehên Opozîsyona Sûrî de kar kiriye, û hevserê te jî helbestvan û romannivîs e, gelo ti pirojeyên we yên siberojê yên ku hûn li penaberiyê ji kêşeya Sûrî bi giştî re bikin hene? Yan jî mijûlbûna we bi karên we yên taybet we dûrî rewşa giştî xistiye?
Rewşa giştî û karê wê, dikeve xwîna mirov de, û mirov nikare ji mejiyê xwe bavêje, û karûbarên taybet tevlî yên giştî dibin, ta radeya ku dibin yek, tevlî ku ez hewl didim hinekî hêminiyê têxim jiyana xwe de, û ez dûrî vê şewata siyasî di van rewşên dawî ji hevsengiyan de bikevim, îro ji her demê bêhtir ez guhdanê bi raman û nivîsandinê der barê van salên me yên dawî ku em têre derbasbûne dikim, divê em bi çavekî rexneya tûj li xwe binerin ji bo nexşekirina rêya ber bi pêşindeyên me yên tên de, û hejmarek ji pirojeyan hene ku piraniya wan dikevin warê vekolîn û nivîsandina serbora dema bûrî, û ez û hin hevalên jin li ser kar dikin, û hevserê min jî bi nivîsandinê mijûl e, em pir gotûbêjiyê bi hevre dikin û em nerînan pev diguherin, bi giştî her kes hewcedarî vehêsana şervanekî ye, cengê her kes westandiye di dema nebûna nerînên aqlane yên ku em niha ji her demê bêhtir hewcedarî wan in.