Îro ji ber êrîşên esmanî yên firokên Rûsiya û Esed û bikaranîna mûşek û bombeyan, hejmara kuştî û birîndaran li taxên Helebê yên dorpêçkirî gihişt zêdetir ji 100 sivîlî.
Di van êrîşan sê endamên bergiriya sivîl birîndar bûn, di dema agir li taxa Bistan Elqesir yê bi sedema êrîşên esmanî vêketibû vedimirandin, û rewşa birîndarekî ji wan gelekî xirab e.
Tevî tunebûna gelek coreyên dermanan li nexweşxaneyên meydanî û yekîneyên xwînê, û di heman demê de nexweşxaneyên meydanî jî rastî bombebarandinê dibin bi awayekî herdem û rasterast ji aliyê firokên şer ve.
Duhî roja înê, wezîrê derve yê Firinsa Can Mark Îrolit tekez kir ku “Firinsa hêjî di bizavên diblomasî de berdewam e, lê ya giring û sereke dibe navçeyeka dijfirînê hebe, û erkê rawestandina vî şerî dikeve li ser milê Amerîka û Rûsiya”, û got ku êrîşên li ser Helebê “xwestina rêjîma Esed û hevalbendên wê ya parçekirina Sûriyê” tekez dike.
û di kongirekî rojnamevanî de li ser perarwêzê civîna komeleya giştî ya NY li Niyoyork got: ku “rêjîma Esed û alîgirên xwe rawestandina oparisyonên xwe yên leşkerî red dikin”.
Îrolit got: ku “Firinsa wê bêalî nesekine, û wê rê nede bikaranîna çekên kîmyayî, û pêwîst e em gavên li gor benda heftan bavêjn li dijî kesê çekên kîmyayî bikar anîne û wî siza bikin”.
Li aliyek din, duhî li Waşinton “Coş Îrinst” berdevkê koçka Sipî di kurte kongirekî rojnamevanî de bitenê li ser bombebarankirina dijwar li ser Helebê got: ku ” ev yek cihê dilgiraniya me ye”.
Herwiha Serokê parlementoya Ereban Ehmed kurê Mihemed Elcirwan duhî roja înê di daxuyaniyekê de dît ku pêwîstiya aktîvkirina agirbestê li ser qadê bi navçeyek dijfirînê li ser qada Sûriyê heye, û herwiha bi rawestandina hemû dîmenên şer û pevçûnan.
Serokê parlementoya Ereban cext li ser giringiya wê yekê kir ku pêwîst e civaka navdewletî bi erkên xwe rabe, bi rawestandina tawankariya berdewam ya li ser miletê Sûriyê dibe, û ya heta niha bûye sedema kuştina zêdetir ji 300 hezar kesî û koçbarkirina nîvekî akinciyên Sûriyê.
Jêder: Hevbendî + Wekalat