Encumana Xwecihî ya Kobanê û Xwecihiya Girê Sipî û Xwecihiya Reqa ya Encumana Niştimanî ya Kurd îro 23 Êylûnê li bajarê Orfa dest bi gireva birçîbûnê kir, li gor ku Elî Îbrahîm Serokê Xwecihiya Kobanê ji malpera me re ragihand.
Îbrahîm da zanîn ku bi dehan ji endamên Encumanê beşdarî girevê bûne bi armanca piştgiriya girtiyên siyasî yên di zindanên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de.
Îbrahîm bangî rêxistinên siyasî li derveyî welat kir ku divê çalakî li dijî kiryarên PYD bidomin ta hemû girtiyên siyasî bêne berdan.
Her wiha Îbrahîm balkişand ser ku ji rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan tê xwestin ku zextê li ser PYD bikin ta ku kiryarên li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî rawestîne.
Jêder: Hevbendî