• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 1 February , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Şelal Gedo: Ji Mafê Hêzên Pêşmergeyên Kurd ên Sûrî ye Ku Vegerin Welatê Xwe û Berevaniyê Di Ber Xak û Milletê Xwe De Bikin.

September 19, 2015
in Dîdara Taybet
Şelal Gedo: Ji Mafê Hêzên Pêşmergeyên Kurd ên Sûrî ye Ku Vegerin Welatê Xwe û Berevaniyê Di Ber Xak û Milletê Xwe De Bikin.

Piştî ku alavên ragihandinê danustendin bi awayekî xurt li ser pirsgirêka vegera Pêşmergeyên Sûrî bo welat kirin, herweha ji ber gelek xelk dibînin vegera Pêşmergeyan wê hêviyê vegerîne deverên Kurdî.

ji bo rawestana li ser vê mijarê û herweha mijara pêkanîna Encumena Leşkerî a nû ji aliyê hevbendiyê ve, beşê kurdî di malpera Hevbendiyê de, ev havpeyvîna taybet bi Şelal Gedo re endamê komîta çavdêr li ser pêkanîna Encumena Leşkerî a Nû di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de kir.

– Çi rastiya nûçeya li ser zimanê berpirsê têkiliyên derve ê Partiya Dimuqratî Kurdistanî Hêmin Horamî heye, li ser vegera hêzên pêşmerge ên ku wê herin deverên Kurdî Li Sûryayê?

ji mafê hêzên Pêşmegeyên Kurd ên Sûrî ye ku vegerin welatê xwe bo berevaniyê di ber xak û milletê xwe de bikin, ji ber ev hêz ji xort û keçên Kurd pêk tê, pirê wan ji Artêşa Rejîmê, tekane yan di girupan de, di demin li pê hev ji temenê şoreşa Sûrî  veqetiyane, û çûne Herêma Krdistana Iraqê, li ser destê wezareta Pêşmerge perwerde bûne, da beşdariyê di berevaniya di ber hebûna millletê Kurd de bikin ku vê demê di metirsiyeke rastîn de ye.

– We, mîna Encumena Niştimanî Kurdî ev hêz bi xwe ve girêda, gello di rojekê de wan hêzan yan hindekan ji serkirdeyên wan ragihandine ku ew bi rêbaza siyasî ya Encumenê re ne yan ew bi Encumenê ve girêdayî ne?

Bê guman hemû endamên van hêzan ji endam, kadir, dost, û laygirên pêkhatiyên Encumena Niştimanî Kurdî ne, lê tevlî wilo jî girêdana wan bi welat ve, ne bi vê partiyê û ya dî ve ye, û ew mîna saziyên Encumen yên dî, beşek e nayê cudakirin ji Encumena Niştimanî  Kurdî, lewre em di vî warî de ne hewcedarî daxuyaniyên ji serkirdeyên wan yên leşkerî ne.

– Encumena Niştimanî Kurdî Hêzên Pêşmerge yên ku li Kurdistana Iraqê perwerde bûne bi xwe ve girêdan, em dikarin nas bikin bê çi hêzên li hindirê Sûryayê hene?

Ji destpêka şoreşa Sûrî ve, gelek ketîbeyên çekdar ku bi Encumena Niştimanî Kurdî ve girêdayî bûn hebûn, li hemû deverên Kurdî, û di nav de Heleb jî çalak bûn, lê hêzên ku bi Partiya Yekîtiya Dimuqratî ve (PYD) girêdayî bûn, û dest danîna ser hemû deverên Kurdî di demin li pey hev de, hebûna van ketîbeyan tune kir, û hemû endamên wan derketin derveyî sînor.

– Gello Hêza Pêşmerge erkdar e bi parastina ewlehiyê li deverên Kurdî , yan wê bikevin “Devera Aram” ku gelek axaftin li ser pêkanîna wê hene?

Hêza Pêşmergeyên Kurdî hêzeke Sûrî ye, û Sûrya hîn yek dewlet e, lewre ne dûr e ku beşek ji van hêzan bo parastina vê deverê yan ya dî be,wê li gor awa û lihevkirinên destnîşankirî  were teklîfkirin, ev mijar wê ji desteyên pispor, xwediyên biryar û têkiliyê di vî warî de bê hiştin.

-Tu çi di derbarê pêkanîna Encumena Leşkerî a Nû de dibêjî, hûn di vî warî de gihiştin ku? Wê kengî were ragihandin?

Komîta çavdêriyê ku ji hêla Desteya Giştî a Hevbendiyê ve bo pêkanîna Encumena Leşkerî a Nû hatiye teklîfkirin, nêzîkî tilîdanînên dawî  li ser awa, şêwaz, û pîvanên pêkanîna serkirdeya leşkerî a bilind dibe, û ew di têkiliyên bi hemû ketîbeyên leşkerî li ser erdê, herweha bi mektebên siyasî  ên komên Sûrî ên çekdar re ku şerê rejîm û hevalbendên wê dikin berdewam e.

-Gello nêta komîtê heye ku têkiliyê bi serkirdeyên hêzên Pêşmerge re bike?

Erê, ew bi nêt e, ewê di demek nêzîk de, serdana Herêma Kurdistana Iraqê bike, bo hevdîtinê bi serkirdeyên siyasî û leşkerî ên hêzên Pêşmergeyên Kurdê Sûrî  re bike, û li nerîn û pêşinyarên  wan derbarê Encumena Leşkerî  a nû ku wê nêzîk pêk were guhdar bikin.

–  Hate Ragihandin ku nêta hindek berpirsyar di Ewlehiya Netewî Emirêkî de heye ku hindek serastkirin li bernameya wezaretê zêde bikin, bo perwerdekirina Hevrikên Sûrî ê netundrew û biçekirina wan, herweha ihtimal heye ku hêzên Pêşmergeyên Kurdî jî tev li wan bibin. Çi rastiya van Nûçeyan e?

Helbet, wê berpirsên Ewlehiya Netewî Emirîkî hindek serastkitinan bikin, heye ku hinek ji wan jikokde bin, li ser bernameya Wezaretê,  bo perwerdekirina Hevrikiya Sûrî a çekdar ya Netundrew, piştî  ku bernameya yekem têk çû. Gelek nîşan hene didin xuyakirin ku wê hêzên Kurdî beşek ji vê operasyon yan pirogramê bin.

ShareTweetSend

Posts Related

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re
Nûçeyên Hevbendiyê

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

January 30, 2023
Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne
Nûçeyên Hevbendiyê

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

January 30, 2023
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.5k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Nûçe

Berekat: Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê Bibe Sînorek li Pêşiya Normalkirina Têkliyan bi Rijêma Esed re

Mektebî Piştrast Dike ku Rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî di Demeke Guncav de Hat û Rola Revendên Sûrî Bilind Dinirxîne

Hevbendiya Niştimanî Spasiya Xwe bo Helwêstên Navdewletî yên Piştgir ji Kartêkerkirina Dosya Sizakirina Rijêma Esed li Ser Tawanên wê Tîne Ziman

Elmislit Tekez Dike Ku Rijêma Esed Pabendî bi Biryara Navdewletî 2118an Nekir û Daxwaza Cîbicîkirina Tedbîrên Ku Benda Heftemîn ji Madeya 21ê Disepîne Dike

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.