Tevlî rizgarkirina bajarê Kobanî ji rêxistina DAIŞ ê ji berî 7 heyvan de ta niha, gelek ji xelkên wê venegeryane bajêr û bi hezaran ber bi walatên rojava ve koçber dibin
Endamê Encumana Niştimanî ya Kurd Weyso Şêxê ji malpera me re ragihand ku rewşa Kobanê pir xerab e û ta niha bajar bê elktirîk e û piraniya xelkê bê Karin.
Li ser avakirina bajêr Şêxê diyar kir ku “rêveberiya Partiya Yekîtiya Demuqrat sozên xwe yê avakirina bajêr pêk nanîn û ti kar nehat kirin da ku xelk vegerin ji ber vê yekê jî gel ji karê wan nerazî ye”
Ji hêleke din ve Şêxê da zanîn ku PYDê biryara destdanîna ser malên xelkên koçber deraniye lê hîn ev biryar nehatiye cîbicîkirin, lewra xelk bi metirsî li pêşeroja xwe li Kobanê dinêrin û baweriya wan bi paristinê nema ye.
Di dawiya gotina xwe de Şêxê nîşan da ku eger PYDê di biryarên xwe yên şaş de berdewam be wê xelk venegerin, û wê rewş xerabtir bibe
Jêder: Hevbendî