Serokê Komîta Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Heysem Elmalih got ko têwerdana Rûsî ya leşkerî di Sûriyê de “dikeve çarçoveya ku ew serdariya xwe bi hevrêziyê digel Îran li Sûriyê berfireh dike. “, û destnîşan kir ko Rûsya bi evê têwerdanê bû “dewletek dagîrker”
Elmalih diyar kir ko têwerdana Rûsî ya leşkerî di Sûriyê de “dijî yasaya navdewletî, û berpirsiyariyên wê di Encûmena Ewlekariyê de ye û ewê di paşerojê de encamên kirdeyên xwe bibîne.”
Elmalih di daxuyaniya taybet de diyar kir”li gor dibêjin ko Rêjîma Esed ji Rûsya xwestiye têwerdanê bike, ew daxwaz ne rewa ye, piştî ko rêjîmê rewaya xwe jidest daye, çimkî ev bû çar sal miletê Sûriyê dikuje.”
Ji aliyekî dî ve Cîgerê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hîşam Merwe dibîne “ko ev têwirdana Rûsya ya leşkerî dihêle ko çareseriya siyasî têk biçe nemaze tiştê di Cinêvê de li ser lihev kirine ku li gor di daxuyaniya Cinêvê de û bi taybetî madeya 12an movika (B) mercê wê ko endamên Koma kar her zêdekirineka leşkerkirinê red dikin”.
Jêder: Hevbendî