Berdevkê Fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim El – Mislit got ku armanckirina deverên sivîlan “Tawaneke Cengê ye -sedem û behane çi be bila bibe- û binpêkirnek ji yasaya navdewletî re ye, lê tawanên rejîma Esed ji wilo mezintir in, ji ber hejmara sivîlan pirtirîn hejmar e û ew di serê lîsteya armanckirinê de ne, ji ber ku ew her car dixwaze mezintirîn hejmar ji wan bikuje “.
Firokeyên rejîma Esed vê sibehê êrîşek bi sarûxan û pê re bumbebarankirinek bi tankan bir ser sûkek gelêrî li taxa Şe’har li bajarê Helebê, di encamê de 33 sivîl şehîd ketin piraniya wan jin û zarok bûn. Mislit destnîşan kir ku ew êrîş ” Ne bitewşî bûn, ji ber firok û tankan gulleyên xwe bi zanebûn araste dikirin ta mezintirîn hejmar ji sivîlan bi taybet bikuje, û di dema dagirtîbûna kolan û sûkan de”.
Cîgira Serokê Hevbendiyê Nexem El – Xadirî pirsiyariya tekûz derbarê berdewamiya kuştaran derheqê milletê Sûrî xist stuwê Esed û hevalbendên wî yên Rûs û Iranî, û bi hevokin tund kuştina sivîlan ji zarok û jinan şermezar kir.
Xadirî tekez kir ku ” Danustendina Encumena Ewlehiyê û Civaka Navdewletî a nebaş bi vê rewşê re bûye sedemeke alîkar di gurkirina kuştaran dijî sivîlên Sûrî”.
Xadirî mixabiniya xwe anî ziman ji ber Komkara Dewletên Erebî û Encumena Ewlehiyê û girupa Dostên Milletê Sûriyê û Yekîtiya Ewrupî ku tu helwestên şermezarkirinê dijî kuştaran ranegihandine, û tu civînên lezgîn nexwestin bo gotubêjkirina pêrabûnên gerek ji bo parastina sivîlên Sûryayê ji operasyonên berdewam û rêbazkirî, û ji bo guftugokirina pirbûna desthilatdariya Iran û Rûsiya di warê leşkerî de li Sûryayê.
Jêder: Hevbendî