Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Mistefa Oso Bi tundî daxuyaniya serokê Îranê şermezar kir dema behsa giringiya rakirina dagîrkariyê ji ser Sûriyê berî her axavtinekê li ser çareseriya siyasî kir!, û got: ” Dagîrkirina rasteqîne ji Sûriyê re ew e dagîrkirina rêjîma Meleyan e, ku bi piştgiriya wê ji rêjîma Esed re bêhtir ji 300 hezar sûrî hatin kuştin, nîvê wan berî peydabûna rêxistina terorîst ya bi navê DAÎŞê hatin kuştin “.
Herwiha Oso got: “ku ne ji mafê serokê rêjîmeke çêker û palpişt ji girîngtirîn rêxistinên terorîst re mîna Hizibulaha terorîst û mêlîşeyên Ebû Elfedil Elebas û mêlîseya “Fatmiyon” û yên din; ku li ser dijîtiya terorê baxive, tenê bera dest ji piştgiriya rêjîmê û rêxistinên terorîst berde, û çeteyên xwe yên terorîst ji Sûriya vekşîne”.
Cêgirê serok da zanîn ku rêjîma Esed û dagîrkerên Îranê, berî peydabûna DAÎŞê bidehan kuştarên bi kêr û serjêkirinê pêk anîn, bihezaran jin û zarok kirin qurbanî, hevdem pirsyar kir ku “karbidestên Îranê bi çi zimanî li ser terorê diaxivin di dema ku ew bi xwe çêker û xudankerên terorê ne li Sûriya û tevaya navçeyê?”.
Oso cext kir ku “heger rêjîma Melayan ne dagîrkerê Sûriyê be, ma ew bi çi mafî li ser rewşa wê diaxive? û kê destûr daye wê ku destêwrdanê di karubarên Sûriya de bike”.
Herwiha Oso matmayîna xwe anî ziman li ser zêdegaviyên serokê rêjîma Îranê û axavtina wî li ser çaksaziya destûrî û mêza diyalogê di navbera opozisyon û alîgiran de, û ji bîr kiriye ku rewşa Sûriya niha hatiye veguhestin ji şoreşeke gelêrî li dijî rêjîmeke stemkar û terorist, bo cenga rizgarkirina welat, ji her reng û awayên dagîrkirinê û di serî de li dijî dagîkariya rêjîma Îranê, û tekez kir ku xelkê Sûriyê “bijardeya xwe yekalî kirine ji bona rizgarkirina welatê xwe û qewitandina dagîker û zordaran, û ji bijardeya xwe nevegerin”.
Jêder:Hevbendî