Li ser vexwendina xwecihiya Amûdê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, îro 21 Êlûnê simînarek siyasî li Amûdê hate lidarxistin.
Ibrahîm Biro serokê ENKS li gel desteya serokatiyê simînar birêve bir, û têde rewşa siyasî li ser asta navdewletî û ya herêmî şirove kirin.
Biro bi şêweyekî berfireh li ser rewşa siyasî û pêşveçûnên dawî li Sûryê axivî û Têde kiryarên rêjîmê şermezar kirin û tekez kir ku tu ayinde ji vê rêjîmê re nema ye.
Her wiha li ser rewşa devera kurdî û bi taybet koçberiya ku di dema dawîde zêde bûye hate seknandin û sedemên wê hatin şirovekirin ” bê guman devera me bi topan nehatiy topbarankirin û ti şer û pevçûn lê ne qewimîne, tenê welatî ji ber biryar û kiryarên rêveberiya xweser ya Partiya Yekîtîya Demuqrat ve direvin û koçber dibin, leşkeriya neçar , baç û rêbazên xwendinê yê nû bûne sedema vê koçberiyê”
Ji hêla xwe ve Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS doz li welatiyan kir ku girêdayî xak û zemîna xwe bin û bervanî û bergiriyê di ber de bikin.
Tê zanîn ku ev simînara duyemîn e ku ENKS li dar dixe piştî simînara ku li bajarê Qamişlo berî çend rojan lidar xistibû.
Jêder: Hevbendî